Sêşem, 20 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî avakirina komîsyona Meclisê ya ‘bi rayeya tam’ pêşniyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bi Partiya Saadetê re hevdîtinê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina navbera DEM Partî û DEVA 1,5 saetî dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bûcayê midûrê girtîgehê gef li girtiyên di greva birçîbûnê de ne xwar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Bûldan: Danûstandinên komîsyonê divê tavilê destpê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KDP û YNK’ê wê bi lîsteyên cuda bikevin hilbijartinên giştî yên Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sorxwîn Avesta: Di vê pêvajoyê de em ê erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    100 malbatên din vegeriyan Şengalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Ji kongreya destpêkê bêhtir wezîfeyên giran li pêşiya me ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê li gorî biryarên hatine wergirtin tevbigerin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Hevalê Fûat projektoreke îdeolojîk bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK’ê ji bo parastin û mezinkirina mîrateya şehîdan bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Kongreya 1’emîn ya Hevgirtina NADA hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Herfordê pêşangeha Hêviya Tawisê Melek hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê gerîlayên şehîd Nûda û Şiyar bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê gerîlayên şehîd Nûda û Şiyar bi bîr anî

HPG'ê gerîla Nûda û Şiyar ên beriya heft salan li Zapê şehîd bûn bi bîr anî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 16 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

“Milîtanên fedaî yên Apoyî hevrêyên me Şiyar û Nûda ku bi her awayî xwe tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me kirin û di her kêliyê de mohra xwe danîn binê serketinên mezin di 4’ê Îlona 2017’an de şehîd bûn. Hevrêyên me Şiyar û Nûda weke şervanên wêrek û fedaî mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hiştin ku neyê jibîrkirin. Em hevrêyên xwe Şiyar û Nûda bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin û soza serxistina têkoşîna wan didin.

Hevrêyê me Şiyar ku şervanê fedaî yê têkoşîna azadiyê ya gelekî bû ku li polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk a dagirker û mêtinger rast tê, bi sekna xwe ya li nava jiyanê, bi hevrêtiya xwe ya xurt û keda ku ji bo hevrêyên xwe dida bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me her kêliya jiyanê ji bo xwe weke perwerdeyê nirxand, dixwest tevkariyê li pêşketina hevrêyên xwe bike û bi şarezabûna xwe ya ji aliyê leşkerî ve, bi danheviya xwe ya îdeolojîk û sekna xwe ya bi biryar a li ser xeta fedaîtiyê navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand. Hevrêyê me Şiyar weke şopdarê hevrêyên xwe yên fedaî haya xwe ji wezîfeyên xwe yên dîrokî hebû û ji bo hêjayî şehîdan bibe, kedeke mezin da.

Hevrêya me Nûda ku bi biryardarî û îdîayeke mezin meşa xwe ya azadiyê gihand asta herî bilind, li ser xeta fedaîtiyê bêteredût meşiya, li ser rêya Zîlanbûnê ti zehmetî li pêşiya xwe weke astengî nedît. Weke gerîlayeke YJA Starê ya şareza û serketî her wezîfe bi cidiyet û hesasiyeteke mezin bi cih anî. Hevrêya me ku ji zilma dewletê û berxwedana gerîla ya li Kurdistanê şahidî kir û bi vî rengî mezin bû, her tim hewl da derbên mezin li dijmin bixe. Hevrêya me bi israr bû ku di her kêliya jiyanê de felsefeya Rêber Apo bixe meriyetê, fedaîtî ji xwe re kir şêweyekî jiyanê û heta şehîd bikeve ji xeta fedaîtiyê tawîz neda. Wkee milîtaneke leheng a PKK û PAJK’ê bersiv da berpirsyariyên xwe yên demê.

Milîtanên fedaî yên partiya me PKK’ê û ewladên leheng ên gelê me hevrêyên me Şiyar û Nûda mîrateyeke mezin a têkoşînê ji şopdarên xwe re hiştin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne bila serê xelkê me yê welatparêz ê Wan, Şirnexê û tevahiya gelê me yê Kurdistanê sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Şiyar Cûdî
Nav paşnav: Ersîn Arvas
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Zubeyde-Tahîr
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Îlona 2017 / Zap

Nasnav: Nûda Êrîş Andok
Nav paşnav: Denîz Bayar
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Fatma-Metîn
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Îlona 2017 / Zap

ŞIYAR CÛDÎ

Hevrêyê me Şiyar li herêma Geliyê Karkarê yê navçeya Westan a Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me ku malbat û derdora wî welatparêz bû, li nava malbateke kedkar a dilsozê nirxên Kurdistanî mezin bû. Di salên 1990’î de ku li Bakurê Kurdistanê gund dihatin şewitandin û kuştinên kiryar nediyar gelekî rû didan, ji ber zilma dewletê malbatê koçî Wanê kir. Hevrêyê me cewhera xwe her tim parast. Li gel ku li bajêr dima her firsendê berê xwe dida gundê lê ji dayik bû û tevlî jiyana xwezayî dibû ku gelekî jê hez dikir. Di temenekî biçûk de şahidî ji polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst mêtinger re kir ku li dijî gelê me dimeşand. Hevrêyê me li dibistanên dewleta Tirk ên ku hêlîna asîmîlasyonê ya sîstemê ne, demekê xwend û li hemberî hewldanên dewletê yên ji bo yektîpkirinê her tim bû xwedî acizî û nerazîbûnê. Hevrêyê me Şiyar ji bo bersivê ji lêgerîn û nakokiyên xwe re bibîne, tevlî nava karên ciwanan ên şoreşger û welatparêz bû. Hevrêyê me li nava karên ciwanan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker têkoşîneke rêxistinbûyî meşand, di vê pêvajoyê de derfet dît ku Rêber Apo û partiya me PKK’ê hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Her ku partiya me PKK nas kir hîn bêhtir tevlî kar bû û ji xwe re kir armanc ku li gorî pîvanên jiyanê yên partiyê tevbigere. Ji milîtanên Apoyî yên li nava karên ciwanan ên şoreşger û welatparêz bi bandor bû. Hevrêyê me xwest têkoşîna xwe mezin bike, di vê pêvajoyê de kedekê bide û kete nava kûrbûneke mezin. Weke her ciwanekî Kurd ê bi rûmet, bêdengiya li hemberî zilmê qebûl nekir. Hevrêyê me zanîbû ku siyaseta înkar û îmhayê ya li Kurdistanê tenê bi têkoşîna gerîla ya ku li çiyayên azad ên Kurdistanê tê meşandin dikare ji holê bê rakirin û bi dirûşma ‘Rêbertiyê Azad û Kurdistana Azad’ sala 2007’an tevlî nava refên gerîla bû. Bi tevlîbûna li nava refên gerîla re serbilind bû ku biryareke dîrokî da.

Hevrêyê me Şiyar ku ji Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, ji bo perwerdeya şervanên nû derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû û bi tevlîbûna xwe ya bi moral xwest beşdarî her karî bibe. Bi saya coş û daxwaza xwe ya hînbûnê ya li perwerdeyê di demeke kurt de bi pêş ket. Li nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku ji ewladên herî bi rûmet û leheng ên Kurdistanê pêk tên, hevrêyê me hevrêtiya rasteqîn û rastiya têkoşînê dît, bi vî rengî bi xurtî bi xeta partiyê ve hate girêdan. Hevrêyê me bi perwerdeya wergirtî ji aliyê şarezatiya leşkerî û îdeolojîk ve bi pêş ket, weke milîtanekî ji her wezîfeyê re amade, perwerde qedand. Piştî pêvajoya perwerdeyê ya serketî ji bo karên pratîkî derbasî herêmeke cuda bû. Hevrêyê me Şiyar ku di karên pratîkî de bû xwedî tecrûbe û gerîlayekî serketî, xwe ji wezîfeyên herî zehmet re pêşniyar kir û di gelek mijaran re ji hevrêyên xwe re bû alîkar. Bi tevlîbûna xwe ya kedkar û fedakar a li kar kete dilê hevrêyên xwe. Kûrbûna di îdeolojiya Rêbertî de, profesyoneliya gerîlatiyê û fedaîtiya ku tê wateya biryardariya li ser pîvanên milîtaniyê ji xwe re kir esas û pêşniyar kir ku beşdarî karên Hêzên Taybet bibe. Hevrêyê me di nava jiyana partiyê de felsefeya Rêbertî ji xwe re kir esas, bi vî rengî daxwaza xwe ya têkoşînê mezin kir û piştî ku pêşniyara wî ya tevlîbûna li nava Hêzên Taybet hate qebûlkirin, beşdarî pêvajoyeke xurt û zehmet a perwerdeyê bû. Bi saya şarezatiya xwe ya li branşên leşkerî û danheviya xwe ya îdeolojîk di demeke kurt de gihîşt wê astê ku bi berpirsyarî rabe. Ji bo hevrêyên wî bibin gerîlayên profesyonel ên li gorî rastiya Rêbertî û nirxên partiyê gelekî ked da, hewl da. Hevrêyê me Şiyar 24 saetên xwe ji bo bidestxistina rêbaza jiyanê û şer a rast bi kûrbûnê derbas kir û di her kêliyê de ked da hevrêyên xwe, ev yek weke wezîfeyeke civaka azad, polîtîk û exlaqî dît. Hevrêyê me di nava têkoşînê de li gelek qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê pratîk meşand, li her qadê di demeke kurt de bi hevrêyên xwe re bû yek û wezîfeyên xwe hemû bi serketineke mezin bi cih anî. Her tim hewl dida bi xurtî tevlî bibe, kedê bide û kete nava lêgerîna li rê û rêbazên vê yekê. Li ser bingeha kûrbûna di fedaîtiyê de hewl da. Bi rastiya ku fedaîtî tê wateya xizmeta ji civakê û mirovahiyê re, jiya û şer kir. Bi sekna milîtaniyê bû mînak ji hevrêyên xwe re û bi sade, têgihiştîbûn û sekna xwe ya cewherî ji bo her kesî bû cihê hezkirinê.

Hevrêyê me Şiyar ku bi felsefeya Rêber Apo li ser xeta şehîdan meşiya, bû fedaî û her kêliya jiyana xwe da têkoşînê û tevlîbûneke xurt kir. Hevrêyê me Şiyar di 4’ê Îlona 2017’an de li herêma Zapê di êrîşa dijmin de tevlî nava karwanê şehîdan bû.

NÛDA ÊRÎŞ ANDOK

Hevrêya me Nûda li Silopiyayê ku yek ji navendên girîng ên berxwedanê yên Botanê ye, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku tevlîbûnên xwe li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hebû. Li xaka ku bi girseyî û serhildana tevlî nava têkoşîna me ya vejînê bû, hevrêya me mezin bû û hîn biçûkanî di nava têkoşînê de mezin bû. Weke jineke Kurd a ciwan hevrêya me Nûda dît ku nasnameya wê ya neteweyî tine tê hesibandin, îradeya jinê bi ti awayî nayê dît û bala xwe çû ser Îdeolojiya Azadiya Jinê ku di rastiya PKK’ê de hate afirandin. Hevrêya me li dibistanên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a mêtinger polîtîkayên bênasnamehiştin û qutkirina ji cewhera xwe ya ciwanên Kurd dît, biryardariya têkoşîna li hemberî van polîtîkayên qirêj ên dagirkeran nîşan da. Hevrêya me Nûda bi tevlîbûna li nava karên ciwanan partiya me hîn bêhtir ji nêz ve nas kir, di nava têkoşînê de pêşengî ji ciwanên Kurd re kir. Li gel temenê xwe yê ciwan jî di gelek karî de ked da. Her ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li Kurdistanê dît, biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê mezin kir, li nava refên partiya me hêzeke mezin ji berxwedana destanî wergirt. Piştî ku kekê wê tevlî bû, hevrêya me lêgerînên xwe xurt kir û di pêvajoya Berxwedana Kobanê de di dema seferberiyê de bi rengekî çalak tevlî kar bû. Demekê li qada civakî kar kir, rûyê qirêj û rast ê dewleta Tirk a dagirker baştir nas kir. Hevrêya me fêhm kir ku tenê bi berxwedana gerîla ya dîrokî ya li çiyayên Kurdistanê gelê me dikare bibe xwedî paşerojeke azad, lewma biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Berê xwe da çiyayên Kurdistanê û xeta rast a têkoşînê nîşanî ciwanên Kurd da.

Hevrê Nûda di sala 2015’an de tevlî nav refên gerîla bû û perwerdeya xwe ya destpêkê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît. Hevreya me ya ku bi perwerdeyê re zû bi pêş ket û bi jiyana pîroz a gerîla re bû yek, bi daxwaz û hezkirinek mezin tevlî nava karên şoreşê bû. Zindîbûna wê ya li qada pratîkî û ji danahevê hevalan sûd wergirtina wê, hişt ku di demeke kurt de bi pêş bikeve. Bi detayên ku di derbarê serweriya erd û jiyana gerîla de fêr bû xwest di pêvajoya şer de roleke çalak bigire û hêrsa xwe ya li hember dijmin her ku çû zêdetir kir. Hevrê Nûda ku di xeta PAJK û PKK’ê de bi gavên ji xwe bawer meşiya û tempoya xwe her ku çû xurtir kir, di demekê kurt de bû gerîlayeke YJA Starê. Hevreya me ya ku rola pêşeng a jinê ya têkoşîna me û civakê dît, di vê çarçoveyê de xwe perwerde kir, di jiyan û şerê li hemberî dagirkeran de îdîaya xwe nîşan da ku li refên herî pêş be. Bi lêhûrbûna xwe ya artêşbûna jinê ya ku bi keda Rêbertî û hevalên şehîd hatiye pêşxistin re her tim armanc kir bibe bersiva pêvajoyê şer. Bi pêşketina xwe ya xeta jinê, hevaltiya xwe ya xurt û rêbaza xwe ya girêdayî serketinê her tim ji hevalên xwe re bû mînak. Hevreya me ya ku her ku bîrdoziya Rêber Apo ya Azadiya Jinê fêm kir xwe hîn zêdetir bi têkoşînê re girê da û xwest nirxên ku bi keda şehîdan hatiye afirandin biparêze, pêşniyar kir ku tevlî xebatên Hêzên Taybet bibe. Bi zanabûna fedaîtî cewhera PKK’ê ye xwest mîsyona xwe ya dîrokî pêk bîne. Bi tevlîbûn û sekna xwe ya xwedî îrade di pêvajoya perwerdeyê ya Hêzên Taybet de yên zehmet her astengî derbas kir. Hevrêya me her tim di nav lêgerîna rê û rêbazên hîn xurtir de bû ku tevlî bibe û dixwest êrîşên dijmin vala derxe, lewma hemû erkên xwe bi serketî bi cih anî. Hevrê Nûda ya ku ji bo bibe xwedî alavên bîrdozî û di qada leşkerî de jî xwest bibe pispor, bi perwerdeyên ku dît re bû mîlîtaneke YJA Starê ya xwedî ruhê serketî yê demê. Li hemberî êrîşên dagirkeran ku dixwazin hêviyên gelê me yê azadiyê biçewisînin hîn zêdetir têkoşînkirinê re bersiv da û têkoşîna xwe ya di bin banê Hêzên Taybet de bi gaveke din bi pêş ve bir. Hevrêya me ya ku bi cidiyetek mezin û îradeya şoreşgerî nêzî erkên xwe dibû, bi pratîka ku raber kiriye ji hevalên xwe re bû xwedî seknek mînak a mîlîtaniyê. Bi rûyê xwe yê ken, kedkariya xwe û kesayeta xwe ya ji dil bandorek mezin li ser hevalên xwe kir.

Li qada Zapê ku qada erka hevrêya me ya dawî bû de, di xebatên Partiyê de bi fedakarî, mutewazîbûn û di xeta azadiya jinê de jî sekna xwe ya zelal re di dîroka têkoşîna me de cihê xwe girt.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DFG: Zextên li ser çapemeniyê zêde bûn
Nûçeya Pişt re Li Şamê di êrîşê de zavayê Nasrallah jî di nav de 4 kes mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çînê yekemîn astronotê sivîl şand fezayê

Çînê yek jê sivîl bi giştî sê astronot şand fezayê.

Ji aliyê Stêrk TV

MKG: Meha Nîsanê 2 rojnamevanên jin hatin binçavkirin, 9 jî hîn girtî ne

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên mirovan a Nîsana 2025'an eşkere kir.…

Ji aliyê Stêrk TV

Di 15’ê Tebaxê de tevlî nava refên gerîla bûn

Komek ji ciwanên Kurd û enternasyonalîst di salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê de beşdarî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Asyaya Navîn di meha Gulanê de germahî gihîşt 40°C

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

WHO: Li Xezeyê 2 milyon kes bi mirina ji ber birçîbûnê re rû bi rû ne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KDP û YNK’ê wê bi lîsteyên cuda bikevin hilbijartinên giştî yên Iraqê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Bûcayê midûrê girtîgehê gef li girtiyên di greva birçîbûnê de ne xwar

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?