Çarşem, 3 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî pêvajoyê: Em xwedî heman îradeya sala 2005’an e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Profesor Sumantra Bose ji bo nirxandina ‘kêliya hêviyê’ bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Ev pêvajo pêvajoyeke avakirinê ya bi hevgirtineke berfireh a civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di bîranîna Ozgur Ulkeyê de banga ji bo ‘heqîqet’ û ‘aştiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahçelî: Rûbirûbûn ne karekî yekalî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bi rojeva hevdîtina Îmraliyê û ‘pêvajoyê’ li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Heyeta Çavdêriya Darayî li Herêma Kurdistanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ’ê şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Loqman Hesen: Birêz Ocalan muxatabê aştiyê û nûnerê meseleya Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPJ û Navenda Metro êrişa hêzên PDK’ê ya li hemberî rojnamevanan şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ: Em şehîdên fedayî yên têkoşîna 2022’yan bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Serketina Kobanê bi saya Masîro Xabûr û hevrêyên wî bû’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê meşa li dijî tundiya li ser jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên Îranê yên li ser jinên girtî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK’ê banga xwedîderketina berxwedana li zindanan kir
Kurdistan

KCK’ê banga xwedîderketina berxwedana li zindanan kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bang li gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û alîgirê demokrasiyê kir ku xwedî li daxwazên girtiyên siyasî derkevin û li dijî sîstema tecrîd-êşkenceyê helwesteke hevpar nîşan bidin û têkoşîna yekbûyî mezin bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyek nivîskî çalakiya girtiyên siyasî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê ji 27’ê Mijdara 2023’an û vir de li dijî zexta faşîst, tecrîd û kiryarên qirkirinê li ber xwe didin silav kir û got: “Helwesta girtiyên siyasî û peyama ku didin civakê gelekî girîng e. Lewma pêwîstî pê heye ku li ser bê rawestîn û bê fêhmkirin. Zindan ew qad in ku rewşa civakê bi şênberî radixin pêş çavan. Yên nebaş, zalim, dijminê gel û nirxên mirovahiyê, mejiyê xwe bi rengekî herî berçav li zindanan nîşan didin, didin hîskirin. Yên ku vê rastiyê herî zêde dibînin û kêlî bi kêlî têdikoşin, girtiyên siyasî ne. Ji ber vê jî gotin, helwest û çalakiyên girtiyên siyasî divê ji rastiya civakî cuda neyê dîtin. Gotin, helwest û çalakiyên girtiyên siyasî nêrîn, bendewarî û hesreta li azadiyê ya civakê nîşan dide. Di heman demê de berxwedana ku girtiyên siyasî di nava şert û mercên zindanê de dikin, bersiva herî bi wate ya li dijî zilm, faşîzm û qirkirinê ye.”

KCK’ê di daxuyaniya xwe de bang li gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û alîgirê demokrasiyê kir ku xwedî li daxwazên girtiyên siyasî derkevin û li dijî sîstema tecrîd-êşkenceyê helwesteke hevpar nîşan bidin û têkoşîna yekbûyî mezin bikin.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Girtiyên siyasî yên li Kurdistanê û Tirkiyeyê ji 27’ê Mijdara 2023’an û vir ve li dijî zexta faşîst, tecrîd û kiryarên qirkirinê li ber xwe didin. Di serî de malbatên girtiyan, hêz û derdorên xwedî hesta berpirsyariyê ji bo piştgiriya bi girtiyên siyasî re çalakiyên cihêreng dikin, hewl didin dengê girtiyan bidin bihîstin û bixin rojeva raya giştî. Em vê berxwedana bi wate ya girtiyan bi hurmet silav dikin û pîroz dikin. Bi vê wesîleyê berxwedan û berxwedêrên 14’ê Tîrmehê ya mezin bi hurmet û minet silav dikin ku di pêşketina têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û biserxistina wê de roleke mezin lîst. Di şexsê wan de şehîdên demokrasî û şoreşê careke din bi bîr tînin. Em careke din destnîşan dikin ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya li ser xeta berxwedanê ya şehîdên xwe teqez bi ser bixînin.

Helwesta girtiyên siyasî û peyama ku didin civakê gelekî girîng e. Lewma pêwîstî pê heye ku li ser bê rawestîn û bê fêhmkirin. Zindan ew qad in ku rewşa civakê bi şênberî radixin pêş çavan. Yên nebaş, zalim, dijminê gel û nirxên mirovahiyê, mejiyê xwe bi rengekî herî berçav li zindanan nîşan didin, didin hîskirin. Yên ku vê rastiyê herî zêde dibînin û kêlî bi kêlî têdikoşin, girtiyên siyasî ne. Ji ber vê jî gotin, helwest û çalakiyên girtiyên siyasî divê ji rastiya civakî cuda neyê dîtin. Gotin, helwest û çalakiyên girtiyên siyasî nêrîn, bendewarî û hesreta li azadiyê ya civakê nîşan dide. Di heman demê de berxwedana ku girtiyên siyasî di nava şert û mercên zindanê de dikin, bersiva herî bi wate ya li dijî zilm, faşîzm û qirkirinê ye. Girtiyan bi îradeya xwe ya ji pola her cûre zext, zilm, êşkence têk birin, dîwarên qirkirinê hilweşandin, îrade, berxwedêriya civakê xurt kirin. Li dijî her cûre teslîmiyetê di sekna azadiyê de israr kirin, derba herî giran li dijmin xistin û kirin ku dijmin bi rengekî mezin têk biçe. Ji ber ku serketin beriya her tiştî bi bawerî û hişmendiya li azadiyê ya bilind û bi îradeyeke xurt pêk tê. Serketina xwe naspêre îradeyê serketin nîne. Her wiha gelekî ku serketina îradeyê bi dest xistiye, kes nikare wê ji meşa azadiyê dûr bixîne. Di têkoşîna me azadiyê ya Kurdistanê de ev rastî bi şênberî hatiye dîtin. Gelê Kurdistanê yê welatparêz gelekî baş bi vê rastiyê zane. Berxwedêrên zindanan bi baweriya xwe ya xurt a li azadî û gel, kelehên zilmê hilweşandin. Ya ku li Kurdistanê dijmin têk bir û rêya serketinê diyar kir, berxwedana li zindanan e. Têkoşîna azadiyê ya ku gelê Kurd ji nû ve anî ser xwe, xwe spart vê mîrateyê û bi pêş ket. Bêguman ne tenê di şoreşa Kurdistanê de, her wiha li nava tevgera demokratîk şoreşger û sosyalîst a Tirkiyeyê, li her derê girtiyên siyasî bi roleke bi vî rengî ya dîrokî rabûn û herikîna dîrokê guhertin.

BERXWEDANA LI ÎMRALIYÊ

Rejîma AKP-MHP’ê bi rengê herî giran xwe li ser zindanan ferz dike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku mejiyê xwe mejiyê rejîma 12’ê Îlonê ya faşîst e, mîna cûnta faşîst a 12’ê Îlonê zextê, tecrîdê û polîtîkaya êşkenceyê li girtiyan dike. Lê belê girtî jî bi ti awayî teslîmiyetê qebûl nakin, li hemberî sîstema êşkence, tecrîd û zexta giran bi xurtî li ber xwe didin. Berxwedana girtiyan ku zêdeyî 6 meh in dewam dike, ji bo rakirina tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo ye, ji bo misogerkirina şert û mercên azadî, ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo ye. Ji ber ku cihê zext, tecrîd û êşkence lê giran bûye û li hemberî vê yekê jî berxwedana herî mezin tê kirin, Îmrali ye. Polîtîkaya desthiladariya faşîst a AKP-MHP’ê ya ku civak tengav û bêzar kiriye, li Îmraliyê destpê kiriye. Eşkere ye ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze encamê ji tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê werbigire, sîstema xwe ya faşîst li ser vê yekê ava bike. Ji ber vê yekê di polîtîkaya tecrîdê ya mutleq de israr dike. Girtiyên siyasî yên ku haya xwe ji vê yekê heye, rakirina tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo kirin armanca çalakiya xwe.

Helwesta girtiyên siyasî û peyama ku bi berxwedana xwe didin, divê ji aliyê civakê ve baş bê fêhmkirin. Di demekê de ku tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo ya li Îmraliyê dewam dike û bi deh hezaran girtiyên siyasî ji bo rakirina tecrîdê li ber xwe didin, nabe ku civak bi xemsarî tevbigere û bi rengekî ji rêzê bijî. Di serî de sîstema Îmraliyê, zindan hemû ji bo şikandina hêviya azadiyê û tinekirina paşeroja civakê hatine avakirin. Lewma tecrîd mutleq a li ser Rêber Apo û polîtîkayên li hemberî girtiyan têne meşandin, bi esasî qirkirina li dijî civakê ye. Tenê bi hilweşandina vê sîstema qirker a serweran, paşeroja civakê dikare bê afirandin. Ji ber vê jî nabe ku civak li pêşberî rastiya zindanan û berxwedana girtiyên siyasî bêdeng bimîne.

DIVÊ GEL XWEDÎ LI GIRTIYÊN SIYASÎ Û BERXWEDANA WAN DERKEVE

Bêguman divê beriya her kesî gelê Kurdistanê yê welatparêz xwedî li girtiyên siyasî û berxwedana wan derkeve. Gelê Kurd divê bi xurtî xwedî li berxwedana girtiyên siyasî derkeve, doza wan weke doza xwe bibîne, pê re bibe yek û bi çalakiyên xwe berxwedana girtiyan mezin bike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi deh hezaran şoreşger, welatparêz û demokratên ku li dijî qirkirina Kurdan têkoşiyan xist zindanê. Bi vî rengî dixwaze gelê Kurd bê pêşeng, bê rêxistin û bê çalakî bihêle. Ji ber vê jî ya ku dixwaze dîl bigire, gelê Kurd û têkoşîna wê ya azadiyê ye. Çawa ku berê kirin, niha jî desthilatdariya AKP-MHP dixwaze bi rêya zindanê hêviya azadiyê ya gelê Kurd tine bike, mejî û siyaseta mêtinger qirker li Kurdistanê serwer bike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê Îmrali kiriye navenda polîtîkaya xwe ya mêtingerî û qirkeriyê. Bi dewamkirina sîstema qirkirinê ya li Îmraliyê û bi tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo dixwaze Kurdan qir bike. Girtiyên siyasî ku haya wan ji vê rastiyê heye, ji bo rakirina tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo helwesta berxwedanê nîşan dan. Ev yek tê wê wateyê ku girtiyên siyasî bi navê gel bi înîsiyatîfê rabûne, li refên herî pêş ên têkoşînê cih girtine. Divê gelê me vê sekna esîl fêhm bike, hîs bike. Xwedîderketina li girtiyên siyasî divê tenê ji xizmên girtiyan re neyê hiştin. Divê gel xwedî li daxwazên girtiyên siyasî derkeve, ji bo vê jî bikeve nava liv û tevgerê.

Hêzên demokratîk şoreşger pêwîste li hemberî tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo bikevin nava liv û tevgerê, li ser vê bingehê xwedî li berxwedan û daxwazên girtiyên siyasî derkevin. Divê ji xwe re bikin esas ku li dora berxwedana girtiyan têkoşîna yekbûyî hîn xurt bikin. Pêwîste têkoşîna demokrasiyê bi pêngava azadiyê ya navneteweyî re bikin yek, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hîn bêhtir bi înîsiyatîf rabin. Ji bo gel li ser vê bingehê bê birêxistinkirin û çalakkirin divê pêşengiyê bikin.

Rêber Apo çar sal in bi rengekî mutleq tê tecrîdkirin, bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Bi hezaran girtiyên siyasî yên li zindanan li dijî vê kiryara tecrîdê ya mutleq zêdeyî 6 meh in çalakiyê dikin. Di çarçoveya çalakiyan de tevlî serdana malbatê û rûniştina dadgehê nabin. Di rewşeke welê de ku polîtîkaya tecrîdê ya mutleq heye, bi deh hezaran girtiyên siyasî tevlî rûniştinên dadgehan û hevdîtinên bi malbatê re nabin, wezîfeya bingehîn a siyaseta demokratîk û civakê ew e ku vê rastiyê bibîne, bêteredût xwedî li vê derkeve û têkoşînê mezin bike. Sîstema Îmraliyê ku 26 sal in dewam dike û tecrîda mutleq a ku çar sal in li Rêber Apo tê ferzkirin, ti aliyekî xwe yê hiqûqî, mirovî, exlaqî û wijdanî nîne. Li Îmraliyê beriya her tiştî hiqûq hatiye qedandin, ji holê hatiye rakirin. Hiqûqnas, parêzer, parêzvanên mafên mirovan beriya her tiştî divê li ber vê yekê rabin, bikevin nava liv û tevgerê. Ev yek şert û pêwîstiya herî bingehîn a hiqûqê ye. Eger li Îmraliyê hiqûq bi temamî ji holê hatibe rakirin, helwesteke rast nîne ku ji devereke din hêvî ji hiqûq, edalet û demokrasiyê bê kirin. Bi têrkerî ispat bûye ku ev yek li Tirkiyeyê pêk nayê. Li Tirkiyeyê çavkaniya hemû bêhiqûqiyan bêhiqûqiya li Îmraliyê ye. Bi rakirina hiqûqê ya li Îmraliyê, bêhiqûqî li ser tevahiya welêt tê ferzkirin. Hiqûqnas û saziyên hiqûqê divê vê rastiyê bibînin û weke şertekî hiqûqê li ber tecrîda mutleq a li Îmraliyê rabin, li dijî bêhiqûqiyê helwestê nîşan bidin û li gel nerazîbûna mafdar a demokratîk a civakê cih bigirin.

DIVÊ HER KES LI DIJÎ TECRÎDÊ DERKEVE

Li aliyê din her kesên xwe muxalîfên rasteqîn, bi wijdan, bawerî, azadîparêz û demokrat dibînin, divê li ber tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo rabin û xwedî li daxwazên girtiyên siyasî derkevin. Sîstema Îmraliyê û tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo li Îmraliyê tê ferzkirin ne tenê polîtîkayeke li dijî gelê Kurd e, di heman demê de polîtîkayek li dijî civaka Tirkiyeyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Polîtîka û mejiyê desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser bingeha dijminatiya li Kurdan û qirkirina Kurdan e. Ev polîtîka ne tenê zerarê dide gelê Kurd, beriya her kesî zerarê dide civaka Tirkiyeyê. Li holê û li pêş çavan e ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi vê polîtîkayê Tirkiye û civaka Tirkiyeyê xistiye çi halî. Eşkere ye ku eger ev polîtîka dewam bike wê encamên hîn nebaş bi xwe re bîne û zerarê bide her kesî. Tişta bingehîn a ku pêwîstiya Tirkiyeyê pê heye demokratîkbûn e. Ev jî bi demokratîkbûyîna pirsgirêka Kurd dibe. Lewma paşeroja Tirkiyeyê di çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd de ye. Her kesên ku bi desthilatdariya AKP-MHP’ê re tevnagerin, her kesên ku alîgirê demokrasî û azadiyê ne divê vê rastiyê bibînin, li ber tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo rabin û li ser vê bingehê xwedî li daxwazên girtiyên siyasî derkevin.

Li ser vê bingehê di serî de gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê, em bang li her kesî dikin ên ku bi desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê re tevnagerin, li ber faşîzmê radibin, alîgirê demokrasî, azadî û hiqûqê ne, xwedî li daxwazên girtiyên siyasî derkevin, li dijî sîstema tecrîd-êşkenceyê helwesteke hevpar nîşan bidin û têkoşîna yekbûyî mezin bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG: 2 rojan 67 caran teqemeniyên qedexekirî û kîmyewî hatin bikaranîn
Nûçeya Pişt re Hevşaredarê Colemêrgê hate binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo Esenyûrtê banga berxwedanê: Em edaletê li qadan pêk bînin

Platforma Saziyên Demokratîk li dijî desteserkirina îradeya li Esenyûrtê bang kir ku li qadan dengê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Êlihê meşa li dijî dagirkerî û qirkirinê

Li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya…

Ji aliyê Stêrk TV

Diyariya ku ji Girê Cûdî hatî

Li wî cihî, di wê gurahiyê de li ser textikan alên PKK û YJA Starê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Heyeta Çavdêriya Darayî li Herêma Kurdistanê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPJ’ê şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Loqman Hesen: Birêz Ocalan muxatabê aştiyê û nûnerê meseleya Kurd e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

CPJ û Navenda Metro êrişa hêzên PDK’ê ya li hemberî rojnamevanan şermezar kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?