Yekşem, 11 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ozsoy: Dewlet hîn jî bi rengekî taktîkî nêzî meseleya Kurd dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdên li Rûsyayê komploya navneteweyî şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hacî Gecîken ê ku piştî 8 salan hat berdan, hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêya yekane ya serketina pêvajoyê rêxistinbûn û yekîtî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di salekê de 2 hezar û 33 kes hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 9’ê Cotmehê li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Îlham Ehmed: Di mijara çareseriyê de em bi biryar in ku lihevkirenekê bikin
Rojava

Îlham Ehmed: Di mijara çareseriyê de em bi biryar in ku lihevkirenekê bikin

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed anî ziman ku projeya Rojava wê berjewendiyên hevpar ên li gel Tirkiyeyê biparêze û got: ‘’Em jî weke Kurdên Rojava bi biryar in ku di mijara çareseriyê de lihevkirinekê bikin.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di gel ku bandorên seredana Komîsyona Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê ya ji bo Girava Îmraliyê ya di 24’ê Mijdarê de xwe nîşan didin, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed bandorên seredanê yên li ser herêmê ji Numedia24’ê re nirxand. Îlham Ehmed seredana berbehs weke ‘’pêngaveke dîrokî’’ pênase kir û anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê pêvajoya diyalogê were domandin.

Tê diyarkirin ku meseleya Rojava û entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a ji artêşa Sûriyeyê re di nava mijarên seredanê de ne. Îlham Ehmed da zanîn ku weke Kurdên li Sûriyeyê wan projeyeke berfireh a çareseriyê heye û got: ‘’Ger em qala bandora vê pêvajoyê ya li ser Rojava û hemû Sûriyeyê bikin, em dikarin bibêjin ku wê bi awayekî teqez bandorên wê yên erênî hebin.’’
Îlham Ehmed piştre ev yek anîn ziman: ‘’Di vê serdema dîrokî de, weke Kurdên li Rojava û hemû gelên li Sûriyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Sûriyeyê me projeyeke zelal û berfireh heye. Weke ku ji destpêkê ve ye em ji vê projeya xwe bawer dikin, di heman demê de a niha jî tu hewlên me yên çareseriyê ne li dijî Tirkiyeyê ne.’’

Îlham Ehmed axaftina wiha domand: ‘’Her wiha em dikarin bibêjin ku ev projeya me wê berjewendiyên me yên hevpar ên li gel Tirkiyeyê jî biparêze. Girêdayî vê yekê em jî weke Kurdên Rojava bi biryar in ku di mijara çareseriyê de lihevkirinekê bikin.’’

Îlham Ehmed têkildarî îdîayên ku Rêber Apo ji QSD’ê re peyameke ‘’çekdanînê’’ şandiye jî axivî û got ku mijara berbehs bes ne QSD’ê di heman demê de Koalîsyona li dijî DAÎŞ’ê û rêveberiya Şamê jî eleqedar dike û got: ‘’Ji ber wê yekê rewşeke wisa heye ku bi qasî me, rêveberiya Şamê û hevparên me yên navneteweyî jî eleqedar dike. Divê em berpirsiyariyên aliyan ên têkildarî vê mijarê ji bîr nekin. Li gel Rêveberiya Şamê ya demkî pêvajoya leşkerî û entegrasyona siyasî berdewam dike û têkildarî vê mijarê em nêzîkî lihevkirineke girîng in. Lê belê muzakereya hurgiliyan berdewam dike.’’

Îlham Ehmed piştre jî bal kişand ser lezginiya mijarên vegera koçberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê û vekirina deriyên sînor û destnîşan kir ku rêveberiya Rojava ji bo vekirina deriyê Nisêbîn-Qamişlo li gel Enqereyê hevdîtinan bi rê ve dibe û ew di vê mijarê de bi biryar in.’’

Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku yek ji bandora pêvajoya aşitiyê vebûna kanalên diyalogê ya di navbera aktorên siyasî yên Kurd ((PKK, PDK, YNK, QSD, ENKS, DEM Partî û hwd.) de ye û ev yek anîn ziman: ‘’Êdî hemû hêzên Kurd di wê baweriyê de ne ku divê ji derfetên ku di vê pêvajoya dîrokî de derdikevin holê, sûd werbigirin. Êdî dem hatiye ku hemû hêzên Kurdan îradeyeke yekbûyî ava bikin, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Rojhilata Navîn erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Nûçeya Pişt re Sersaxî ji malbata şervanê QSD’ê şehîd Ezîz Şêx Elî re hate xwestin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ceylan Akça: Gel bi zehmetiyên pêvajoyê û hesabên desthilatdariyê zane

Parlamentera Amedê Ceylan Akça ku beşdarî civînên gel ên DEM Partiyê bû got, "Gel bi…

Ji aliyê Stêrk TV

TCŞ a Sûriyeyê kongreya xwe ya 4’emîn lidar dixe

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi dirûşmeya ‘Bi ruhê şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Engîn Sever: Di festîvalê de em ê îradeya xwe nîşan bidin

Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn bi dirûşma ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ 13’ê Îlonê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li peravên Cibutiyê keştiyeke koçberan noqî binê avê bû: Herî kêm 109 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Êrîşî avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Meksîkayê hişyariya Bagera Simon

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li gorî Trump, Putin dixwaze bi Ûkraynayê re li hev bike, lê Zelenskiy naxwaze!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?