Rojnamevan Stêrk Gulo ji ANF’ê re qala Gulistan Tara kir ku di 23’ê Tebaxê de li Silêmaniyeyê di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.
Stêrk Gulo got, “Min di sala 2001’ê de hevala Gulistan Tara nas kir. Em bi hev re li Akademiya Çapemeniyê ya Şehîd Gûrbetellî Ersoz şagirt bûn. Dema ku min ew dît, dilsoziya wê ya bi hevalên xwe re bala min kişand. Jineke sade, dilsoza welatê xwe bû, ji jiyanê hez dikir. Kêfxweş bû, xwedî armancan bû. Gelekî bedew bû ku mirov pê re hevaltî, hevrêtî dikir. Dema ku mirov pê re hevaltî dikir, zehmetî nedikişand. Jineke narîn bû.
Hevala Gulistan Tara ji Êlihê bû. Li warekî welatparêziyê û lehengan mezin bû. Yek ji şagirtên herî serketî yên dibistana çapemeniyê bû. Weke rojnamevaneke jin bi berpirsyarî tevdigeriya, kedkar bû. Dema ku nivîsek dinivîsand, cîhan tev li dora wê bigeriya jî dest ji nivîsa xwe bernedida. Şert û mercên jiyanê çiqasî zehmet jî bûya hevala Gulistan dest ji karê xwe bernedida. Di nava jiyanê de lêgerîna li rastiyê ji xwe re weke wezîfeya sereke didît. Bûyerên di dîroka gelê Kurd û jinên Kurd de qewimîn lêkolîn dikir û dixwest van bûyeran ronî bike.
‘TIMÎ DA SER ŞOPA RASTIYÊ, EW BI XWE BÛ RASTÎ’
23 sal in hevala Gulistan nas dikim. Mîna çemekî dirêj ê Kurdistanê bû ku bênavber diherikî. Ji bo kêliyekê jî nesekinî û her tim da ser şopa rastiyê. Bi dîtina min Gulistan Tara bi xwe bû rastî. Ji ber ku eşkerekirina rastiyê li kurdistanê gelekî zehmet e. Bi taybetî di vê rêwîtiyê de dema tu jin be zehmetî hîn giran dibe. Ji ber ku êrişên dijmin timî li dijî jinê bûn. Timî li dijî rojnamevanan bûn. Lewma êrişên li hemberî rojnamevantiyê di heman demê de li dijî pênûs û kameraya van rojnamevanan bûn. Hevala Gulistan li hemberî van êrişan timî dibû mertalek. Bi pênûsa xwe li ber êrişan rabû. Timî dixwest doza jinê bide pêş. Xwest aliyê jinê yê berxwedana li Kurdistanê bide pêş. Carna bi wêneyekî, carna bi dîmen, carna jî bi nivîsê ev yek kir. Ruhekî xwe yê ewqasî berfireh hebû ku dikarîbû her tiştî hembêz bike. Mirov ji hevala Gulistan ev yek hîn dibû, ‘Kedeke bêdawî ya bêyî bendemayinê’.
Ji bo çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî jî bi hemû zarokên Kurdistanê xwedî hezkirineke mezin bû.”
‘BÛYER BI DENG Û BERXWEDANA JINÊ NÎŞAN DA’
Stêrk Gulo ragihand ku Gulistan Tara weke rojnamevaneke jin li Başûrê Kurdistanê kedeke mezin da û got, “Hînî zaravayê Soranî jî bû. Li Rojavayê Kurdistanê jî xwest rastiya vê şoreşê nîşan bide. Ji Dêrikê heta Şehbayê hem êriş hem jî berxwedana li dijî van êrişan çawa têne kirin? Hewl da vê yekê bi dengê jinê, bi berxwedana jinê, bi pêşengiya jinê nîşan bide. Hevala Gulistan dixwest doza gelekî bindest bixe rojeva tevahiya cîhanê. Dixwest vê yekê jî bi rastiya li Kurdistanê bike. Li gel êrişên ewqasî mezin û zextan jî hevala Gulistan li vê qadê, li qada çapemeniyê bênavber kar kir. Weke şoreşgereke ji mafdariya xwe bawer û baweriya bi serketinê, di vê meşê de ev yek ispat kir.”
Stêrk Gulo anî ziman ku Gulistan Tara gelekî ji govendê û lêkolînê hez dikir û got, “Dixwest di dîroka gelê Kurdistanê yê çar parçeyan, di dîroka jinên Kurd de xwe kûr bike û got, “Ji ber vê jî her tim ji nêz ve dişopand, nas dikir û xwedî lê derdiket. Eger li Kurdistanê rojnamevanek timî xwedî li rastiyê derdikeve û dike pey, bi dîtina min ew rojnamevan li qada çapemeniyê ya herî kedkar e. Li dijî hêzên serwer bi ruhekî mezin têdikoşiya. Îro li Kurdistanê têkoşîneke mezin heye ku xwe dispêre têkoşîna jinê û hevala Gulistan jî bi vî ruhî dixebitî. Yek ji berxwedêrên têkoşîna azadiyê ya jinê bû. Di heman demê de jineke hestewar bû. Di nava xwe de me ji bo wê digot ‘Gula me’. Di nava hevalan de heta ku me negotibûya ‘Gula me’ nedihat naskirin. Di dilê hemû hevalan de bû. Yek ji taybetmendiyên wê yên bedew jî ew bû ku alîkarî dida hemû hevalan.”
Stêrk Gulo bi dewamî got, “Di nava hevaltiya 23 salan de em gelek tişt ji Gulistan Tara hîn bûn. Em ji wê hîn bûn ku bênavber bidin pey rastiyê. Di dîroka çapemeniya azad de hevala Gulistan mîna stûneke mezin e. Di dîroka çapemeniya azad de rengekî herî bedew ê çapemeniya jinê ye. Lewma bi rastî jî Gulê ya çapemeniyê bû.”
Stêrk Gulo destnîşan kir ku jinên mînan Gulistan Tara guh nadin ti zehmetiyan, meşa xwe dewam dikin û ji ber vê yekê jî di dîroka jinên Kurdistanê û Rojhilata Navîn de xwedî cihekî mezin e.
Stêrk Gulo got, “Gelke caran di dîroka têkoşîna azadiyê ya gelan de lehengên mezin radibin. Ev leheng bi can, pênûs, kamera û dilê xwe temsîla gelê xwe dikin. Hevala Gulistan jî hem bi dilê xwe hem jî bi kamera û pênûsa xwe bû ya me, bû ya gelê xwe. Ji ber vê yekê jî hemû hevalên di nava karê çapemeniya azad de ne di dilê xwe de cih dan Gulistanekê. Her yekî ji me taybetmendiyeke wê di dilê xwe de bi cih kir.”
‘ŞEHADETA WÊ HÊRSA ME YA LI DIJÎ DAGIRKERAN MEZIN KIR’
Stêrk Gulo anî ziman ku bi şehadeta Gulistan Tara re hêrsa wê ya li dijî dagirkeran hîn mezin bû û got, “Hevala Gulistan û jinên ku niha li Behdînanê têdikoşin ew jin in ku di nava têkoşînê de xwedî cihekî mezin in. Van jinan di nava têkoşînê de doza me hîn bilind kirin. Li gel zor û zehmetiyan jî nesekinînin û bi pêş ve çûn. Di dîroka jinên Kurd û jinên Rojhilata Navîn de xwedî cihekî mezin in. Van jinan guh nedan ti zehmetiyan, paşve gav neavêtin û li ber xwe dan. Hevala Gulistan li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê yên li hemberî gelê Kurd têne meşandin bû rastiya têkoşînê. Li dijî siyaset û polîtîkaya ku dixwaze li Kurdistanê rastiya jinê ya azad tine bike, bû rastiya berxwedanê. Di demekê de ku her kes dixwaze çapemeniya azad bêdeng bikin, bû dengê rastiyê. Bi şehadeta xwe ev yek careke din nîşanî me da. Jiyan bi rengekî herikbar û bi wate jiya. Bi şehadeta xwe li tevahiya cîhanê bi vê jiyana xwe ya bi wate deng veda. Me zanîbû ku ew timî Gulê ya me ye. Lê belê bi şehadeta wê re dema ku me nerazîbûna jinan a li Bakur, Başûr, Rojava û Ewropayê dît, me fêhm kir ku êdî ne tenê Gulê ya me ye, ew Gulê ya tevahiya gelê Kurd e. Ev yek jî li qada çapemeniyê ji bo me hemûyan rûmeteke mezin e.”
Stêrk Gulo bi bîr xist ku di demekê de ku dijminên Kurdan hemû hewl didin bibin yek herdu rojnamevan şehîd bûn û got, “Li pêşberî konsepteke bi vî rengî dixwazin çapemeniyê bêdeng bikin. Ji xwe rayedarên dewleta Tirk a dagirker her carê dibêjin, ji bo tinekirina şoreşa Kurdistanê beriya her tiştî divê jin bê tinekirin ku hêza sereke ye. Dibêjin, ‘Divê hêza wan a fedaî tine bibe’. Vê nêzîkatiya xwe di saziyên xwe yên çapemeniyê de dibêjin. Êrişa herî dawî ya bi SÎHA li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve hate kirin, bêguman encameke vê tifaqa wan e. Di encama tifaqa Enqereyê ya bi PDK’ê û Iraqê re pêk hat. Dewleta Tirk naxwaze rewşa xwe ya stratejîk a li herêmê ji dest bide. Bi dîtina min êdî ji dest dide. Ji ber vê yekê ewqasî bi barbarî êrişî çapemeniyê dike. Em bala xwe bidin Bakurê Kurdistanê, îro dema yek rastiyê dinivîsîne, gotineke bi tenê dibêje, dîmenekî bi tenê diweşîne tê girtin û bi dehan salan ceza li wan tê birîn.
Dewleta Tirk yek ji wan dewletên sereke ye ku ji çapemeniyê ditirse, hewl dide çapemeniyê bêdeng bike û azadiya çapemeniyê qet lê nîne. Ji ber vê yekê jî êrişa li ser van hevalan yek ji planên vê tifaqê bû.”
‘PDK HEWL DIDE ŞEHADETAN REWA BIKE’
Stêrk Gulo diyar kir ku hevala wan Gulistan ji bo bernameyekê bi rê ket, mîna ku berpirsyarê Çetir Mûstafa Xelîl jî got, bi piştgiriya xiyaneta navxweyî bû hedefa dewleta Tirk û got, “Saziyên çapemeniyê yên PDK’ê hîn jî van hevalên me weke mirovên çekdar nîşan didin. Tevî ku hin berpirsyarên YNK’ê û gelek saziyan piştrast kirin ku ew rojnamevan bûn, hîn jî PDK heman tiştî dibêje. Bêguman di vir de berpirsyariya Iraqê jî mezin e. Ji ber ku ev balafir qada hewayî ya Iraqê bi kar tînin. Eger li qada hewayê rê ji van balafiran re tê dayin, mirovên sivîl, jin, rojnamevan têne qetilkirin, di vir de para wan mezin e. Ne cara yekê ye tê kirin, beriya niha jî endama Dibistana Jineolojiyê û rojnamevan Nagîhan Akarsel jî hate qetilkirin. Jin a têkoşer a berxwedêr Zelal Zagros jî bû hedef. Tenê armanceke van êrişan heye, ew jî tinekirina têkoşîna jinê ye ku mezin dibe. Em zanin wê her roj li hemberî têkoşîna jinê êriş bêne kirin. Dewleta Tirk ji ber vê yekê dixwaze destpêkê çapemeniya azad bêdeng bike. Dewleta Tirk a dagirker heta niha gelek caran êriş bir ser rojnamevanan. Li çiyê, li qada şoreşa Rojava û gelek deverên din rojnamevan hatin qetilkirin. Lê belê her ku ev êriş zêde dibin, qada çapemeniya azad jî berfireh dibe.
‘TI ÊRIŞ WÊ NIKARIBE HEQÎQETA LI KURDISTANÊ RAWESTÎNE’
Bi dehan şagirt li Rojava hene ku hevala Gulistan Tara ew perwerde kir. Van şagirtan soz dan ku wê ti carî dest ji şopandina rastiyê bernedin. Em ê bi pênûs û kameraya xwe berxwedana xwe dewam bikin. Li Kurdistanê rastiyeke bi vî rengî heye. Ne bi kuştinê ne jî bi êrişê û polîtîkayên bêdengkirinê ev rastiya li Kurdistanê nikare bê rawesetandin. Lewma şagirtên ku bi hezkirin, coş û îradeyê li ser vê xeta rastiyê dimeşin, heqîqeta li Kurdistanê temsîl dikin. Ev têkoşîna ku bi Gûrbetellî Ersoz destpê kir, bi Gulistan Tara û Hêro Bahadîn dewam kir, ji aliyê bi sedan jinan ve li ser vê xetê dewam dike. Li Kurdistanê ev rastî êdî nikare bê înkarkirin. Ez di wê baweriyê de me ku rojnamevanên jin û kedkarên çapemeniya azad wê li pey vê rastiyê bin. Heta ku vê rastiyê li tevahiya cîhanê belav nekin wê kedkarên çapemeniya azad dest ji vê xetê bernedin.”