Şemî, 4 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Sermuzakerevanê pêvajoyê Birêz Abdullah Ocalan e, divê gavên qanûnî dereng nekevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji ber krîza aborî, karkirina zarokan ji bo malbatan vediguhere neçariye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rola civakî ya komunan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Denîz Goktaş birin girtîgeha li Çorluyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê jinek ji aliyê kurê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Qubad Talebanî: YNK wê nebe parçeyek ji pevçûn û aloziyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Zîlan di 30’emîn salvegera çalakiya xwe ya fedayî de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Iraq û Tirkiye ji bo hinardekirina petrola Iraq û Başûrê Kurdistanê bi demkî li hev kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê Komîna Saziyên Zimanê Kurdî were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barzanî û Pezeşkiyan hevdîtin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Xweparastin mafekî jêneveger e!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Xemla deşt û çiyê: Zozan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a PYD’ê êrîşên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Li dijî tundiya mêr têkoşîna civakî pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rita: Dixwazim bibim qasida modela jiyana nû ya li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Zîlan sembola îradeya jin a azad e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Em pêvajoya nû rast fêhm bikin, li dijî lîstikan hişyar bin!
Kurdistan

KCK: Em pêvajoya nû rast fêhm bikin, li dijî lîstikan hişyar bin!

KCK'ê diyar kir ku AKP bi polîtîkaya xwe şer giran dike û bang li gel û hêzên demokratîk kir ku pêvajoya nû rast fêhm bikin, xwedî lê derkevin, li hemberî her cûre êrîş û lîstikan hişyar bin û têkoşînê mezin bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Çile 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Rêber Apo ji bo pêvajoya şer bi dawî bibe û pirsgirêk bi rêyên demokratîk bêne çareserkirin di nava fedakariyeke mezin de ye. Rêber Apo beriya niha diyar kiribû ku eger şert û merc bêne afirandin wê pêvajoyê ji ser zemîne şer derbasî ser zemîna siyasî û hiqûqî bike. Weke tevgerê jî me destnîşan kiribû ku em bi îradeya Rêber Apo re ne û pêvajoya ku ew bimeşîne wê ji bo me esas be.

Rewşeke gelekî erênî ye ku heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê, bi Rêber Apo re hevdîtin kir û piştre nêrîn û pêşniyarên Rêber Apo yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, bidawîkirina pêvajoya şer û bicihkirina pêvajoyê li ser zemîna siyasî û hiqûqî bi partiyên siyasî yên li Parlamentê re nîqaş kir. Em weke pêşketineke girîng û destpêkeke nû dibînin ku siyaseta Tirkiyeyê nîqaşê li ser nêrîn û pêşniyarên Rêber Apo dike. Rêber Apo hewl dide ku têkiliyên Kurd-Tirk li gorî cewhera xwe ya dîrokî ji nû ve sererast bike, ji rewşa şer derxîne ku bi taybetî vê sedsala dawî ketiye nava şer, li ser bingeheke welê bide rûniştandin ku hevdu nas bikin û xurt bikin. Pêvajoya heyî ji bo vê armanca dîrokî hem weke firsendê hem jî weke şensê dawî dibîne. Ji ber vê yekê jî di nava şert û mercên giran ên Îmraliyê de bi fedakarî, berpirsyarî û biryardariyeke mezin tevdigere û bang li her kesî dike ku bi cidiyet û berpirsyariyeke dîrokî tevbigerin. Hewldanên Rêber Apo yên ku pêvajoyê ji ser zemîna şer derbasî ser zemîna siyasî û hiqûqî bike, şer bi dawî bike, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê misoger bike, hêvî û bawerî da civakê. Lê belê daxuyaniyên hin rêveberên AKP’ê û nîqaşên li hin saziyên çapemeniyê yên ku van daxuyaniyan ji xwe re dikin esas berevajî vê yekê ne; hêvî û baweriya li nava civakê dişikîne.

Weke ku di êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tê dîtin, desthilatdariya AKP’ê polîtîkayeke welê dimeşîne ku vî şerî dewam dike, kûr dike. Ji aliyekî ve gotina xwişk, biratî, aştî û hevdîtina bi Rêber Apo re ya ji bo bidawîkirina şer, li aliyê din jî nêzîkatiyên desthilatdariya AKP’ê yên ji bo kûrkirina şer işaretê bi paradoksekê dike. Ev helwesta desthilatdariya AKP’ê hem zehmetiyê diafirîne ku pêvajo derbasî ser zemîna siyasî bibe, di heman demê de xizmetê ji kûrkirina şer re dike û pêvajoya ku Rêber Apo bi fedakariyeke mezin hewl dide bi pêş ve bibe, derbê lê dixe. Zextên li ser gel ku zêde bûne, gotinên di asta heqaretê de ji gelê Kurd û Rêber Apo re têne gotin, dewamkirina tayînkirina qeyûman, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava radixin pêş çavan bê desthilatdariya AKP’ê di nava nêzîkatiyeke çawa de ye. Herî dawî di nava raya giştî de belav bû ku qeyûm li Şaredariya Akdenîzê hatiye tayînkirin û îradeya gel careke din hatiye desteserkirin. Ev nêzîkatî ji bo pûçkirina hewldanên Rêber Apo ne ku bi fedakariyeke mezin têne kirin û şer jî giran dike.

Êrîşên desthilatdariya AKP’ê yên bi destê çeteyên SMO’yê yên li ser Rojava, nîşan dide bê nêzîkatiyeke çawa li hemberî Kurdan nîşan dide. Dijminatiya desthilatdariya AKP’ê ya li Kurdan hîn neqediya ye. Ev dijminatî dewam dike û li Rojava xwe bi şênberî nîşan dide. Desthilatdariya AKP’ê bi êrîşa li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze îradeya jiyana hevpar a demokratîk a gelan tine bike. Eşkere ye ku desthilatdariyek xwedî vî mejî û siyasetê ne alîgirê xwişk-biratî û aştiyê ye, berevajî vê yekê şer û dijminatiyê dike.

Êrîşên li ser Rojava êrîşên li dijî mirovahiyê ne. Rojava nirxê hevpar ê mirovahiyê ye. Li dijî DAÎŞ’ê ji bo rûmeta mirovahiyê şer kir, di vê oxirê de berdêlên giran da. Niha jî desthilatdariya AKP’ê êrîşê dibe ser van nirxên hevpar ên mirovahiyê û dixwaze tine bike; dixwaze DAÎŞ’ê ji nû ve rake ser piyan. Desthilatdariya AKP’ê her roj komkujiyan dike, bombeyan li malan, rê, pir, qadên jiyanê û çavkaniyên xwedîkirinê dibarîne. Ji bo rawestandina êrîşan gelê sivîl berê xwe da Bendava Tişrînê lê belê bombe li wan jî barand û komkujî kir. Li aliyê din êrîşên li ser bendava Tişrînê dikare bibe sedema felaketeke mezin. Ev hemû sûcê li dijî mirovahiyê ne. Divê her kes vê rastiyê bibîne, li ber rabe û ji bo parastina Rojava ku nirxê hevpar ê mirovahiyê de helwest û hewldana pêwîst nîşan bidin. Divê hêzên navneteweyî û raya giştî ya navneteweyî bibînin bê kî ji bo çareseriyê hewl dide, kî van hewldanan sabote dike û xwe ji şer û neçareseriyê xwedî dike.

Li ser vê bingehê em bang li gelan, hêzên şoreşger-demokratîk hemûyan dikin ku li ber êrîşên desthilatdariya AKP’ê û çeteyên wê yên li ser Rojava rabin, ji bo xwedîderketina li Rojava ya bi xurtî bikevin nava liv û tevgerê. Di serî de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê gelê Kurd li her derê xwedî li Rojava derkeve.

Çalakiyeke gelekî mezin û bi wate ye ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rawestandina êrîşan bi rengekî girseyî ber bi Bendava Tişrînê ve meşiyan. Ji ber vê helwesta xwe ya bi wêrekî em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin, vê çalakiya wan a bi wate silav dikin. Yên ku di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûn bi hurmet bi bîr tînin, ji birîndaran re şîfayê dixwazin. Helwest û îradeya gelan ji êrîşan, ji dijmin gelekî mezintir e û têrê dike ku wan bisekinîne û têk bibe. Di vê çarçoveyê de helwesta gelan wê êrîşên qirkerî û dagirkeriyê têk bibe.

Li ser vê bingehê em careke din bang li gelê xwe yê welatparêz, hêzên demokratîk dikin ku pêvajoya nû rast fêhm bikin, xwedî lê derkevin û li hemberî her cûre êrîş, fen û lîstikên xapandinê hişyar bin, baldar bin, bi rêxistin bin û têkoşîn û yekîtiyê hîn xurt bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG: Hêzên gerîla ji bejahî û hewayî ve li dagirkeran xistin
Nûçeya Pişt re Muhafizên Şoreşê li Tehranê xwepêşandan kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Em ê destketiyên jinan biparêzin’

Berdevka Civata Jinan a Zenobiya Xuleyîsa El Elî destnîşan kir ku jin bi biryar in…

Ji aliyê Stêrk TV

Mîkrocîpek bi qasî hebek xîzê mezin û difire hate çêkirin

Zanyarên DYE'yî mîkrocîpa herî biçûk a cîhanê çêkir ku bi qasî hebek xîzê ye û…

Ji aliyê Stêrk TV

FilmAmed destpê dike

Festîvala Dokûmanteran a Amedê dest bi amadekariyên dema nû kir. Omer Fîdan qala karên ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Qubad Talebanî: YNK wê nebe parçeyek ji pevçûn û aloziyan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Zîlan di 30’emîn salvegera çalakiya xwe ya fedayî de hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Iraq û Tirkiye ji bo hinardekirina petrola Iraq û Başûrê Kurdistanê bi demkî li hev kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Wê Komîna Saziyên Zimanê Kurdî were avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?