Piştî ku cezayê girtîgehê ya nûçegihan Dîren Keser ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin, hate girtin.
Li dijî girtina Dîren Keser, li kolana Hunerê daxuyaniyek a şermezarkirinê hate lidar xistin. Di daxuyaniyê de endamên Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) nûnerên rêxistinên civakên sivîl û gelek rojnameger amade bûn.
Di dema daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” hatin berzkirin. Nûçegihanê PÎRHA’yê Eyyûp Hanoglû daxuyanî da û diyar kir ku azadiya xwe îfadekirinê ji bo civakeke demokratîk pîvanek “jêneger e.”
Hanoglû got, “Cezayê ku li hempîşe û hevrêyê me yê kar Dîren Keser hatiye dayîn, di esasê xwe de li hemberî çapemeniya azad, nûçeyên rast, li gotina muxalîfan û nasnameya rojnamevaniyê ye. Ne pirtûk, ne jî bawerî vê qebûl nake. Ew ê nekaribin pêşî li raman û xwe îfadekirina azad bigirin. Ew ê nekaribin nirxên mirovî û wijdanî bitepisînin. Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin.”