Kedkara Çapemeniya Azad Gulistan Tara li nêzî navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû qetilkirin. Cenazeyê Gulistan Tara ji Saziya Tipa Edlî ya Silêmaniyeyê hate wergirtin.
Li Parka Azadî merasîmek hate lidarxistin û piştî merasîmê wê cenazeyê Gulistan Tara ber bi bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê ve bê şandin.
Di 23’ê Tebaxê de li nêzî navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyeyê di êrişa SÎHA ya dewleta Tirk de Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd ketin, 6 kedkarên çapemeniya azad jî birîndar bûn.