Sêşem, 27 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan û Ozel: Divê deriyên sînor bêne vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina Baran Ebdî li Mersînê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kezban Konûkçû: Dixwazin Kobanê veguherînin Xezeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li herêma Saratov a Rûsyayê çalakiya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçyîgît: Birêz Ocalan bi israr got ku ‘guherîna li Sûriyeyê divê demokratîk be!’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê ji bo Kobanê banga alîkariya lezgîn hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zanîngeha Raperînê kampanya alîkariyê hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gerîlayên YJA Starê piştgiriya berxwedana Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Êrîşa li ser Rojava, komployeke berfireh a li dijî Kurdan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêzî 200 ciwanên dixwazin derbasî Rojava bibin li deriyê Sêmalka tên astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Guhbel a Şengalê ji bo Rojava meşa piştevaniyê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    180 hunermendan bang kir: Ji Rojava re statu!

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK Skandînaviya ji bo Rojava banga hevgirtinê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Li Rojava îradeya jinên azad hedef tê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Kobanê li dijî mirin û tarîtiyê qîrîna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Koyê piştgirî dan berxwedana Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Koyê bazin diyarî kesên ku tevlî alîkariyê dibin dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê êrişê dibin ser gundên Kobanê, şer dewam dike
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinan li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê lidar xistin
Jin

Jinan li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê lidar xistin

Jinan di çarçoveya 8’ê Adarê de li gelek bajaran çalakî domandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Adar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Çalakî û xwepêşandanên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê tên lidarxistin didomin. Şaxa Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji girtiyên jin re qert şand. Beriya şandina qertan, li pêşiya avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Em hebûn, em hene, em ê hebin, bijî 8’ê Adarê” hate hilgirtin. Seroka Şaxê Gulseren Yolerî di daxuyaniyê de got ku ji 3’yê Sibata 2025’an ve li girtîgehan 392 hezar û 546 girtî hene û ji van 17 hezar û 131 jê jin in.

Gulseren Yolerî, anî ziman ku jin li girtîgehan pirsgirêkên cidî dijîn û bêhtir rastî cihêkariyê tên. Gulseren Yolerî, got ku divê ji bo girtiyan mafên mirovan esas bên girtin û wiha pê de çû: “Bi taybet jî bi wesîleya 8’ê Adarê ji bo pêdiviyên jinên girtî bên pêşwazîkirin û mafên wan bên misogerkirin, em dixwazin hemû sepanên rê li ber cihêkariyê vedikin bên rakirin.”

Piştî daxuyaniyê, ji Şaxa PTT’ê ya Siralievler a Beyoglûyê qert hatin şandin.

DÎLOK

Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 8’ê Adarê de li Dîlokê şahî li dar xist. Şahî, li eywaneke dawetan a li navçeya Elebanê hat lidarxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Meclisa Jinan a DBP’a Dîlokê, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Dîlokê û gelek jin tev li bûn. Li eywanê pankartên “Raperîna me li dijî qirkirina jinê ye meşa me ber bi azadiyê ve ye” û “Li dijî tundiya mêr-dewletê em serî radikin bi hev re ne” hatin daliqandin. Jinan jî puşiyên bi rengên kesk, sor û zer û cil û bergên Kurdî li xwe kirin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Sabahat Erdogan Saritaş di şahiyê de got ku Dîlok bajarê Kurdistanê yê koçberiyê ye û ev tişt anî ziman: “Ji gelek parçeyên Kurdistanê kes koçî Dîlokê dikin. Dîlok, ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd girîng e. Birêz Ocalan banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. bi sala ye jin li ser vê xakê ji bo azadiyê têdikoşin. Divê di vê pêvajoyê de xwedî gotin bin. Tişta herî girîng a ku em di vê serdemê de bikin, rêxistinkirin e.”  

Piştî axaftinan jî hunermend Şîlan Doran û Koma Azad derketin ser dikê û stranên xwe gotin. Şahî, bi govend û stranan bi dawî bû.

MÊRSÎN

Platforma Jinan a Mêrsînê li Navenda Çandê ya Yunus Emre ya li navçeya Toroslar a Mêrsînê bi sernavê “Cînayetên jinan û zayenda civakî” panel li dar xist. Psîkolog Bêrîtan Onuk di panelê de pêşkeşî kir û bal kişand se bandora psîkolojîk a rolên zayenda civakî ya li ser jinan û bandora rolên zayendî yên li ser jiyana civakî. Piştre jî bersivên pirsa “Zayend çi ye?” û “Zayenda civakî çi ye?” hatin bersivandin. Bêrîtan Onuk diyar kir ku divê ew pratîkên xwe xurt bikin û ji bo wekheviya di rolên zayenda civakî de têkoşîna xwe mezin bikin.

Endama Lijneya Rêveber a ÇHD’ê Ezgî Ozkan jî têkildarî pêvajoyên hiqûqî yên li dijî rewşên neyînî jin agahdar kir. Ezgî Ozkan, da zanîn ku di mijara xwegihandina edaletê de jî jin paşve hatine hiştin û got ku zexta li ser Qanûna Hejmar 6284 û vekişîna ji Peymana Stenbolê bandoreke neyînî ya hiqûqî kiriye.  

Panel, bi pirs û bersivan bi dawî bû.

MÊRDÎN

Jinên TJA’yî li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê hatin gel hev û bi dahol û zirneyan şahî li dar xist. Şahî li Qada Cumhuriyetê hat lidarxistin û Hevşaredar Şemrexê Kudret Uçuk, aktîvîstên TJA’yê û rêveberên DEM Partî û DBP’ê yên bajar û navçeyan tev li bûn. Jinan li ber dahol û zirneyê govend gerandin.  

Piştre jî jinan li taxan ji bo tevlibûna mitînga jinan a ku dê di 8’ê Adarê de li Nisêbînê bê lidarxistin, xebat meşandin. Di xebatê de jinan dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin û li def, zirne û daholê xistin.

Piştre jin dîsa li qadê hatin gel hev. Hevşaredar Kurdret Uçuk li vir axivî û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: “Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî kesên dixwazin me bêdeng bikin û ji bo hêza têkoşîna jinan nîşan bidin, di 8’ê Adarê de biherikin mitînga Nisêbînê.”  

Piştî axaftinan govend hate gerandin û şahî bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Serokwezîrê Gronlandê bersiv da Trump: Em ne yê firotinê ne
Nûçeya Pişt re Xelkê Qamişloyê cenazeyên du şehîdan veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bayik: Serketina bangê girêdayî gavên Tirkiyeyê ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku serketina banga Rêber Apo ya…

Ji aliyê Stêrk TV

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (248)

 Çemkî Netewey Dêmokratîk û Konfêdralîzmî Dêmokratîk(6) Qazî: Belam dekrê layenî abûrî, layenî dîplomasî û êkolojî…

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Firat: Ji aliyekî ve banga aştiyê dikin, li aliyê din jî bombeyan li qadên sivîl dibarînin

Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat diyar kir ku desthilatdarî ji aliyekî ve banga 'aştiyê' dike,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

QSD: Hogir Dêrik û hevrêyên wî destaneke berxwedanê ya nû nivîsandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê ji bo Kobanê banga alîkariya lezgîn hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Zanîngeha Raperînê kampanya alîkariyê hate destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?