Jinên ku di çarçoveya “Komxebata Polîtîkayên Jinan yên di Rêveberiyên Xwecihî de” hatin cem hev, der barê qetilkirina jinan de daxuyanî dan. Siyasetmedar Gulten Kişanak, hevşaredarên jin ên bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê, gelek nûnerên saziyên jinan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de jinan bertek nîşanî qetilkirin jinan dan.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku têkoşîna wan a li dijî îdeolojiya zayendperest didome. Şedal diyar kir ku ew kêliya ku ew wekî rêveberiyên xwecihî li dijî tundiya li ser jinan û polîtîkaya zayendperestiyê niqaş dikin jin ji jiyanê tên qutkirin û got: “Polîtîkaya qirkirina jinan ji aliyê hêzên siyasî ve bi zanebûn tê meşandin. Jin di hemû qadên jiyanê de bi cudakariyê re rûbirû dimînin. Polîtîkaya qirkirina jinê bi zanebûn tê meşandin. Em dizanin ku desthilatên siyasî bi van polîtîkayan nefesê digirin û hebûna xwe didomînin. Em ê weke jinên ku ji jiyanê hatine îzolekirin û ji bo her jineke ji jiyanê qut bûye têkoşîna xwe bidomînin.”
Şedal, da zanîn ku kurtejiyana desthilatdariya AKP’ê ya 22 salan tijî polîtîkayên qetlîlkirina jinan e û got: “Kurteya polîtîkayên desthilatdariyê girtina jinên têkoşer, xwekuştin û tundiya li ser jinan e. Ji ber ku kesên vî sûcî dikin, yên ku jinan ber bi întîharê ve dibin û kujerên jinan ji ber polîtîkayên dewletê dikarin li derve serbest bigerin. Jin yek bi yek tên tecrîdkirin û jinên ku ji bo vê yekê têdikoşin dikarin li kolanan bên qetilkirin an jî têkiliyên wan ji hev bên qutkirin.”
Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen, jî diyar kir ku tundiya li ser jinan û kuştina jinan di civakê de krîzek kûr çêkiriye û wiha got: “Di vê pêvajoya ku her roj bi nûçeyeke din a xemgîn re em rû bi rû tên, mafê jiyanê yê jinan tê desteserkirin û malbat ji hev tên parçekirin. Siyaset û pêkanînên heyî şîdetê rewa dikin, li şûna ku li dijî tundiyê têbikoşin, vê rewşê xerabtir dikin. Bi taybetî di serdema desthilatdariya AKP-MHP’ê de zêdebûna kuştina jinan nîşan dide ku newekheviya zayendî kûr bûye û mafê jiyanê yê jinan hatiye binpêkirin.”
Îşbîlen, da zanîn ku piraniya jinên hatine qetilkirin dema di pêvajoya hevberdanê de ne an jî dema dixwazin jiyaneke azad bijîn dibin hedef û got: “Jin di pêvajoya hevberdanê de herî zêde di vê heyamê de tundî li wan tê kirin. Mêr ji bo kontrolkirina jinê, desthilatdariya xwe ava bike tundiyê bi kar tîne. Qetilkirina jinê ya li ber çavên zarokên jinê li Amedê ku ji ber dixwaze xwe ji kesê pê re zewiciya berde, asta tirsnak kuştina jinan radixe ber çavan. Ev ne tenê cinayeteke şexsî ye di heman demê de sûcekî siyasî ye jî.”