Filma Li Enîya Rojava Tiştek nehatiye Guhartin filmekî yeke yek ku li hemberî Şer hatiye çêkirin. Film ji Romana Erich Maria Remarque ye ku di 18 saliya xwe de tevlî şerê cîhanê yê yekemîn dibe û di enîya şer de gelek caran birindar dibe û weke gazîyekî şer hatiye adebtekirin. Ciwanekî ku di 18 salîya xwe de şerekî weke yê Cîhanê dîtiye û jê sax filitiye bi hemû tramvayê şer dest bi nivîsandina romanê kiriye û ev şer bi her awayî ji gel re rave kiriye. Lê ne kesî guh daye ne jî trajediya şer fêm kiriye. Piştî şerê cîhane yê yekem bi bist salan disa bi pêşengîya Almanan şerekî xirabtir diqewime û vê care bi milyonan însan di ber egoya revebirên faşist tên qetilkirin.
Karakterê sereke yê filmê Paul Bäumer hê di 17 salîya xwede ye. Rojeke li dibistanê mamosteyekî wan li eywana dibistanê wan kom dike û ji wan re propagandaya şer dike. Hemû bi kêf û coş dixwazin tevlî şer bibin. Ciwanek bi dengekî bilind dikene! Mamosteye wî bersiv didê! Kayzer ji qada şer re (Fermandar,General) ne zarokan, zilaman dixwaze! Lê haya yekî ji wan jî ji qada şer tune ye. Paul ji ber ku 17 salî ye hevalên wî henekê xwe pê dikin ku bêyî destûra malbata xwe nikare tevlî şer bibe. Paul nameya xwe bi xwe îmze dike û bêyî malbate xwe teslîmî artêşa Almana dike. Dema Paul cilên xwe yên leşkeriye digire disa li berpirsiyar vedigere û dipirse; li ser cilan navê yekî din heye. Berpirsiyar cilan kontrol dike û etiketa leşkerê ku berî Paul ev cil li xwe kirine û xwedê zanê bê bi çi şêweyî miriye û di kîjan qonçalê de hatiye veşartin jê dike û cilan disa teslîmî Paul dike. Haya Paul ji qirejî û alozîya şer nîne ew şer di vê xwîngermiya xwe de tenê weke lîstikekê dibîne.
Film ji serî heya dawî di nav çirav û herîyê de diçe. Li ser vê çiravê jî bi sedan leşkerên mirî dirêj kirine.Hinek bê ling,hinek bê mil, bê ser û bê çav û li ser pişt.Haya wan jî jê nîne bê ka di ber çi de û ji ber çi bedena xwe dane ber van guleyan û di nav vê çiravê de xeniqîne! Kesên ku biryara şer jî didin ne li enîya şer lê li qesrên xwe li ser paldankên xwe yê rehet runiştine û weke şeytanan biryar didin ‘Kî wê kê kengî û bi çi şêweyî kê bikujê‘ û ev Şeytanok jî hemû kesên ku di nav salan de çûne û dikarin ji bo îqtîdara xwe û rozeteke li ser milên xwe berê bi sedan ciwanan bidin enîya şer!
Film rexeneyên giran li kesên ku ev şer destpê kirine dike(Şerê Cîhanê 1.2). Li ser vê rexneyê jî peyamekê dide dewletên ku îro jî berê wan li şer e. Şer tu carî ne çareserîyeke.Heqê tu dewletê nîne ji bo çareserîye dest bi şerekî bike. Heqê tu şeytanokî(Serokkomar) nîne ku îro ji bo îqtîdara xwe qewimtir bike ciwanan bişîne enîya şer û ew di qesra xwe de bi zarokên xwe re li ser xwîna ciwanan bijî. Erich Maria Remarque ku hemû qirejîya şer jiyaye û bedenên hevalên xwe ji enîya şer daye hev bi vê pirtuka xwe -ku niha bûye film jî- rastîya şer daniye ber çavên me.
Kurt û Kurmancî, divê Tirk,Ereb û Ecem bi giştî li vî filmî temaşe bikin û bikevine ferqa şeytanokên ku wan bi rêve dibin. Zarokên wan dikine mekineyên şêr û bi tank û topan dişînine ser gelê Kurd! Film ji bo kesên ku şer pîroz dikin hatiye çêkirin. Ji bo yên ku zarokên xwe bi dahol û zurneyan dişînine ser gelên bindest hatiye çêkirin. Ji wan kesên ku li ser li termê zarokên xwe sloganên nijadperest diavêjin hatiye çêkirin. Berî herkesî divê ev kes vî filmî temaşe bikin ku zanibin eniyên şer ne weke gotinên li ser şer in! Bila ew kes vî filmî temaşe bikin ku zarokên xwe ji bo berjewendiyên şeytanokên li ser textan neşînin ser erda Kurdan û bi Kurdan re nedin şer kirin! Kurd îro pênaseya şer jî û pratîka şer jî baş dizanin û ev çend salin ku di pozisyona berxwedanê de ne! Dive êdî Tirk,Ereb û Ecem piştgirî nedin van şeytanokên li ser îqtîdaran û berê xwe bidin Kurdan û bi wan re jiyaneke bi aram û aştî ava bikin. Ji ber ku di şeran de çareserî nîne û kes ji şer xilas nabe. Yan bedena mirov dimire yan jî giyana mirov!