Duşem, 2 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Aştiyê ji Îzmîr û Stenbolê bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve diçin: Bila deriyên Îmraliyê vebin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gelek bajaran çalakiyên Roja Kobanê ya Cîhanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gel bi girseyî çû serdana taziyeya birayên Koçer

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Aykût Ozmen li Stenbolê, Fahrettîn Ozkan jî li Mersînê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd li Antalyayê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şînoyê 3 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê banga naskirina Statuya Taybet a Şengalê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sineyê doz li 2 jinên aktîvîst hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Ya ku berxwedana Kobanê kir destaneke bêhempa yekîtiya gelê me bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê zarokeke 15 salî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: ‘Divê jin beşdarên yekser ên pêvajoya aştiyê bin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê di 10 mehan de 29 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê kampa perwerdeyê ya jinan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çîgdem Kiliçgun Uçar: Deriyên Îmraliyê vekin
Rojane

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Deriyên Îmraliyê vekin

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di kongreya li Dîlokê de bal kişand ser tecrîdê û diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê şert e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Tebax 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Dîlokê li eywaneke dawetan a li navçeya navendî ya Alebanê bi dirûşma “Bi civaka rêxistinkirî ber bi jiyana azad ve” 7’emîn Kongreya Asayî lidar xist. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tevlî kongreyê bûn. Li eywana kongreyê pankarta “Denîz Poyraz rûmeta me ye” ku wêneyê xebatkara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Denîz Poyraz a li Îzmîrê hatibû qetilkirin li ser, hatibû daliqandin.

Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Uçar, ji ewil bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê tên kirin û wiha got: “PDK bi AKP’ê re hevkariyê dike. Îktîdara AKP-MHP’ê di mijara pirsgirêka kurd de tercîhek kir. Gelê kurd ev sed sal in li dijî mejiyê dibêje ‘pirsgirêka kurd çareser nabe’ li ser pêya ye. Kurdistan piştî şerên qewimîn kirin çar parçe û li her çar parçeyan gelê kurd rastî polîtîkayên pişaftin û zextê tê. Divê gelê kurd li dijî vê rewşê yekitiya xwe ya neteweyî ragihîne.”

Bi domdarî Uçar êrişa DAÎŞ’ê ya di 20’ê tebaxa 2016’an de li Dîlokê li dijî dawetekê pêk anî û 57 kes qetilkirî bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Duh, salvegera Komkujiya Şengalê bû. Li pêş çavên hemû cîhanê li dijî êzidiyan qirkirin pêk anîn. Kurdan, cîhan ji barbariya DAÎŞ’ê xelas kirin lê AKP-MHP dixwaze wan dîsa biafirîne. Di êrişên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê de ev çeteye tên bikaranîn. AKP-MHP hewl didin Kurdistanê bi destê DAÎŞ’ê bixin bin kontrola xwe. Lê çi bikin jî em ê dev ji nirxên xwe bernedin.”

Uçar, anî ziman ku di hilbijartinên dawî de li Kurdistanê ne tenê şaredarî bi dest xistine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me bersiv da polîtîkayên şer û tecrîdê. Şaredarî ne tenê cihên xizmetê ne, di heman demê de cihê dîrok lê tê nivîsandin û bi îro dike yek e. Lewma qeyûman tayîn dikin. Paradîgmaya me ne tenê li Rojhilata Navîn, ji her devera cîhanê re dibe mînak. Hêzên hegemon jê ditirsin. Em ê jiyana hevpar a li Rojava aj dayî li her deverê zindî bikin. Nekarin bi plana têkbirinê, qeyûm û şer avadaniya civaka Kurdistanê têk bibin. Hêzên ewlekariyê yên di dema çalakiyê de li ser pankartên me bi hûr û kûr lêgerînê dikin, destûrê didin ku tiryak li bajarên me belav bibe. Daxwaza her kesî, Tirkiyeyeke bêyî AKP-MHP’ê ye. Di bingeha hemû pirsgirêkên niha de pirsgirêka kurd heye.”

Di berdewamê de Uçar bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Ev 41 meh in tu agahî jê nayên girtin. Azdaiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd pir girîng e. Pêdiviya îktîdarê bi birêz Ocalan heye. Deriyên Îmraliyê vekin. Bandora birêz Ocalan li ser gelên Tirkiyeyê heye. Li hêla din îktîdara AKP’ê ji nivîsên ‘Pêşî Peya’ ya ku şaredariyên me li kolanan nivîsandiye ditirse. Ma hûn ji çi dirisin? Êrişî govendên kurdan û dirûşman dikin. Hewl didin wan krîmînalîze bikin. Çi bikikn jî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ heqîqeteke. Ew çi bikin jî dirûşma aştiyê ‘Bijî Serok Apo’ ye û em ê her berz bikin.”

Dema Uçar behsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikir, gelek caran axaftina wê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hate qutkirin.

Piştî axaftinan hilbijartin hat kirin û Candan Yavuzer û Mehmet Ozkan weke Hevserokên DBP’ê yên Dîlokê hatin hilbijartin.  

Kongre, bi gerandina govenda li ber stranên kurdî bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DÎLOK

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jinên kantona Efrîn û Şehba: Cezayê darvekirinê ji bo têkbirina têkoşîna jinan e
Nûçeya Pişt re Hêzên li baregeha DYE’yê ya li Kerkûkê hatin zêdekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Iraqê aktîvîsta mafên mirovan Hamsa Casim hate kuştin

Li wîlayeta Wasitê ya Iraqê, aktîvîsta mafên mirovan Hamsa Casim di wesayita xwe de hate…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: Îdiaya ‘sivîl tên astengkirin’ a Şamê ne rast in

QSD’ê diyar kir ku ˋWezareta Parastinêˊ ya hikumeta demkî îdia dike ku hêzên QSDˊê rê…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên gerîla li Zap, Metîna û Heftanînê lê dan

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap, Metîna û Heftanînê gelek çalakî kirin. Di çalakiyan de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dayikên Aştiyê ji Îzmîr û Stenbolê bi rê ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve diçin: Bila deriyên Îmraliyê vebin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Gelek bajaran çalakiyên Roja Kobanê ya Cîhanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gel bi girseyî çû serdana taziyeya birayên Koçer

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?