Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, derbarê geşedanên dawî de li meclise daxuyanî da.
Gulistan Kiliç Koçyîgît di destpêka axaftina xwe de komkujiya Zîlanê bi bîranî, got ku komkujiya Zîlanê di bîra Kurdan de êşeke mezin û da zanîn ku divê ji bo êşên bi vî rengî neyên jiyîn hevrûmayinek çêbe, ji êşên derbasbûyî ders bên girtin.
‘QANÛNA TORBE WÊ DI MEHA TÎRMEHÊ DE BÊ ROJEVA MECLISÊ’
Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku peywîra meclise ew e ku li gor pêdiviyên gel qanûnan çêbike û wiha axivî: “Demekê dirêj e desthilat paketên qanûnan a weke qanûna torbe di meha Tîrmehê de tînê rojeva meclisê. Sedema wê jî ew ê ku qanûnên civakê alaqadar dikin li demên ku bala civakê ne li meclisê be tînin rojevê. Her wiha ji aliyê din vê krîza aborî her ku diçe kûrtir dibe. Divê desthilat budçeyeke ku ji pêdiviyên gel re dibe bersiv û heqê kede diparêze pêk were. Yek jî mijara girîng zextên li ser zanîngehan e. Divê zextên li ser zanîngehan rabin û akademî azad bin. Demokrasî bi azadiya akademiyan dikarê mîsoger bibe. Ji bo wê jî divê efûya xwendekaran jî hemû xwendekaran bigire nava xwe.”
Di berdewama axaftina xwe de Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser Lûtkeya NATOyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber lûtkeya NATOyê welat kirin girtîgeheke vekirî. Ji bo NATOyê 4 milyar TL xerc çikirine. Rê çêkirine. Wê demê di butçeyê de pirsgirêk tune ye. Ew bi çi hatiyê xerçkirin bi pereyên me. Xîzanî jî bi bariyerên NATO veşartin. Lê ew bariyer nikarin rastiyê vêşerin. Divê ew çavkanî ji gel re be veqetandin. Em ji bo vê rewşê biguherînin têdikoşin û têkoşîna me dê bidome.”
‘DIVÊ STATÛYA BIRÊZ OCALAN BÊ MÎSOGERKIRIN’
Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku salvegera şewitandina çekan ji bo welat dîrokeke nû ye û wiha pê dê çû: “Ji bo wê jî 11ê Tirmehê ne tenê dîrokeke, di heman demê de xurtkirina heviya aştiyê ye. Lê li gor vê yekê di saleke de gavên pêwîst nehatin avetin. Rapora komîsyona meclise naxşerêyek bû. Lê hê jî ew peşniyar pêk nehatin. Li bende çi ne? Divê ew pêşniyar demildest bibin qanûn. Divê aktorên pêvajoyê werin parastin. Qanûn divê dabeşkirî (katagorîze) nebe û hemû endamên rêxistinê di nava xwe de bihewîne. Girtiyên siyasî werin berdan. Statuya birêz Ocalan bê mîsogerkirin û şert û mercên wî yên xebatê bi qanûnan bê mîsogerkirin. Divê hiqûqeke demokratîk pêk were. Ziman û nasnameya Kurd divê bi qanûnan bê mîsogerkirin û ew yek ji bo aştiyeke mayinde hewcedariyeke bingehîn e. Ew ne tenê daxwaza partiya me û gelê Kurd e. Bendewariya civake ye. Divê beriya meclis navber bide qanûn bê çêkirin. Li cihekî çek hatine şewitandin di wir de divê aştî û demokrasî be mîsoger kirin.
‘WERIN ME AŞTIYA VÎ WELATÎ BI HEV RE AVA BIKIN’
Em li vir bang li hemû partiyên siyasî dikin ku werin em vê berpirsyariyê bi hev re bi cih bînin û beriya meclis navber bide bi hev re çarçove qanûnek çêbikin. Salek berê derfeteke mezin derket. Ew derfet hêj jî heye. Êdî ne taloqkirin lê gav avetin pêwîst e. Werin em aştiya vî welatî bi hev re ava bikin. Divê serokê meclise jî berpirsyariyê bigirê û hemû partiyên siyasî kom bike û mutabakateke çêbike.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît li ser pirsa rojnamegeran diyar kir ku heyeta wan dê di nava hefte de li ser peşnûmeya qanûna çarçoveyê hevdîtinên xwe bidomînin û got: “Hevdîtin dê tekildarî pêşnûmeyê pêk were û dê pêşnûmeyê pêşkeşî heyeta me bikin.”

