Duşem, 13 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Talîp Guler ê DAÎŞ’î ku yek ji kujerên Kadrî Bagdu ye anîn Tirkiyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tê payin ku pêşnûmeya qanûna çarçoveyê “vê hefteyê” pêşkêşî Şandeya Îmraliyê bê kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê di salvegera Komkujiya Zîlan de banga hevrûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KOMAW’ê Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Remzî Kartal têkildarî ‘qanûna çarçoveyê’ hişyarî da: Mutabaqat nebe pêvajo nameşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hişê Tevgera Apoyî: Dayika Hatîce

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’ê Tîrmehê nexşerêya berxwedan û jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Projeya GES’ê li Erxeniyê bi meşekê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Dilxwaz Bîngol bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê li Sîdekanê şivenek qetil kirin û dest danîn ser pezê wî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê zext û zilmeke mezin li jinên çalakvan dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Komalên Ciwan: Wezîfeya bingehîn a her ciwanekî Kurd, azadiya Rêber Apo ye
Kurdistan

Komalên Ciwan: Wezîfeya bingehîn a her ciwanekî Kurd, azadiya Rêber Apo ye

Koordînasyona Komalên Ciwan got, "Her ciwanekî Kurd ê dixwaze xwe azad bike, beriya her tiştî divê tevlî têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Komalên Ciwan bi wesîleya salvegera 25’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da û destpêkê, di şexsê şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrîşa komployê ya 15’ê Sibatê êrîşa herî trajîk û hovane ya dîrokê ye û hate gotin, “Îmrali nîşaneya zexta qirkirinê ya li ser Kurdan e. 25 sal in di şexsê Rêber Ao de li dijî ruh û sekna azadiyê ya Kurdan tecrîdeke girankirî ya mutleq û sîstema êşkenceyê tê meşandin. Bi sîstema Îmraliyê re tê xwestin ku mîna 50 sal beriya niha careke din Kurd di goristana mêtingeriyê de bê veşartin.”

Koordînasyona Komalên Ciwan ragihand ku di çaryek sedsalê de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êrîşên metirsîdar hatin kirin ku di dîrokê de li hemberî kesî nehatiye kirin û got, “Di dawiya 25 salan de dost û dijmin her kes dibîne ku êrîşên hovane li hemberî rastiya Rêber Apo ti encam bi dest nexistiye. Rêber Apo her roj hîn mezintir bû, dîwarên Îmraliyê parçe kir û xwe gihand hemû mirovahiya bindest.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku her ciwanekî Kurd ê dixwaze xwe azad bike, divê tevlî têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe û hate gotin, “Qiblegeha azadiyê Rêber Apo ye. Wê demê divê her ciwanekî dixwaze gel, jin, ciwan û tevahiya mirovahî azad bibe, mîna bezvanekî maratonê ber bi rastiya Rêber Apo bibeze.”

Koordînasyonê diyar kir ku ciwanên Kurdistanê dibe ku bi komplo û dîlgirtinê çavên xwe li cîhanê vekiribe, lê belê wê ti carî nebe ciwanekî ku dijmin dixwaze û got, “Wê nekeve nava xefikên bi jehr ên dijmin, bi xwarin, hevser û mûçeyekî nexape û rê nede jiyaneke xapînok. Çawa ku Rêber Apo jiyana xwe xist xizmeta jiyaneke bi wate û êrîşên sîstemê hemû têk bir, şert e ku ciwanên Kurdistanê jî li gorî vê xetê bijî û têbikoşe.”

Di dewama daxuaniyê de hate ragihandin ku fikir û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd herî zêde ji bo ciwanên Kurdistanê ye û hate gotin, “Ji her kesî zêdetir divê ciwanên Kurdistanê li ser vê mijarê kûr bibin, bixwînin, fêhm bikin, lêkolîn bikin. Herî zêde divê ciwanên Kurdistanê rêbaza têkoşînê û jiyana Rêber Apo hîn bibe. Xwendin û sempatî têrê nake. Ji bo ev fikir û rêbaza jiyanê bikeve meriyetê bikeve nava hewldanan. Divê em vê rastiyê baş zanibin, ku tolhildana herî mezin a ji komplo û dîlgirtinê, bi yekbûna bi rastiya Apoyî dibe. Ciwanên xwe bi rastiya Apoyî xurt kirine, bi ti awayî nikarin bêne rawestandin û astengkirin. Stratejiya herî mezin a dijminê faşîst ew e ku nehêle rastiya Apoyî belav bibe. Wê demê çawa ku li cîhanê bi pêşengiya dostan kampanya azadiyê ya navneteweyî hate destpêkirin û gaveke dîrokî hate avêtin, ciwanên Kurdistanê jî divê xwe weke hêza pêşeng a vê kampanyayê bibînin û bikevin nava berxwedaneke welê ku mohra xwe li sala 2024’an bixin. Bersiva herî mezin a ji komploya 15’ê Sibatê re bê dayin ev e.

Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo hemû ciwanên Kurdistanê, ji bo me hemûyan pîvana serkretinê ye. Heta ku sîstema êşkence û tecrîdê neyê parçekirin ku Rêber Apo dîl tê girtin, heta ku ev sîstem ji holê neyê rakirin, kes nikare ji rewşa gunehkariyê rizgar bibe. Eger jiyaneke azad wê hebe wê bi Rêber Apo re hebe, yan jî wê nebe.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li ciwanan hate kirin ku 15’ê Sibatê Roja Reş bi hêrsa tolhildana 25 salan li dijmin bikin roja reş û ji çalakiyên azadiyê yên mezin ên li Bakur heta bi meşa Kolnê ji ciwanan hate xwestin ku pêşengiyê ji çalakiyên li dijî komployê re bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hatîpoglû: Di ayinan de timî polîs hebûn, lê roja êrîşê tune bûn!
Nûçeya Pişt re Parêzer ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Pervîn Buldan: Em ê vê pêvajoya dîrokî bi hev re birêsin

Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan destnîşan kir ku kongreya PKK’ê wê feydeyek mezin bide Tirkiyeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Bahoza Melissa ya li Karîbê: Herî kêm 50 kes mirin

Bahoza Melissa ya li Karîbê, li Haîtî û Jamaîkayê bû sedema mirina herî kêm 50…

Ji aliyê Stêrk TV

Avcı: Divê dewlet bilez gavên pêwîst biavêje

Nivîskar Veysel Avcı, daxuyaniya vekişînê ya Tevgera Azadiya Kurdistanê nirxand û destnîşan kir ku berpirsiyariyeke…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Talîp Guler ê DAÎŞ’î ku yek ji kujerên Kadrî Bagdu ye anîn Tirkiyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Ji YE û Îngilistanê ji Rûsyayê re pêkanînên êrîşên sîber

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Merîwanê jinek hate kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?