Yekîtiya Jinên Ermen ku bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêxistiniya xwe xurt dike, karê xwe bênavber dewam dike. Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ermen Anahit Kasabiyan li ser rêxistiniya Yekîtiya Jinên Ermen, rewşa jinên Ermen berî û piştî şoreşê ji ANF’ê re axivî.
Kasabiyan diyar kir ku welê li jinên Ermen hatibû ku di nava neteweyên cuda de nasnameya xwe ji bîr kiribûn û got, “Zanîbûn ku Ermen in, lê belê ji bilî zanînê tiştekî xwe yê din tine bû. Jinên Ermen ji nasname, dîrok û çanda xwe dûr ketibûn. Ji ber vê yekê jî beriya kongreya destpêkê sê mehan em li Reqa, Dêrazor û Hesekê bi jinên Ermen re li hev kom bûn û me hewl dan fikrekî biafirînin. Di nava vê demê de li ser dîrok, çand û nasnameya civaka Ermen me 80 semîner lidar xistin. Bi rêya van semîneran me bi jinan re li ser naveroka kongreyê nîqaş kirin, rêvebername nîqaş kirin. Ya rast piştî van nîqaşan pêşnûmeya sîstemeke ji bo jinên Ermen hate afirandin û bi vê amadekariyê kongre hate kirin. Bi dirûşma ‘Yekîtiya Jinên Ermen piştî 107 salan ji nû ve radibin ser piyan’ di 30’ê Tebaxa 2022’an de di Kongreya Jinên Ermen a 1’emîn de Yekîtiya Jinên Ermen hate ragihandin. Piştî 107 salan yekemcar, yanî piştî qirkirina Ermenan kongreyeke jinên Ermen dihate lidarxistin. Ji nan û avê bêhtir pêwîstiya me bi Yekîtiya Jinên Ermen hebû. Jineke ku bi nasname, çand û dîroka xwe nizane, li her derê dikare bê qirkirin. Lewma dikarim bibêjim ku bi rêya vê yekîtiyê me hebûna xwe misoger kir. Her wiha jinên Ermen ên ku diviyabû ji mejiyê serwer ê mêr azad bibin, bi hebûna xwe diviyabû xwe bi rêxistin kiribûna. Li gel vê yekê jiyana bi çand û dîroka netewe û civakên di nav de, dûrbûna ji dîrok, çand û nasnameya xwe metirsiyeke mezin bû. Ya herî girîng jî dûrketina ji Şoreşa Rojava ku şoreşeke jinê ye, tevlînebûna li nava rêxistiniya jinê, wê bandor li pêşketin û veguherîna jinên Ermen bikira.”
Anahit Kasabiyan anî ziman ku jinên Ermen beriya sala 2012’an li qadên cuda bûn û got, “Rewşeke welê nebû ku gelê Ermen temsîl bike, dîrok, çand û nasnameya xwe bijî. Di pozîsyoneke welê de bû ku di nav sîstema rejîma Baasê de bû, parçeyek ji vê sîstemê bû û xizmet ji vê sîstemê re dikir. Bi çavê jinê, yan jî bi nêrîna jinê ya azad di nava têkoşîna guherîn û veguherînê de nebû. Di nava ya heyî de bû. Bandora sîstema dewletê li ser jinê jî bi bandor bû û mirov dikare bibêje ku jineke Ermen a ku îradeya xwe tine bû, hebû. Rewşeke bi vî rengî bandor li têkiliyên civakî jî dikir. Lewma di nava civakê de jî rewşa jin ên Ermen lawaz bû, nasnameya xwe winda kiribû.”
Kasabiyan bi bîr xist ku civaka Ermen ji aliyê dîrokî ve di demên zehmet re derbas bû, li cografyayên cuda ma, di vê demê de derfet dît ku nasname, çand û mafên xwe biparêze, ji nifşên nû yên Ermen re ragihîne û got “Beriya avakirina encûmeniya civaka Ermen, em tevlî karên leşkerî, siyasî û civakî bûn. Bi rêxistiniyê me xwe xurt kir. Karên leşkerî, siyasî û civakî bandoreke mezin li rêxistiniya civaka Ermen kir. Hewldana ji bo avkairina civakeke xurt, kir ku em nasnameya xwe biparêzin. Bi şoreşê re avakirina encûmeniyê, xurtbûna vê rêxistiniyê derfet da ku bi rêk û pêk û xurt bibe. Civaka Ermen ji bo xwedîderketina li ziman, ol û kevneşopiyên xwe çalakiyên civakî lidar dixe, bi saya vê yekê piştevaniya civakî pêk tê. Li tevahiya cîhanê nêzî 130 partiyên siyasî hene ku qaşo civaka Ermen temsîl dikin. Lê belê dema ku mirov bala xwe didin ser rêvebername, lêkolîn û têkoşîna van partiyan, dibînin ku dûrî ji nêzîkatiya parastina mafên civaka Ermen in. Ji ber vê yekê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke civaka Ermen em ê bi pêşengiya jinan partiyeke siyasî ava bikin.”
Kasabiyan got, “Jinên Ermen ên li herêmê hemû di çarçoveya felsefeya Rêber Apo de xwe bi rêxistin dikin û xurt dikin. Rêber Apo, fikir, pêşdîtin û paradîgmaya xwe ne tenê ji bo gelê Kurd afirand. Paradîgmayeke ku ji bo hemû gelan e. Jinên Ermen pê bawer in ku fikrên Rêber Apo wê ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê çareseriyê bîne. Zanin ku mifteya çareseriyê bi Rêber Apo re ye. Lewma misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo me karê sereke ye û ev azadiya fîzîkî ji bo jinan jiyanî ye. Çareseriya zilm û qirkirina li ser gelê Ermen jî bi Rêber Apo re ye.”
Di dawiya axaftina xwe de jî Kasabiyan got, “Yekîtiya Jinên Ermen ji bo karibe karekî hîn xurt bimeşîne beriya her tiştî pêwîstiya xwe bi koordînasyonekê hebû. Ji ber vê yekê jî Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ermen hate avakirin. Biryar hate dayin ku nûnerên Meclîsa Ermen û Yekîtiya Jinên Ermen di nava daîreyên Rêveberiya Xweser de hebin. Jinên Ermen ji bo karibin xwe bi pêş ve bibin û di nava civakê de hebin, wê projeyên aborî yên biçûk bêne avakirin. Li Kursa Zimanê Ermen ku wê bê avakirin, ji bo jinan wê giranî ji perwedeya îdeolojîk re bê dayin. Beşdariya jinên Ermen li Meclîsa Leşkerî ya Ermen wê bê xurtkirin û tevlî partiya siyasî ya Ermen bê kirin ku wê were avakirin. Ji bo em karibin îsal ji aliyê fikrî ve hîn bêhtir bi pêş bikevin, em ê weke saleke perwerdeyê binirxînin. Her wiha li Reqayê wê Yekîtiya Jinên Ermen bê birêxistinkirin.”