Pêncşem, 19 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nobeta JES’ê ya li Gimgimê di roja 200’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Edaletê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo Komîsyona Şopandinê ya Meclîsê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê di rojên pêş de biçe Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatimogullari li Edeneyê bi keyayan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Yildirim ê piştî 32 salan hate berdan: Pêwîstiya Kurdan bi statuyê heye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Serdeştê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger mafê çarenûsiyê ji gelên din re hatibe nasîn, çima ji Kurdan re neyê dayîn?’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abdananê zêdetirî 3 hezar kes mirinên karkeran protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li bajarên herêma Cizîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinên KESK’î banga ji bo 25’ê Mijdarê: Em xwe bi rêxistin bikin, têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ekvadorê 9 mehan 323 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kezban Dogan: Li dijî kuştina jinan pêwîstî bi têkoşîna civakî heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji bo bidestxistina mafên xwe neçar in travmaya giran jinûve vebêjin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Colemêrgê li dijî êrîşên zayendî banga ‘têkoşîna birêxistinkirî’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Heyeta Parlamenter a Îngilistan û YE’yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye
Rojava

Heyeta Parlamenter a Îngilistan û YE’yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye

Heyeta Parlamenter a Îngilistan û Yekîtiya Ewropayê (YE) piştî hevdîtinên li Başûrê Kurdistanê derbasî bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û li vir bi Nûnerên Konseya Suryaniyan û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya MSD’ê Îlham Ehmed re civiya.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevdîtinên Heyeta Parlamenter a Îngilistan û Yekîtiya Ewropayê yên li Kurdistanê dewam dikin. Heyeta 14 kesî ku lord jî di nav de cih digirin, doh piştî hevdîtinên li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî derbasî Bakur û Rojhilatê Kurdistanê bû.

Hevdîtina li gel Mesût Barzanî li bajarê Selahaddînê pêk hat û Barzanî têkildarî komkujiyên ku li hemberî gelê Kurd hatine kirin, agahî da heyetê. Di hevdîtinê qala banga Rêber Apo ya “Aştî û Civaka Demokratîk” jî hate nirxandin û hate gotin, divê tu alî di pêvajoya aştî û çareseriyê de serî li şer û pevçûnan nedin.

HEVDÎTINA LI GEL KONSEYA SURYANIYAN

Heyet piştî hevdîtinên li Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bû. Heyet li Rojava destpêkê bi Nûnerên Konseya Suryaniyan re civiya û ji aliyê Nûnera Têkiliyên Derve yê Konseya Suryaniyan Madira Gavriye ve hate pêşwazîkirin. Madira Gavriye têkildarî rewşa Xiristiyan û Suryaniyên li herêmê agahî dan û metirsiyên xwe yên têkildarî gefên li ser civakên Xirstiyan anîn ziman û diyar kir ku koçberiya bi komî hê jî dewam dikin. Madira Gavriya bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi dewamî ava Çemê Xabûrê qut dike, di encama vê yekê de çem ziwa bûye û zirareke mezin dide debara Suryaniyan.

‘JI BO TEVLÎBÛNA PÊVAJOYA AMADEKIRINA QANÛNA BINGEHÎN WÊ KOMÎTEYÊN NÛ WERIN AVAKIRIN’

Heyet piştre li bajarê Qamişloyê li gel Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya MSD’ê Îlham Ehmed re hevdîtinek pêk anî û têkildarî geşedanên herêmê yên siyasî, ewlehî û aborî yên dawîn agahiyên berfireh hatin parvekirin.

Îlham Ehmed di hevdîtinê de diyar kir ku diyaloga di navbera partiyên siyasî yên Kurd de hê jî dewam dikin û di mijara yekîtiyê de hevdîtinên girîng tên kirin. Îlham Ehmed da zanîn ku wê di 18’ê Nîsanê de konferansek were lidarxistin û piştî vê konferansê wê komîteyeke ku çavdêriya pêvajoya amadekirina Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê ya nû bike, were avakirin.

Îlham Ehmed bal kişand ser girîngiya beşdarbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoya amadekrina Qanûna Bingehîn û diyar kir ku wê ji pêkhateyên civakê yên cuda komîte werin avakirin. Îlham Ehmed anî ziman ku avakirina van komîteyan a beriya nivîsandina Qanûna Bingehîn pêngaveke mecbûrî ye û qala cezayên DYE’yê yên li hemberî Sûriyeyê kirin û diyar kir ku Rojava jî ji vê rewşê bêpar nîne.

‘TIRKIYE RÊ LI BER KRÎZA MIROVÎ VEDIKE’

Îlham Ehmedê piştre destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrtiyeyê dewam dikin û da zanîn ku qutkirina çavkaniyên avê ya bi zanebûnî bi taybetî jîli Kantona Hesekê rê li ber ziwabûneke cidî vekiriye û got ku nêzîkî milyonek welatî nikarin xwe bigihînin ava vexwarinê ya paqij. Ahmet îfade kir ku ev êrîşên Tirkiyeyê li herêmê rê li ber krîzên mirovî vedikin. 

Îlham Ehmed di dewama axaftina xwe de rêveberiya Şamê rexne kir û diyar kir ku ev rêveberî bi temamî xwe dispêre îdeolojiya Îslamî û selefî û ji ber vê yekê jî nûnertiya avaniya Sûriyeyê ya pirneteweyî û piçandî nake.  Ahmet da zanîn ku rejîm li hemberî civaka navneteweyî îmajeke hesas nîşan dide lê belê kiryarên wê ne wisa ne.

Îlham Ehmed herî dawiyê jî bal kişand ser girîngiya amadekirina Qanûna Bingehîn a zelal û berfireh ku bibe bingeha hilbijartinên demokratîk û diyar kir ku heya belgeyeke wisa nebe dê di pergala hilbijartinan de tim pirsgirêk rû bidin.

Heyet di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Rojava de wê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (QSD) Mazlûm Ebdî re jî hevdîtinekê pêk bîne.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kobanê hilberîn û çandiniya bi destê jinê
Nûçeya Pişt re Biryara binçavkirina Alîkara Şaredarê Beykozê hate dayin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îlham Ehmed wê di konferansa Stenbolê de biaxive

Di roja destpêkê ya Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî de Hevseroka Dsteya Têkiliyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Geverê dagirkeran ji 2 baskan ve dest bi êrîşa leşkerî kirin

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Geverê li qadên bejahî, gund, zozan û gundikan dest…

Ji aliyê Stêrk TV

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Rojava hatin bibîranîn

Berxwedêrên Rojiya Mirinê (14’ê Tîrmehê) di salvegera 44‘emîn de li bajarên Rojavayê Kurdistanê hatin bibîranîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Xwendekarên li Qamişlo û Dêrikê ji bo Kurdî û Zanîngeha Rojava meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Til Temirê mayinek teqiya, kesek birîndar bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Dirbêsiyê û Amûdê çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinan li Qamişloyê komxebata diyalogê lidar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?