Milîsên Engîn Sîncer (Erdal) ên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) şeva 19’ê Gulanê di derdora saet 23.00’an de li ser rêya Mêrsîn-Edeneyê li dijî nuqteya kontrola asayîşê ya polîsan, bi bombeyan çalakî kirin. Hat diyarkirin ku di çalakiyê de wesayîta zirxî zirar dîtiye û li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, birîndar jî hene.
Hat destnîşankirin ku çalakî li dijî êrîşên li ser qadên gerîla hatiye kirin.
HBDH’ê bang li hemû ciwanan kir ku bi ruhê Pêngava 1’ê Hezîranê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikandina tecrîdê, li bajar û metropolan çalakiyên bersivdayînê lidar bixin heta ku operasyonên dagirkeriyê yên ku dewleta Tirk a hov li ser Kurdistanê dimeşîne, bên rawestandin. HBDH’ê destnîşan kir ku di serî de “artêş” û “endamên ewlehiyê”, her kesê alîgirê vî şerî di hedefa “milîsan” de ye.