Li Îranê ji bo şermezarkirina darvekirinan her roja sêşemê grevên birçîbûnê tên lidarxistin.
Grevên birçîbûnê yên di çarçoveya kampanyaya “Sêşema bê darvekirin” de her fet tê lidarxsitin û di hefteya 36’an de ye. 22 girtîgehên din tevlî greva birçîbûnê bûn.
Herî dawî jî girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Arakê diyar kirin ku ew ê her roja sêşemê di greva birçîbûnê de bin.
Girtîgehên ku greva birçîbûnê ya li dijî cezayê darvekirinê lê berdewam dike wiha ne: “Girtîgeha Êvînê, Girtîgeha Qezal Hesarê, Girtîgeha Navendî ya Kerecê, Girtîgeha Mezin a Tehranê, Girtîgeha Xurmatû, Girtîgeha Nîzam a Şîrazê, Girtîgeha Esadabad a Îsfehanê, Girtîgeha Bamê, Girtîgeha Meşhedê, Girtîgeha Lakan a Reştê, Girtîgeha Qaimşehrê, Girtîgeha Erdebîlê, Girtîgeha Tebrîzê, Girtîgeha Ûrmiyeyê, Girtîgeha Selmasê, Girtîgeha Xoyê, Girtîgeha Neqdeyê, Girtîgeha Seqezê, Girtîgeha Banê, Girtîgeha Merîwanê, Girtîgeha Kamiyaranê û Girtîgeha Arakê.”