Çeteyên DAÎŞ’ê di çavkaniyên xwe yên ragihandiyê, ragihand ku roja Yekşemê êrîşa li ber navenda ofîsa serdozgeriyê ya li taxa Darul Aman pêk anîne. Çeteyên DAÎŞ’ê diyar kirin ku ev êrîş “ji bo tolhildana misilmanên li girtîgehan tên girtin” hatiye pêkanîn.
Çavkaniya çeteyan, îdîa kir ku zêdeyî 45 kesan mirine û birîndar bûne. Rayedarên Talîbanê roja Sêşemê daxuyanî dan û ragihandin ku 6 kes mirine û 13 kes jî birîndar bûne.