Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina wî, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Serlêdana nû ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Razîye Ozturk, Emran Emekçî, Îbrahîm Bîlmez û Cengîz Yureklîyî ve hate kirin. Parêzeran ji bo miwekîlên xwe yên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaşî jî serlêdan kirin.
Serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd û sê girtiyên din ên li Îmraliyê bi hinceta ‘cezayên dîsîplînê’ tên astengkirin. Tevî daxwazan jî nimreya dosyaya cezayê dîsîplînê bi parêzeran re nayê parvekirin.