DEM Partî li navçeya Cizîr a Şirnexê ji bo diyarkirina hevşaredaran 15’ê Çileyê sindoq danî.
Di dengdanên hatin kirin de, ji namzetan ti kesê bi serê ji sedî 50’ê zêdetir deng nestand.
Ji bernamzetên hevserokatiyê yên ku herî zêde deng standine, Guler Tunç û Hêlîn Ergen û Abdurrahîm Dûrmûş û Mesût Nart man tûra duyem.
Ji bo tûra duyemîn li Salona Dawetê ya Azîzoglû 13 sindoq hatin danîn. Tê payîn ku 2 hezar û 500 delege dengê xwe bidin.