Çarşem, 14 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Civîna gel: ‘Divê Abdullah Ocalan bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Desteya Aştî û Siyasîbûnê divê dest bi kar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Cella Yildirim ê krîza dil derbas kir li girtîgehê hate vegerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tehliyeya du girtiyan dîsa hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kariane Westrheim: Çareseriya demokratîk a meseleya Kurd bi kêrî civaka Tirkiyeyê jî tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bavê rojnamevanê girtî Ahmed Polad bang: ‘Ahmed bi tenê nehêlin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulsum Elvan: Aştî tenê bi edaletê, rûbirûbûnê û têkoşîna jinê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Konferansa li Şengalê bi rûniştina ‘Fermana 2014 û Lêgerîna Edaletê’ dewam kir
Kurdistan

Konferansa li Şengalê bi rûniştina ‘Fermana 2014 û Lêgerîna Edaletê’ dewam kir

Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk" a li Şengalê, bi rûniştina ‘Fermana 2014 û Lêgerîna Edaletê’ dewam dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Konferansa “Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk” ku ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve li Şengalê hate lidarxistin û pispor, parêzer, aktivîstên mafên mirovan û rojnamevan tevlî bûn, dewam dike.

Di panela bi ser navê ‘Fermana 2014 û Lêgerîna Edaletê’ de kesayetên di qada mafên mirovan de pêşeng, zehmetiyên hiqûqî, rewşa gorên komî û bandorên derûnî yên jenosîdê nirxandin.

Di panela duyem de, Şêwirmendê Parlementoya Herêma Kurdistanê yê ji karûbarên enfal û jenosîdê berpirs Nasir Kirêt, mijara “Qanûna Jenosîda Navneteweyî û sedemên tevilnebûna Iraqê ya Deklarasyona Romayê” nirxand. Kirêt bal kişand ser kêmasiyên yasayî yên di nav pergala Iraqê de û tekez kir ku îmzenekirina Deklarasyona Romayê (ya ku Dadgeha Tawanan a Navneteweyî ava dike) astengiyeke mezine li hember dadgehkirina tawanbarên jenosîdê li ser asta cîhanî.

Piştre Serokê Rêxistina Petricor a Mafên Mirovan Xeyrî Elî Îbrahîm, gotarek bi sernavê “Di navbera bîr, dadwerî û erkê parastinê de: Gorên komî yên li Şengalê”, bal kişande  ser astengiyên teknîkî û mirovî yên li ser gorên komî. Îbrahîm anî ziman ku gorên komî tenê cihên veşartinê nînin, ew delîlên tawankarî û bîra komî ya civakekê ne. Îbrahîm got: “Li gorî daneyên ku hatine piştrastkirin, li Şengalê 96 gorên komî û 111 gorên takekesî hatine dîtin. Heta niha 77 gorên komî hatine vekirin û 857 cenaze hatine derxistin, ku nasnameya 296 kesan hatiye eşkerekirin, lê hîn 561 cenaze li bendê ne ku bêne naskirin.

Di panelê de Rojnamevan û Çalakvan Samya Şengalî jî balkişand li ser bandorên jenosîdê yên li ser derûniya civaka Êzidî û şirove kir.

Di panelê de, hiqûqnas Xelef Qasim Cûko mijara “Qirkirina Êzidiyan di navbera xemsariya navxweyî û naskirina navdewletî de” nirxand. Xelef tekez kir ku jenosîd ne tenê bi kuştinê, lê bi tehrîkkirina nefretê, bi zorê veguhestina zarokan û hewldanên guhertina demografîk berdewame.

GORÊN KOMÎ: RASTIYEKE KU HIN DI BIN ERDÊ DE YE

Serokê Rêxistina Petricor a Mafên Mirovan Xeyrî Elî Îbrahîm di lêkolîna xwe de hişyariyê dide ku her gorek ku nayê vekirin, tê wateya rastiyeke hatî taloqkirin. Ew dibêje: “DAIŞ’ê jenosîd kir, lê erka piştî tawanê dikeve ser milê dewletê. Dadwerî bi naskirina rastiyê dest pê dike, lê rastiya li Şengalê hîn di bin erdê de ye.”

Rêxistina Petricor di vê dosyeyê de rola xwe wekî çavdêr û alîkar dibîne, da ku pêşî li destdirêjiyên li ser goran bê girtin û mafê malbatên qurbaniyan ê ji bo veşartineke bi rûmet bê parastin.

BIRÎNÊN CIVAKÎ Û ŞERÊ NASNAMEYÊ

Di konferansê de hat gotin ku jenosîd ne tenê bi windahiyên fîzîkî ve girêdayî ye, lê civaka Êzidî rûbirûyê “şerê nerm” e jî. Ev şer, hewldana tune kirina nasnameyê, folklor û kincên Êzidî ye ku aliyên cûda hewl didin wan wekî milkê xwe nîşan bidin.

Her wiha di konferansê de koçberiya ber bi dîasporayê ve jî wek birîneke din a veşartî hat pênasekirin û hat gotin: “Nifşê nû yê li welatên xerîbiyê mezin dibe, di nav krîza nasnameyê de ye. Ev rewş, li gel metirsiya şewatên li kampên koçberan  û nebûna garantiyên qanûnî yên penaberiyê, wêneya trajediyeke berdewam nîşan dide.”

JENOSÎDEK DI ÇARÇOVEYA PEYMANÊN NAVDEWLETÎ DE

Xelef Qasim di gotara  xwe ya lêkolînî de diyar dike ku tawanên 2014’an bi temamî di bin pênaseya “Peymana pêşîgirtin û Cezakirina tawana jenosîdê” ya sala 1948’an de cih digirin. Xelef  amaje bi wê dike ku:

Zêdetirî 6000 gotarên nefretê di medyayê de li dijî Êzidiyan hatine tomarkirin.
Zarokên Êzidî rastî mejî şûştinê, perwerdeya leşkerî û tevlîkirina nava refên terorê hatine.
Hîn bi sedan jin û zarokên Êzidî winda ne û ev yek wekî beşeke ji jenosîda domdar tê hesibandin.

Li gorî amarên heta 24’ê Tîrmeha 2025’an, hejmara qurbaniyan gihaye 7259 kesan, di nav de 1512 şehîd û 1616 kesên hîn revandî.

Konferans berdewam dike…..

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Desteya Jinan a Cizîrê entegreyî Desteya Malbat û Nifûsê hat entegrekirin
Nûçeya Pişt re Veysî Aktaş: Entegrasyona demokratîk dewletê biçûk dike, civakê mezin dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HBDH’ê li Stenbol û Bûrsayê çalakî lidar xistin

Milîsên Hakî Karer ên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li Stenbol û Bûrsayê di…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Qanûna Çarçoveyê’ di Rojnameya Resmî de hate weşandin

Qanûna “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” di Rojnameya Resmî de hate weşandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya 2’yemîn di 23-27’ê Nîsanê de ye

Festîvala Fîlmên Kurd a Duyemîn a Dusseldorfê wê di navbera 23-27'ê Nîsanê de bê lidarxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Hamayê 3 kes hatin kuştin, li Idlibê 2 mirinên bi guman

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ciwanan li Til Temir û Zirganê banga naskirina Kurdî kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Bawer Agir li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?