Li gorî ankêtan Serokê Partiya Karker Keîr Starmer bi qasî 20 pûan li pêşiya Partiya Mûhafezakar a Serokwezîr Rîshî Sunak e, soz da ku eger cara yekemîn were ser desthilatdariyê wê koçberiyê kêm bike.
Li gorî îstatîstîkên fermî, koça zelal a di sala 2023’yan de gihîşt 685 hezar kesî, duyemîn asta herî bilind a piştî rekora sala bihurî 764 hezar e.
Keir Starmer ku berê parêzerê mafên mirovan bû got, “Eger hûn bawerî bidin min, ez ê vê sozê bidim we: Ez ê sînorên me kontrol bikim û alîkariya karsaziyên Brîtanî bikim ku berî her tiştî Brîtaniyan bixebitînin.”
Starmer got, “Ez ê her li qadan dengê xwe bilind bikim” û ji ber mûhafezkar soz dane û nekarîne koçberiyê kêm bikin şermezar kir.
Keir Starmer di vê navberê bi dixwaze ‘tasfiyekirina’ baskê çep ê Partiya Karker’ tê sûcdarkirin.
Her wiha serokê Partiya Karkeran, diyar kir ku eger ew bi ser bikeve, ew ê tavilê dest ji plana Mûhafezakaran a ji bo dersînorkirina koçberan ber bi Rûandayê ve hatiye amadekirin, berdin.