Şemî, 14 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Antalyayê li dijî wêrankirina ekolojoyê meş hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran li Banê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bila Evîn Zapsu û Emrah Nebîoglû bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Bagriyanık piştî 30 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê daxwaza edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Desthilatdariyê COP31 veguherandiye panoyeke reklamê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bokanê 2 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê Platforma Şiyar Be avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAÎŞ’ê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê şehadeta Dersim Behar ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em vê biryarê nas nakin!
Rojane

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em vê biryarê nas nakin!

Hevserokên Giştî yên DEM'ê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari di danişîna biryarê ya Doza Kobanê de cezakirina siyasetmedaran şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew vê biryara ku dadgehên cûntaya leşkerî tîne bîra mirovan, nas nakin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Gulan 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 108 siyasetmedarên ku bi hinceta di navbera 6-8ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrîşên DAÎŞ’ê yên ser Kobanê çalakiyên şermezarkirinê li dar xistine doz hatibû vekirin. Ji ber vê dozê cezayên giran li siyasetmedaran hatin birîn. Piştî biryarê Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari bi beşdariya kesên doz dişopînin li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê daxuyanî dan.

BAKIRHAN: DI DEMEKE KU KUJER NAYÊN DARIZANDIN DE SIYASETMEDAR HATIN CEZAKIRIN

Bakirhan diyar kir ku îro lekeyek reş li dîroka hiqûq û daraza Tirkiyeyê hatiye xistin û got ku çete û mafyayên ku di nava rojê de li meydanên bajaran bi wesayîtan  kesan qetil kirin, hatin berdan; di pêvajoyeke ku dozên JÎTEM’ê yên ku di bîrên asîdê de Kurd qetil kirin û bi hezaran kuştinên kiryar nediyar pêk anîn, nehatin cezakrin, lê îro Kurd û siyasetmedarên şoreşger hatin cezakirin.

‘RUHÊ DARIZANDINÊN DEMA DERBEYÊ DÎSA DERKET HOLÊ’

Bakirhan anî ziman ku “Em van cezayan nas nakin, vê biryarê nas nakin” û wiha dewam kir: “Selahattîn, Fîgen, kesên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de hatin darizandin di dilê Kurd, Tirk, kedkar, jinan û ciwanan de bereat kirin û ew azad in. Îro ev doza ku li salona dadgehê ya Sîncanêhat dîtin, ruhê Dadgehên Îstiqlalê û ruhê darizandinên darbeyên 12’ê Îlonê û 12’ê Adarê vejandin.

‘EM Ê VAN BIRYARÊN QIRÊJ VALA DERXIN’

Di vê pêvajoya ku peyamên normalîzekirinê û nermkirinê dihatin dayîn de, hewl hat dayîn ku HDP, siyaseta Kurd, şoreşger û demokrat ji qada siyasetê bên paqijkirin. Di 31’ê Adarê de Kurd û karkeran rastî bersiveke mezin dan vê bêedalet û van biryarên darazê yên di bin bandora hikûmetê tên dayîn. Yên ku vê bersivê fam nakin, xerabiyeke mezin li demokrasiya Tirkiyê û pêşeroja Tirkiyeyê kirine. Lê divê baş bizanibin ku em Kurd, kedkar, feqîr wek her carê li qadan mil bi mil li ber xwe bidin, em ê van biryarên qirêj têk bibin. Em ê teqez rojekê hevalên xwe azad bikin. Bi Selahattîn û Fîgenan re em ê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê, ji bo komara demokratîk têbikoşin.

Yên vê biryarê didin divê baş bizanibin ku ew roj ne dûr in. Ez diyar dikim ku em ê têkoşîna wan rojan bi biryartir bidomînin, kesên ku di vê roja reş de ev biryar dane, lanet dikim û diyar dikim ku em biryarên wan nas nakin. Ez hevalên me yên ku îro bi me re ne, bi rêzdarî silav dikim. Em soz didin ku ev hevgirtin, ev têkoşîn wê ji niha û pê ve jî bi awayekî berfireh bidome.”

TULAY HATÎMOGÛLLARI: EM BÛN ŞAHIDÊ KOMKUJIYA HIQÛQÊ

Piştre Tulay Hatîmogûllari axivî û diyar kir ku îro bûne şahidê komkujiya hiqûqê û diyar kir ku siyasetmedar bi sedan sal cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn. Tulay Hatîmogûllari got, “Çawa ku îdianame li qesr û Navenda Giştî ya MHP’ê hat nivîsandin, ev biryar jî ji hêla wan ve hat nivîsandin” û wiha domand: “Li Tirkiyeyê tiştekî bi navê darazê tune ye. Ev biryara darazê ya li Tirkiyeyê biryareke ku dadgehên cûntaya leşkerî tîne bîra mirovan e. Niha jî darbeyeke din a qanûnî û darbeyeke siyasî pêk hatiye. Hevalên me yên ku bi neheqî û bêhiqûqî hatin cezakirin, di wijdanê raya giştî ya cîhanê de bereat kirin.

‘BI VÊ BIRYARÊ NÎŞAN DAN KU EW LI KÊLEKA DAÎŞ Û FAŞÎZMÊ NE’

Çawa ku yên ku pênûsa Denîzan şikandibûn hatin lanetkirin, yên ku ev pênûs ji bo hevalên me yên li vir şikandin jî, wê bi heman awayî lenet li wan bê kirin û di nava çopên dîrokê de cihê xwe bigirin û wê neyên bibîranîn. Bi vê biryarê nîşan dan ku ew li kêleka DAIŞ’a ku  dixwest karesatên mezin bigihîne Rojhilata Navîn û dijminê gelan e, dijminê jinan e, dijminê mirovahiyê ne. Me serê sibê jî ev yek anî ziman. Me got ev biryar yan wê li kêleka gel û demokrasiyê be, yan jî li aliyê DAIŞ û faşîzmê be. Ev biryara dadgehê ya îro careke din da xuyakirin ku ew li kêleka DAİŞ’ê û faşîzmê ne. Ev biryareke vala ye. Em vê biryarê nas nakin.”

‘EM Ê TI CARÎ RÊ NEDIN FAŞÎZMÊ’

Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku piştî daxuyaniyê wê bi Desteya Rêveberiya Navendî, DEM Partî û pêkhateyên HDK’ê re bicivin û encamên dadgehê binirxînin û plansaziyên nû binirxînin û wiha got: “Bila bê zanîn em ê ti carî rê nedin faşîzmê. Em vê biryara faşîzmê nas nakin. Êdî dem hatiye ku li dijî faşîzmê hê zêdetir mil bidin milê hev.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pêlên germê her sal dibin sedema mirina 150 hezar kesî
Nûçeya Pişt re Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 105’emîn de ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dr. Ehmed: Rejîma Îmraliyê hewldanek ji bo tinekirinê ye

Aktîvîsta Misrî D. Seher Hesen Ehmed anî ziman ku rejîma li Îmraliyê parçeyek ji siyaseta…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Pirsûsê serdegirtin: 7 kes hatin binçavkirin

Hêzên dewleta Tirk li navçeya Pirsûs a Rihayê avêtin ser du taxên li ser sînorê…

Ji aliyê Stêrk TV

Rûniştina doza xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya girtî Nergîs Muhammadî pêk hat

Rûniştina doza Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê û aktîvîsta mafên mirovan a navdar Nergîs Muhammadî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Antalyayê li dijî wêrankirina ekolojoyê meş hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îran li Banê kolberek qetil kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bila Evîn Zapsu û Emrah Nebîoglû bên berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Mehmet Bagriyanık piştî 30 salan hate berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?