Medya Iraqê ragihand ku şeva Şemiyê hêzên nû li baregeha leşkerî ya K1 a li Kerkûkê hatine bicihkirin. Hate gotin, herî kêm 60 efserên nû yên Emerîkî li baregehê hatine bicihkirin.
Li gorî çavkaniyên ewlekariyê, leşkerên DYE’yê yên li baregeha leşkerî ya K1’ê û yekîneyên Têkoşîna li dijî Terorê ya Iraqê operasyoneke leşkerî ya hevpar plan dikin. Têkildarî armanca vê liv û tevgera leşkerî agahî bi dest neketin.