Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya 12’emîn salvegera komkujiya Şengalê daxuyaniyek nivîskî parve kir.
Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:
“3’yê Tebaxê salvegera jenosîda Şengalê ye ku di sala 2014’an de pêkhat. Meclîsa partiya me (PJAK) bi baweriya bi rewabûna doza azadiyê ya gelê me yê li Şengalê, di 12’emîn salvegera êrişa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê de, wî tawanê hovane bi tûndî şermezar dike. Gelê Kurdê Êzidî sembola nasnameya dîrokî û mînaka berxwedaniya me ya bi hezaran sale. Bi jenosîda li ser gelê me yê Êzidî hewl hat dayîn li ser tevayî gelê Kurd pêkbînin.
Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê êrişî ser navçeya Şengalê kirin. Bi hezaran Kurdên Êzidî yên bê parastin hatin qetilkirin. Jin û keçan revandin û kirin kole, bi hezaran kes neçarbûn berê xwe bidin çiyayan. Ev êrişa ku civaka Êzidî wek fermana 74’an bi nav dike, jenosîdeke eşkere ya li dijî gelê Kurdê Êzidî bû. Gelek hêzan ji beriya hemûyan jî dewleta Tirk piştgiriya komên çete yên DAÎŞ’ê dikir. Hinek hêzan jî li Başûrê Kurdistanê Êzidiyan bi tenê hiştin û rê li ber vê komkujiyê vekirin. Her çiqas di dema êrişan de dewlet û hêzên cîhanî bêdengî hilbijartin, lê piştî ku dostên gelê Kurd li qada navneteweyî rabûn, ji aliyê saziyên navdewletî ve wek jenosîd, sucê li dijî mirovahiyê û sucê şer hat naskirin.
Êrişa DAÎŞ’ê bi armanca tinekirina fîzîkî ya hemû Êzidiyên xwedî nasnameya Kurdî bû. Tirkiyeyê bi bicihkirina endamên sereke yên DAÎŞ’ê di nav xaka welatê xwe de, ew ji bo pêkanîna van jenosîdan amade kiribûn. Dîrok bê guman dê derbarê van tawanbariyan de dadweriyê bike û bêdengiyê bişkîne. Wekî helwesteke mirovî, divê DAÎŞ wekî rêxistineke terorîst û tundrew ku dest avêtiye yek ji rûpelên herî reş ên dîroka hevçerx, were şermezarkirin. Kiryarên vê koma çeteyan ên ji bo kuştin, dîlgirtin, wêrankariya çandî û hewldana ji bo ji tinekirina civakeke olî û neteweyî, sucek eşkere ye di dîroka mirovahiyê de.
Divê ji bo qeydkirina di dîrokê de were bîrxistin, her çend êrişên DAÎŞ’ê ji aliyê hêzên têkoşer ên gerîla û şervanên Êzidî ve bi lezgînî hatin têkşikandin jî, lê di salên piştî wê de, destpêkirina pêlên berfireh ên êrişên asmanî û rasterast ên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê, bi glopa kesk a hêzên cîhanî hatin encamdan.
Dewleta Iraqê jî ku Şengal wekî parçeyek ji axa wê ye, hîn ne xwediyê hişmendiyeke wiha ye ku amade be pergala rêgirtina li dubarebûna komkujiyan qebûl bike. Kuştina şoreşgeran, parêzvanên gel û mirovên bêparastin ên piştî van êrişan, hîn jî wekî projeyeke leşkerî ya li pişt perdeyê li ser maseya dewletên neyarên gelê Kurd amade ye. Ji ber vê yekê, hîn jî metirsiya komkujiyeke din a li dijî Kurdan û bi taybetî li dijî Êzidiyan heye. Pêwîste gelê me bi hişyarî û agahdariyê ve li hemberî van metirsiyan amade be. Ev projeyên jenosîdkar ên dijminên Kurdan, ne tenê êşên xelkê Êzidî girantir kirine, belku rê li ber vegera aram û avakirina berdewam a Şengalê jî girtiye.
Ji bo dewleta Iraqê û dewletên wek Tirkiye û Îranê, divê bê gotin ku di dema Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ku li herêmê berdewam û serê rimê wê ber bi Îranê ve ye, her cûre pêngavek şerxwaz a li dijî Kurdan, tê wateya amadekirina zemînek din a ji bo berdewamiya pêlên jenosîdê. Bi baldarbûna li ser vê rewşa xirab a herêmê, Şengal bi berxwedaneke mezin li ser lingane û têkoşerên wê yên wêrek dikarin dîsa dîrokê rast binivîsînin.
Meclîsa partiya me Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), tevî şermezarkirina jenosîda li dijî Êzîdiyan û Şengalê, şehîdên têkoşer bi rêzdarî bi bîr tîne. Em bang li hêzên azadîxwaz ên enternasyonal û civaka navneteweyî dikin ku ji bo azadkirina bi hezaran Êzîdiyên revandî xebat bikin. Ew li benda hewldana me hemûyanin. Divê gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê bi hişyariyeke mezin tevbigere û bersiva gef û metirsiyên li pêşiya me bide, da ku projeyên şerxwaz ên dijminan pûç bike û rê li ber çêbûna Şengalên din bigire.
Gefa li ser Şengalê tê wateya metirsiya li ser hebûna siyasî ya Başûrê Kurdistanê û nasnameya Kurdî. Bêguman tenê bi pêkanîna demokrasiyê û naskirina mafên siyasî, civakî, çandî û aborî yên Êzîdiyan li Şengalê, parastina wan gengaz dibe. Her senaryoyeke din a komploger û şerxwaz, tê wateya amadekirina zemînê ji bo girankirina rewşa nexweş a hemû xelkê Iraq û Herêmê. Li ser vê bingehê, rewşa aloziyê ya Iraqê ku hîn jî navenda pevçûnane û di her kêliyê de amadeyî teqînê ye, dê li ser hebûna hemû gelan bibe metirsiye.
Di 12’emîn salvegera jenosîda Şengalê de, em Şehîd Zekî Şengalî, Fermandar Dilgeş û hevalên wan ên fedaî bi rêzdarî bi bîr tînin. Em di wê baweriyê dene ku bi nêrînên Rêber Apo parastina tam a gelê me yê Êzîdî dikare were pêkanîn. Ev erka mezin pêwîstî bi yekîtî û yekrêziya gelê Kurd û hemû gelên bindest ên herêmê heye. Her wiha piştgiriya hêza gel û xweparastina Şengalê, mîsogeriya pêşerojeke azad a Şengalê ye.”

