Xelata Fîzîkê ya Nobelê ya 2026’an ji fîzîknasê Belçîkî Francis Halzen re hate dayin. Komîteya Nobelê diyar kir ku Halzen ji ber tevkariya xwe ya diyarker a li mala çavdêriyê IceCube ku mezintirîn teleskoba notrino ya cîhanê ye û ji ber rola xwe ya di keşfa notrînoyên bi enerjiya bilind a ji ber astrofîzîkî hêjayî xelatê hatiye dîtin.
IceCube ya ku Halzen pêşengiyê jê re dike ji hezaran sensoran pêk tê û ji bo tespîtkirina notrinoyan bi 2,5 kîlometre li binê cemeda li Antartîkayê hatiye bicihkirin. proje ji bo lêkolînkirina bûyerên herî bi enerjî yê gerdûnê û çavkaniyên kozmîk ên notrînoyan weke amûrekê tê dîtin.
Xelata Fîzîkê ya Nobelê ya 2026’an piştî xelata tipê ya duyemîn a nobelê ye ku heta niha xwediyê wê hatiye eşkerekirin. Roja Duşemê Xelata Tipê radestî sê zanyarên ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Elmanyayê re hatibû kirin. Hersê zanyar ji ber lêkolînên xwe yên li ser karkirina mejî hêjayî xelatê hatibûn dîtin.
Xelatên Nobelê yên li qadên Tip, Fîzîkî, Kîmya, Wêje, Aştî û Aboriyê wê heta 12’ê Cotmehê her roj bê eşkerekirin. Xelata Aştiyê ya Nobelê ku herî zêde eleqeyê dibîne wê roja Înê bê eşkerekirin.
Xelatên Nobelê ji sala 1901’ê û vir ve tê dayin. Ji nava 633 xelatan tenê 68 xelat ji jinan re hatiye dayin.

