Li Dîlokê Emîr Bakî Bayindir ê 10 salî, dema ku ji xwe re li kolanê dilîst bi îdîaya ku “qelebalixî” kiriye, ji aliyê esnafê taxê ve bi çekê hate qetilkirin.
Bûyer di saetên şevê de li Taxa Guzelvadî qewimî. Esnafê kujer li taxê karê firotina sebze û fêkiyan dikir. Dema ku Emîr Bakî Bayindir ji xwe re dilîst, kujer ji dengê lîstina wî aciz bûye û bi çekê gule li zarok reşand û ji cihê bûyerê reviya. Tîmên tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin û zarok rakirin nexweşxaneyê. Zarok jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Bayindir rakirin morga Saziya Tiba Edlî.