Şemî, 17 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kaytan û Altûn li gelek navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê endama DEM Partiyê Mizgîn Denîz hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Hakki Boltan ji ber pirtûkên weşand, kete ber lêpirsînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyê dîrokî yê piştî 42 salan hatî: Wêneyê Rêber Apo yê li Şamê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê banga ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn: Elewî di nav pêvajoyê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Wanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sayyîgît: Bi navê aştiyê rûpelekî nû vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê ji bo bîranîna mezin banga tevlîbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê berxwedana li dijî dorpêça Iraqê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bilikî: Em dilsozê stratejiya Rêber Apo ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besta Botan: PKK’bûyîn wê ji bo me timî serbilindî û rûmet be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA bi panelan dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê kongreya NADA tê lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê Şirîn Elemhûlî û Hozan Mizgîn hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Roja Dayikan de banga aştiyê hat kirin: Dema têkoşîn û serkeftinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinên Kurd û navê berxwedanê: Hozan Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV ÇAND’ê hunermenda şoreşger Mizgîn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Kolnê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • RIHA
  • HESEKÊ
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê 2 şehîd bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê 2 şehîd bi bîr anî

HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bi bîr anî û got, “Hevrêyên me Rojhat û Ajwan Milîtaniya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya di partiya me PKK’ê de şênber bûye, bi cih anîn.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Sibat 2025 Dema xwendinê: 18 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Hevrêyên me Rojhat Serhed û Ajwan Çilçeme li Herêmên Parastinê yên Medyayê di demên cuda de di êrîşên dijmin de şehîd bûn. Em hevrêyên xwe yên şehîd bûne, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna wan bigihînin serketinê.

Di sala 2024’an de berxwedaneke destanî hate raberkirin û derbeyên herî giran ên dîrokî li artêşa Tirk a dagirker hatin xistin. Hevrêyê me Rojhat û Ajwan di sala 2024’an de di pêngavên şoreşgerî de cih girtin û wezîfeyên xwe yên milîtaniyê yên Apoyî bi rengekî herî baş bi cih anîn. Bi ked û têkoşîna xwe ya li ser xeta fedayîtiyê, di dîroka lehengiyê ya gelê me de cih girtin. Hevrêyên me Rojhat û Ajwan xwe ji azadiya gelê me berpirsyar dîtin û ji Bakur û Rojhilatê Kurdistanê beşdarî nava refên gerîla bûn. Milîtaniya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya di partiya me PKK’ê de şênber bûye, bi cih anîn. Ji ti fedekariyê ne reviyan û têkoşîna bi fedayiyane weke mifteya serketinê dîtin. Hevrêyên me di jiyana xwe û şer de, ti carî ji sekna xwe tawîz nedan. Lewma hevrêyên me Rojhat û Ajwan ên ku di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girtin, di heman demê de ji bo me bûn hinceta hîn zêdetir têkoşînê.

Di serî de malbatên wan ên hêja ku du hevrêyên mîna Rojhat û Ajwan ên ji hevdû bi qîmettir bi têkoşîna azadiyê ya gelê me dan qezenckirin, em ji hemû gelê xwe yê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku bi pêşengiya şehîdên xwe meşa xwe ya serketinê bi azadiyê tacîdar bikin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Rojhat Serhed

Nav û Paşnav: Nîhat Şahîn

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik – Bav: Aliye – Reşît

Cih û Dîroka Şehadetê: 16’ê Mijdara 2024’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Nasnav: Ajwan Çilçeme

Nav û Paşnav: Yasîn Şêxe

Cihê Jidayikbûnê: Serdeşt

Navê Dayik – Bav: Zuleyha – Mûsa

Cih û Dîroka Şehadetê: 8’ê Mijdara 2024’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

ROJHAT SERHED

 

Ji dema têkoşîna me ya azadiyê pêş ketî û vir ve, gelê me yê Wanê bi bawerî û dilsoziyeke xurt bi Tevgera me re bû. Tevî hemû êrîş, komkujî û polîtîkayên koçberkirinê yên dijmin, berxwedaneke destanî raber kir û sekna xwe ya bi rûmet parast. Zarokên xwe yên herî hêja bêyî dudilî şand nava refên gerîla û wezîfeya xwe ya welatparêziyê bi serketî anî cih. Gelê me zanî ku ti cara azadî bêberdêl nabe. Gelê me yê Wanê gelek milîtanên fedayî yên ji hevdû bi qîmettir û mohra xwe li dîroka têkoşîna me xistin, mezin kir. Bi helwesta xwe ya zelal a li hemberî rejîma qirker, bû xwedî sekneke ku hemû gelê Kurdistanê ji xwe re mînak bigire.

Hevrêyê me Rojhat li navçeya Artemêt a Wanê di nava malbateke welatparêz de hate dinê ku rastiya wiha ya gel lê tê jiyankirin. Ji ber ku malbata wî dilsozê nirxên çandî, civakî û kevneşopî yên gelê me bû, hevrêyê me li gorî cewherê xwe mezin bû. Bi terbiye û sekna exlaqî ya ji malbata xwe wergirtî ji zarokatiya xwe û vir ve li derdora xwe hate hezkirin. Hevrêyê me Rojhat demekê li navendên qirkirinê yên dewleta Tirk xwend, lê tevî vê yekê jî ti carî ji nirxên xwe yên çandî dûr neket û bi sekna xwe polîtîkayên bişaftinê yên dijmin vale derxist. Hem ji ber ku têkoşîna me ya azadiyê li hemû Kurdistanê belav bûye û gelê me jî lê xwedî derdikeve, hem jî ji ber ku ji derdora wî ya nêz gelek kes beşdarî nava refên azadiyê bûne, hevrêyê me Rojhat ji biçûkahiya xwe ve têkoşîna me nas kir, ji têkoşîna fedayiyane ya gerîla bandor bû û bû heyranê vê têkoşînê. Lewma hevrêyê me gerîla ji xwe re mînak girt û xeyal kir ku beşdarî nava refên gerîla bibe. Wekî her zarokê Kurd rastiya dijmin û zext, êşkence û komkujiyên ku li gelê me hatiye kirin hîn di temenê biçûk de ferq kir. Ji ber vê li hemberî dijmin bû xwedî hêrseke mezin. Hevrê Rojhat dema hat serdema xwe ya ciwantî, rastiya têkoşîna me û berpirsyariyên li hemberî gelê mê hîn baştir fêm kir û ket nava lêgerîna têkoşînê. Hevrêyê me di pêvajoya ku dijmin dixwest gel û tevgera me teslîm bigire de, ji bo têkoşînê bi biryardar bû. Di ferqê de bû ku riya vê di tevlîbûna refên gerîla re derbas dibe. Ji ber vê di sala 2015’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û piştî hewldanek mezin û derbaskirina astengiyan, tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Rojhat ê ku perwerdeya xwe ya bingehîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît, di demeke kurt de fêrî jiyana çiya û gerîla bû. Hevrêyê me yê ku di ferqa gaveke nû û azad de bû, ji xwe re kir armanc ku ev jiyana çavkaniya xwe ji felsefeya Rêber Apo digire, di kesayeta xwe de temsîl bike. Ji ber vê hevrêyê me pêvajoyeke lêhûrbûnê ya girîng jiyan dikir û di kesayeta xwe de guhertinên pir girîng çêkirin. Hevrêyê me exlaqê ku ji malbata xwe girtî û exlaqê Rêbertiyê ji xwe re kir yek û di her kêliya jiyanê de nêrînên xwe nûjen kir. Hevreyê me rêgezên civaka exlaqî û polîtîk esas girt, texrîbatên ku pergalê li hemberî jin û xwezayê çêkiriye, di kesayeta xwe de derbas kir û meşa xwe ya jiyana azad bi gavên bawer domand. Di pêvajoya ku li hemberî êrîşên dijmin berxwedan di asta herî jor de dihat raberkirin de, tevlî nav refên gerîla bû. Xwest ku li gorî vê pêvajoyê bibe xwedî tevlîbûnek pêwîst. Ji ber vê bi kelecan, coş û moralek mezin tevlî perwerdeyên xwe yên leşkerî bû û xwest ku xwe di hunera gerîla ya şer de pêş bixe. Hevrêyê me bi van ked û hewldanan xwe gihand armanca xwe, bi asta ku di gerîlatiyê de gihîştiyê re ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak.

Hevrêyê me Rojhart piştî perwerdeya xwe qedand, bû gerîlayekî azadiyê yê xwedî danahev û li gelek cihên Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî xebatan bû. Hevrêyê me di qadên ku şer lê dijwar bû de cih girt û di vê pêvajoyê de xebatên ji hev gelek cuda meşand. Bi fedakarî û jiyana xwe ya dilnizm di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Ji bo ku li hemberî êrîşên dijmin hêza gerîlayên azadiyê di kesayeta xwe de temsîl bike, fêm kir ku divê xwe di gerîlatiya serdemê nû de pêş bixe. Di vê çarçoveyê de perwerdeyên leşkerî, teknîkî û bîrdozî girt. Hevrêyê me Rojhat di van pêvajoyên perwerdeyê de li aliyekî lêpirsîna xebatên pratîkî dikir, li aliyê din jî xwe ji bo şerekî mezin amade dikir. Hevrêyê me bi tevlîbûna xwe ya bêteredût, kesayeta xwe ya dirûst û kedkariya xwe re baweriya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Piştî ku perwerdeya xwe qedand, di xebatên girîng û stratejîk de cih girt. Hevrêyê me bi tevlîbûna xwe ya xurt baweriya hevrêyên xwe vala dernexist, hemû xebatên xwe bi awayek serkeftî pêk anî. Ji ber vê hevrêyê me Rojhat di vê pêvajoyê de danahevên rêxistinî û bîrdozî girt, her roj tevlîbûna xwe hîn zêdetir kir. Di pêvajoya ku êrîşên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bûn de, ji bo ku di tunelên şer de bi hevrêyên xwe re cih bigire israr kir û ji bo di israra xwe de serkeftî bibe gihîşt armanca xwe.

Hevrê Rojhat ê ku derbasî deverên berxwedanê bû, di tunelên şer de berxwedana bi hevrêyên xwe re ji bo xwe wek şansek dît. Hevreyê me di ferqê de bû ku nirxandina vê şansê bi mezinkirina têkoşînê dibe. Ji ber vê bi coş û kelecanek mezin berê xwe da xebatên pratikî. Hevrê Rojhat di gelek çalakiyên li dijî dijmin de, bi tevlîbûna xwe ya fedayî re di van çalakiyan de rolekî girîng lîst. Bi saya wêrekî û profesyonelbûna xwe ya li dijî dijmin, ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Beşdarî gelek çalakiyan bû û derbe li dijmin xist. Berpirsyariyên li hemberî gelê me pêk anî û serbilind bû. Hevrê Rojhat di 16’ê Mijdara 2024’an de di encama êrîşên dijmin de gihîşt şehadetê, bi daxwaz û azweriyeke mezin meşa azadiyê ya ku têde cih girtibû di lutkeyê de temam kir. Wek hevrêyên wî em ê erkên ku hevrê Rojhat dewrî me kirine, teqez bi cih bînin.

AJWAN ÇILÇEME

 

Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi sedan sal in li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser welatê me Kurdistanê di nava berxwedanê de bûye û bi derketina partiya me PKK’ê re hêviyên xwe yên azadiyê ji nûve xurt kir û kevneşopiya berxwedanê hê bi biryardarî domand. Gelê me yê Rojhilat ê ku bi felsefeya jiyanê û ramanên azad ên Rêber Apo xwe ji nû ve ava kir, ewladên xwe yên herî bi qîmet tevlî têkoşîna azadiyê kir û erka xwe ya welatparêziyê bêyî qisûr bi cih anî. Gelê me dizane ku azadî bi têkoşîna hevpar dikare bê bidestxistin. Gelê me her tim di nava berxwedanê de bûye û berdêl dane. Her şehadetek ji bo xwe kiriye sedema mezinkirina têkoşînê û şehîd weke hebûneke me ya herî pîroz û sembolên azadiyê yên gelê me pejirandiye.

Hevrêyê me Ajwan li bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de, ji dayik bû û mezin bû. Malbata hevrêyê me Ajwan tevî hemû zext û êrîşan jî çand û kevneşopiya xwe ya Kurdîtiyê parast û vê weke sedema hebûna xwe dît. Ji ber vê yekê hevrêyê me li gorî cewhera xwe mezin bû. Hevrêyê me Ajwan ê ku demek çû dibistanên sîstemê, li vir hê bêhtir ket ferqa hewldanên qirkirinê yên li ser gelê me. Ji ber vê yekê mîna gelek zarokên Kurd, ew jî dev ji dibistanê berda û bi malbata xwe re jiyana xwe domand. Hevrêyê me ji aliyek ve rastiya rejîma qirker û dagirker a li ser Kurdistanê dît û lêpirsîn kir, ji aliyê din ve meraqa wî ya li hemberî gerîlayên azadiyê yên ku ji bo azadiya gelê me têdikoşin, pêş ket. Bi taybetî bi heyraniyeke mezin çalakiyên ku gerîla li Bakurê Kurdistanê her ku diçe mezin dibû û avaniyên dewleta Tirk dihejand, dişopand. Piştre mudaxeleya gerîlayên azadiya Kurdistanê bi awayekî fedaî li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser gelek herêmên Kurdistanê û parastina gelê me ji êrîşên qirkirinê yên nû, bû sedem ku heyraniya hevrêyê me Ajwan li hemberî gerîla mezintir bibe. Hevrêyê me di wê zanabûnê de bû ku weke her ciwanek Kurd ê welatparêz li hemberî gelê xwe xwedî berpirsyariye û li ser vê bingehê biryardariya tevlîbûna wî ya li nava refên têkoşînê xurttir bû. Hevrêyê me yê ku ket nava lêgerînan, ji ber derfeta têkoşîneke xurt li herêma lê dima kêm bû, biryar da ku berê xwe bide çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Ajwan piştî perwerdehiya şervanên nû di demeke kin de hînê jiyana gerîlatî û çiyê bû. Hê di rojên destpêkê de fêm kir ku biryarek çawa rast daye. Hevrêyê me ji bo ku gelê me azad bibe bi hemû hêza xwe têkoşîn kir û xwe di aliyê îdeolojîk, leşkerî û jiyanî de pêş xist. Hevrêyê me di pêvajoyeke ku êrîşên dijmin ên li ser gelê me û Tevgera me dijwar bû de, tevlî nava gerîla bû û ev yek hişt ku di demeke kin de hînê şert û mercên şer bibe. Hevrêyê me yê ku di ferqa berpirsyariyên pêvajoyê de bû, li ser vê bingehê bû xwedî kedek mezin. Hevrêyê me Ajwan piştî ku perwerdehiya xwe bi rengekî serketî bi dawî kir, berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê û li gelek qadan pratîk meşand. Hevrêyê me tevlî hemû qonaxên amadekirina tunelên şer bû ku yek ji taktîkên me yên şerê serdema nû ye û baweriya xwe ya bi vê taktîkê bi xebata xwe nîşan da. Hevrêyê me ku bi kesayeta xwe ya fedekar û kedkar tê naskirin, bi moral, coş û kelecaneke mezin tevlî her karî bû. Hevrêyê me bi vê taybetmendiya xwe milîtanekî mînak bû û di heman demê de bi kesayetiya xwe ya dilnizim hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me Ajwan ti caran asta îdeolojîk û têkoşînê ya ku xwe gihandiyê bes nedidît, di wê zanabûnê de bû ku ji bo pêkanîna Kurdistana azad ku hesreta bi hezaran şehîdên me ye, divê hîn bêhtir xwe pêş bixe. Ji bo vê jî hevrêyê me pêşî biryar da ku di taktîkên gerîla de xwe pêş bixe û li ser vê bingehê bi perwerdehiya profesyoneltiyê ya ku standî re ev armanc bi ser xist. Hevrêyê me perwerdehiya ku dîtî kir bingeha têkoşînê û di heman demê de li ser felsefeya jiyana azad a Rêber Apo lêhûrbûnên xwe kûr kir. Hevrêyê me weke milîtanekî Apoyî hewl da paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêber Apo bi jiyanî bike, li ser vê bingehê têkoşîna li dijî dewleta Tirk a dagirker weke erka xwe ya bingehîn nirxand û pêşniyar kir ku biçe qadên şer.

Hevrêyê me Ajwan ji ber tevlîbûna xwe ya çalak û asta lêhûrbûna xwe, baweriya hevrêyên xwe qezenc kir û berê xwe da qadên ku li dijî dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke dîrokî lê tê kirin. Li vir hevrêyê me li gel hevrêyên xwe li dijî hemû êrîşên dewleta Tirk bi îradeya xurt a Apoyî û dewlemendiya taktîkî bersiv daye û bûye xwedî hewldaneke girîng a mezinkirina berxwedanê. Hevrêyê me li gelek qadan hem li tunelên şer hem jî bi rengê yekîneyên gerîla yên nîv bi tevger têkoşiya, li dijî êrîşên hovane yên dijmin bi awayekî fedaî li ber xwe da û di çalakiyên ku tê de cih girt de bi wêrekiyek mezin şer kir. Hevrêyê me Ajwan Mijdara 2024’an di êrîşeke dijmin de şehîd bû; Bi kesayeta xwe ya durust, fedakar û dilnizim bi girêdana xwe ya bi nirxên neteweyî ya gelê me re, ji bo hemû hevrêyên xwe bû mînak. Em weke hevrêyên wî soz didin ku, em ê xeyalên hevrêyê xwe Ajwan li her çar aliyê Kurdistanê bi ser bixin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rojnamevan Alî Bariş Kurt hate girtin
Nûçeya Pişt re YRD: Rojnamevan Azîz Koyluoglû şehîd bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gundên Pasûrê di bin bendavê de dimînin: Em ê warê xwe neterikînin

Gundiyên navçeya Pasûrê ku gundê wan wê di bin bendavê de bimîne, diyar kirin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kantona Firatê namzetên hevşaredariyê dest bi xebatên xwe kirin

Li kantona Firatê bi Hevbendiya partiyan heta niha 334 namzetan xwe hilbijartine û dibêjin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Parlamenteriya Can Atalay hat desteserkirin

Li Meclîsê tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî erka parlamenterê girtî Can Atalay hat desteserkirin.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Wanê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Sayyîgît: Bi navê aştiyê rûpelekî nû vebû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Dersimê ji bo bîranîna mezin banga tevlîbûnê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê berxwedana li dijî dorpêça Iraqê dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?