Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand, duh du girtiyên Kurd ên bi navê Muîn Selawerzî Zade (58) ê xelkê Îlamê û Mensur Mensurî (44) yê xelkê Îlamê ku bi îdiaya ‘kuştinê’ hatibûn girtin, li girtîgeha Îlamê ji aliyê dewleta Îranê ve hatin bidarvekirin.
Di sala 2023’yan de li Îranê herî kêm 834 kes hatin bidarvekirin.