Bariyer ji aliyê Hêzên Behrê û Ewlehiya Peravê ya Spanyayê ve hate danîn. Hat diyarkirin ku bi vê bariyerê armanc ew e ku derbasbûnên bi melevaniyê yên ji peravê Fasê, asteng bike.
Ev yek piştî liv û tevgera koçberiyê ya ku destpêka hefteyê qewimî, kete meriyetê.
Li gorî rayedaran, nêzî 60 hezar kes bi rêya sînorê bejahî yan jî rêya deryayî gihiştin Ceuta.
Wezîrê Karên Hundir ê Spanyayê Fernando Grande-Marlaska diyar kir ku rewş di rêjeyeke mezin de hate kontrolkirin û got, di nava rojekê de beşekî girîng ê koçberên navborî, car din vegeriyane Fasê.
Li aliyê din hate ragihandin ku herî kêm 72 koçber jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku wezîrên karên hundir ên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê, roja sêşemê wê ji bo nirxandina krîza koçberiyê bicivin.

