Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera 23’yemîn a damezrandina xwe li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê yê girêdayî Girkê Legê bi amadebûna xelkê Girkê Legê, Rimêlan û Çilaxayê, nûnerên ji partiyên siyasî û endamên saziyan civînek li dar xist.
Civînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre axaftin li ser rêwîtiya PYD’ê, pêvajoyên xebata siyasî û rêxistinî hatin kirin.
Hevseroka Giştî ya PYD’ê Perwîn Yûsiv li ser rêya 23 salan a PYD’ê axivî, kesên di oxira doz û gelê xwe de şehîd bûne bi bîr xist û diyar kir ku fedakariya wan beşek ji rêwîtiya tevgera Kurdî ava kir.
Perwînê destnîşan kir ku naskirina mafên Kurdan nayê wateya parçebûna Sûriyeyê lê bingeha avakirina Sûriyeya ku mafên hemû pêkhate û gelan bibe yek e, naskirina nasnameya Kurd jî ji naskirina ziman û çandê dest pê dike.
Li aliyekî din jî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Mihemed Cemîl li ser rêwîtiya PYD’ê û fedakariyên wê axivî û diyar kir ku şehîdan mîras û berpirsiyariyek li pêş kesên ku xebata siyasî û civakî dewam bikin hişt.
Cemîl bal kişand ser girîngiya berdewamkirina xebata li ser metoda şehîd meşiyane, parastina destkeftiyan û berdewama xebata ji bo civak û dozên wê.
Her wiha endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Idrîs Çaçan behsa rewşa siyasî li Sûriyeyê kir û girîngî da beşdariya tevahî pêkhateyan di jiyana siyasî, avakirina siberoja welat û misogeriya mafên xwe de.
Endamê Partiya Yekitî ya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) Faxir Elî li ser girîngiya jiyana di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de axivî û îşaret bi pêwîstiya jiyana hevbeş di navbera Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî dûrî şer û aloziyan kir.
Di civînê de sînevîzyonek li ser dîroka PYD’ê ji destpêka damezrandinê ve, qonaxên tê re derbas bûye hat pêşkêşkirin.
Civîn bi diruşma “şehîd namirin” bi dawî bû.

