Yekşem, 1 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Fatma Unsal Botan: Desthilatdarî di vê pêvajoyê de MGK’ê dide pêş, ev yek cihê rexneyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Samsunê ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê civîna gel hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Têkoşîna kedê ya li dijî kapîtalîzm û mêtingeriyê’ hat axaftin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Elîf Aslan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jinan: Divê em aştiyê mîsoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Voce Arcaica ya ku ji bo Nagîhan Akarsel tê lidarxistin wê di 7’ê Mijdarê de li Romayê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED’ê li dijî qirkirina jinan pêngava têkoşîna civakî da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol: Ji bo wêneyê Erdogan ferzeke qanûnî nîne
Rojane

Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol: Ji bo wêneyê Erdogan ferzeke qanûnî nîne

Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol bi hinceta ku wêneyê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di odeya xwe de daxistiye bi îdiaya “heqareta li serokkomar” îfade da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevşaredarê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Tetwanê Mumîn Erol wêneyê Serokkomarê AKP’î yê di odeya xwe de daxistibû û derbarê wî de bi îdiaya “heqareta li serokkomar” lêpirsîn hatibû destpêkirin. Erol têkildarî mijarê di Edliyeya Tetwanê îfade da. Hevseroka Tetwanê Belkiza Beştaş Epozdemîr û gelek partiyî li cem herşaredar Erol bûn. 

Erol da zanîn ku di odeya meqamê de daliqandina wêneyê Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ferz nîn e, bi bîr xist ku Şaredariyên CHP’î û MHP’î jî wêneyên Erdagan anîne xwarê û wiha got: “Me wêneyên serokê giştî yê partiya xwe jî ne daliqandiye. Dema ku min wêne aniye xwarê tu gotinên biçûkxistinê bi kar neanî. Herwiha di çarçoveya biçûkxistinê de jî tu liv û tevgerên min nebûne.” 

Erol diyar kir ku lêpirsîn derveyî hiqûqê ye û ev tişt gotin: “Em jî dê îro têkildarî 13 dosyeyên nelirêtiyê giliyê bikin. Em li bendê ne ku dozgerî bi heman zîrekbûnê tevbigere. Ev lêpirsîna hatiye destpêkirin li gorî mexsedekî diyar tê meşandin û dûrî qanûnê ye. Min ne serokkomar ne jî kesekî din biçûk nexistiye. Ez sûcên dixwazin bavêjin ser min qebûl nakim.  

Parêzerê Erol Muhamed Acar anî ziman ku tu sûc di holê de nîn in û wiha axivî: “Têkildarî daliqandina wêneyê serokkomar a di odeya meqamê de tu qanûn nîn in. Ev di demên dawî de sepanekî AKP’ê ye. Mijarê dikin amûrekî zextê. Muwekîlê min bi ser vê yekê sûcdarkirin û lêpirsînê vekirin rê li ber qeyûm vekirin e.” 

Parêzer Diyar Orak bi bîr xist ku di medyaya aligirê desthilatê de kampanyayekî lînçkirinê hatiye destpêkirin. Orak west biryara neşopandinê were dayîn. 

Parêzer Dlan Kanat Aksoy destnîşan kir ku heman dîmenên muwekîlê wê beriya niha jî hatibû parvekirin û ev mijar nebûbû mijara lêpirsînê. Aksoy bilêv kir ku piştî daxuyaniya Wezirê Edaletê derbarê muwekîlê wê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û wiha got: “Wezîrê Edaletê nikare fermanê bide mekanîzmayên darazê.” 

Piştî kirariyên îfadeyê li pêşiya edliyeyê daxuyanî hate dayîn. Hevserok Erol destnîşan kir divê daraz girêdayî pîvanên dewleta hiqûqê be û ev tişt gotin: “Yên ku dixwazin reş bikin; dê ev aqil tu carî we nebe li cihekî. Hiqûq ji bo her kesî pêwîst e.” 

ÇI BÛBÛ?

Derbarê Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol ê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de bi hinceta wêneyê Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan ji odeya xwe ya meqamî daxistiye lêpirsîn hate destpêkirin. Di lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Tetwanê ve hate destpêkirin de îdiaya “Heqaret li Serokkomar”  kiriye Erol hate sûcdarkirin. 

Derbarê Hevşaredar Erol ê DEM Partiyî de hem beriya lêpirsînê hem piştî wê ji aliyê rayedarên hikumetê û medyaya alîgir ve kampanyaya linçe hate destpêkirin. Herî dawî Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç ev tişt gotin: “Hem heqareta li Serokkomarê me ye, hem jî helwesteke li dijî xerakirina yekitiya me ye.”

Li ser daxistina wêneyê Erdogan DEM Partî hedef hate girtin lê derbarê şaredarên piştî hilbijartinên 31’ê Adarê wêneyên Erdogan daxistin de tu kirarî nehatin destpêkirin. Piştî hilbijartinan li şaredariyên Kastamonûyê, Ortahîsar û Kûrşûnlû yên CHP’ê û MHP’ê jî bi dest xistin heman rewş qewimî. Lê derbarê şaredaran de tu lêpirsîn nehatin destpêkirin. 

ŞAREDARÊN MHP’Î Û CHP’Î JÎ DAXISTIN  

Şaredarê Kastamonûya ji MHP’ê derbasî CHP’ê bû Hasan Baltaci piştî hilbijartinê wêneyê Erdogan ê li odeya xwe daxist. Baltaci, ji bo vê rewşê ev tişt got: “Erdogan li aliyekî Serokkomar e lê li aliyê din jî Serokê Giştî yê AKP’ê ye. Em naxwazin wêneyê tu serokên giştî li odeya meqam a şaredar hebe.”

Şaredarê Ortahîsar a Trabzonê ku ji AKP’ê derbasî CHP’ê bû Ahmet Kaya, wêneyê Erdogan ê li odeya xwe ya şaredariyê daxist. Kaya yê ku AKP’iyan ew bi “şaredarvaniya bîrdozî” sûcdar kir ev bersiv da: “Min gotibû ku nahêlim siyaset bikeve wê saziyê. Ji ber vê yekê birêz Recep Tayîp Erdogan nasnameyeke siyasî ye. Serokê Giştî yê AKP’ê ye. Ji ber vê yekê biryardariya min ku ez nahêlim siyaset bikeve hundirê we saziyê didome. Ev bandora wê ye. Wêneyê serokê min ê giştî jî li wir nîne. Ne rast e ku Serokê Giştî yê AKP’ê jî li wir hebe.”

Şaredarê Kûrşûnlû ya Çankiriya ku MHP’ê ji AKP’ê wergirt Şerafettîn Ûslû jî piştî şaredaredarî bi dest xist du rojan wêneyê Erdogan daxist. 

Li Çekmekoy a di hilbijartinên herêmî de ji AKP’ê derbasî CHP’ê bû jî ewilî wêneyê Erdogan û şaredarê berê Ahmet Poyraz ê bi avahiya şaredariyê ve daliqandî anîn xwarê. 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN TETWAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Gabar û Cûdiyê qedexeyên leşkerî
Nûçeya Pişt re Li pêşiya girtîgehan çalakiyên “Deng bide azadiyê didomin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê şehîd Ebid Selamê hate veşartin

Li Sirînê cenazeyê şehîd Ebid Selamê yê ku 15’ê Çileya 2025’an li Bendava Tişrînê şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

KJK: Divê gelê me yê Rojava perwerdeya bêyî zimanê dayikê ti carî qebûl neke!

Koordînasyona KJK'ê got, "Divê gelê me yê Rojava xwedî li destketiyên xwe yên mezin ên…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Em bi ruhê berxwedanê yê 15-16’ê Hezîranê têkoşînê mezin bikin!

Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê got, “Ruhê 15-16’ê Hezîranê îro jî li Tirkiyeyê, rêya karkeran…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Fatma Unsal Botan: Desthilatdarî di vê pêvajoyê de MGK’ê dide pêş, ev yek cihê rexneyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?