Yekitiya Parêzeran û Meclisa Edaleta Civakî ya Kantona Cizîrê li bajarên Qamişlo û Hesekê daxuyeniyeke hevbeş da.
Daxuyanî li bajarê Qamişloyê bi zimanê erebî ji aliyê endamê Yekitiya Parêzeran a Kantona Cizîrê Xalid Omer û bi kurdî ji aliyê hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Kantona Cizîrê Walaa Ebdulbaqî ve hate xwendin. Li bajarê Hesekê bi zimanê jî ji aliyê hevseroka Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parêzer Beşîra Cemal Eldîn û ji aliyê dadwerê Dadgeha Gel li bajarê Hesekê Rûdî Kurdî ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê û erdnîgariya wê, binpêkirinên eşkere yên Peymana Cenevre ya Çaremîn a sala 1949’an e, ev binpêkirin jî li gorî xala 8’emîn a Destûra Romayê sûcên şer in. “
Her wiha hate gotin: “Eger binpêkirinên dewleta Tirk bidomin, dibe ku ji bo vejîna rêxistina terorîst a DAIŞ’ê jîngeheke guncaw biafirîne, ji ber vê jî divê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û welatên din ên koalîsyona navneteweyî binpêkirinên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên me rawestînin.”
Di daxuyaniyê hate gotin: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Federasyona Rûsyayê garantorên peymanên agirbesta 2019’an a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û dewleta Tirk de ne, ji ber vê yekê jî Amerîka û Rûsya xwedî erkên garantoriyê ne, lê helwestên wan qet ne li gorî asta bûyeran in.”
Yekitiya Parêzeran û Meclisa Edaleta Civakî bang li saziyên pêwendîdar ên navneteweyî kirin ku “ji bo dawî li sûcên dewleta Tirk ên li ser herêmên me bînin û hesabê jê bipirsin, eger nebe em ê bêdengiya navneteweyî weke hevkariya sûcên Tirkiyeyê şîrove bikin.”