KCK’ê diyar kir ku bi meşa Kolnê re kampanya azadiyê ya ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de destpê kir derbasî qonaxeke nû bûye û got, “Em bang li gelê xwe, dost, jinan, ciwanan û her kesên li azadî û demokrasiyê digerin dikin ku karê xwe hîn mezin bikin, di çarçoveya kampanya azadiyê de li her derê bi milyonan mirovan bigihînin hev û kampanya azadiyê bigihînin serketinê.”
Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye: “Di çarçoveya kampanya azadiyê de ku bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ di 17’ê Sibata 2024’an de li bajarê Kolnê meş û mîtîngeke mezin hate lidarxistin. Bi banga rêxistinên Kurdistanî yên li Ewropayê û dostên gelê Kurd, bi deh hezaran kes ber bi qada mîtîngê ve meşiyan û bi beşdariya bi sed hezaran kesî jî mîtîngeke gelekî bi heybet hate lidarxistin. Em vê mîtînga bi heybet û bi wate silav dikin, gelê xwe yê welatparêz ê tevlî mîtîngê bûye û her kesên ku ked dane ji dil pîroz dikin. Dost, jin, ciwanên enternasyonal ên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi berpirsyarî radibin, pêşengiyê ji kampanya azadiyê re dikin hemûyan her wiha pîroz dikin, hewldanên wan silav dikin, silav û hurmetên xwe pêşkêş dikin. Ew helwesteke gelekî girîng, gelekî bi wate nîşan didin. Gelê Kurd hewldan û helwesta wan a piştevaniyê gelekî hêja dibîne.
Bi meş û mîtînga mezin a Kolnê re kampanya azadiyê gihîşt bi sed hezaran kesî û bi vî rengî derbasî qonaxeke nû bû. Ev qonax jî girseyîbûna kampanya azadiyê ye. Kampanya azadiyê ya ku dostên gelê Kurd di 10’ê Cotmeha 2023’an de dan destpêkirin û pêşengiyê jê re dikin, bi mîtînga 17’ê Sibata 2024’an re girseyî bû û gihîşt qonaxeke nû. Em di wê baweriyê de ne ku ji niha û pê ve kampanya azadiyê wê li her derê, li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat bi beşdariya bi milyonan mirovî hîn girseyî bibe. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe, dostan, jinan, ciwanan, her kesên li azadî û demokrasiyê digerin dikin ku karê xwe hîn mezin bikin, di çarçoveya kampanyaya azadiyê de li her derê xwe bigihînin bi milyonan mirovî û kampanya azadiyê bi ser bixînin.”