Platforma Saziyên Demokratîk têkildarî girtina Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûmê ser şaredariyê daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hûnê nikaribin îradeya gel têk bibin. Îdianameya bi salan şûn ve der barê Ahmet Ozer de hatiye amadekirin pûç e, kêfî ye, bêhiqûqî ye û bêhikm e. Êdî tu hal û qeweta siyaseta vê desthilatdariya ku welat ber bi xreakirinê ve dibe, mafê bijartin û hilbijartinê desteser dike nemaye. Desthilatdarî îradeya gel nas nake. Armanca vê desthilatdariyê ne aştiya civakî ye, armanca wê aloziya civakî ye. Vê desthilatdariya ku encamên hilbijartina 31’ê Adarê qebûl nekir, ewilî li Colemêrgê qeyûm tayînî ser îradeya gelê kurd kir. Îro jî li Esenyurtê îradeya gel desteser dikin û dixwazin siyaseta xwe ya rantê bidomînin. Dixwazin îradeya gel îlegalîze bikin. Desthilatdarî dixwaze xwe bi vî awayî li ser linga bigire. Divê berxwedan û têkoşîna li Wan û Colemêrgê derket holê, niha jî li Esenyurtê hin bêtir bê berfirehkirin û were xurtkirin. Em li dijî înarê, asîmîlasyonê, tecrîdê, yekperestiyê û desteserkirina îradeya gel hemû gelan vedixwînin ku berxwedana demokratîk mezin bikin.”
DESTEYA RÊVEBERIYA NAVENDÎ YA DEM PARTIYÊ DICIVE
Piştî girtina Ozer, Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) wê li Stenbolê bicive.
Civîn wê bi serokatiya hevserokên giştî were lidarxistin û rojeva wê jî girtina Ozer û tayînkirina qeyûm a li şûna wî ye. Civîn dê li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Esenyurtê were lidarxistin. Tê payin ku piştre daxuyanî were dayin.
Piştî civîna MYK’ê wê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, endamên MYK’ê, Koma Meclisê û rêxistinên bajar û navçeyan saet di 16.00’ê de beşdarî daxuyaniya li pêşiya Şaredariya Esenyurtê bibin. Di vê çarçoveyê de DEM Partiyê bang li hemû rêxistinên xwe yên li seranserî Stenbolê kir.
Her wiha dê DEM Partî li seranserî bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî “xespa qeyûm” çalakiyên protestoyî li dar bixe û bang kir.