Pêla hewaya germa dijwar a ku li bakurê Cezayîrê bi bandor e, gelek şewatên daristanan jî bi xwe re anî. Ji ber şewatan 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 54 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku ji birîndaran rewşa 6 kesan giran e.
Wezîrê Karên Hundir Said Sayud ragihand ku ji ber şewatan li Jijel 5, li Bejaya 4 û ji Tizi Uzu jî 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku di nava miriyan de li Bejaya zarokekî 8 salî û jineke 22 salî jî hene.
Hat ragihandin ku tîmên parastina sivîl ji şeva çarşemê ve li dijî 69 şewatan têdikoşe.

