Şeva Şemiyê Îsraîlê nêzî 30 caran êrîş bir ser banliyoyên başûr ên Beyrûdê. Seranserê Beyrûdê bi teqînên li herêmê hesiya.
LI MIZGEFTÊ 21 KES HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniya Parastina Sivîl a Xezeyê de hate ragihandin ku Îsraîlê êrîş bir ser mizgeftekê ku mirovên ji cih û warê xwe bûbûn tê de bûn. Hate ragihandin ku di vê êrîşa li Deyr el Belahê de 2 kes hatin kuştin. Artêşa Îsraîlê ragihand ku êrîş li dijî şervanên tevgera Hamasê ya Fîlîstînê hatiye kirin.
WEZARETA TENDURISTIYÊ: ZÊDEYÎ 2 HEZAR KES MIRIN
Hikumeta Lubnanê roja Şemiyê diyar kir ku ji 8’ê Cotmeha 2023’an û vir ve di ‘êrîşên Îsraîlê’ de yên li ser Lubnanê 2.036 kes mirin, 9.662 kes jî birîndar bûn.
HÎZBÛLLAH: ZÊDEYÎ 25 LEŞKERÊN ÎSRAÎLÊ HATIN KUŞTIN
Li aliyê din Hîzbûllahê daxuyaniyek da û ragihand ku li sînorê başûr ji bo astengkirina hewldana artêşa Îsraîlê ya bejahî hin operasyon hatin kirin û îdîa kir ku di encamê de zêdeyî 25 efser û leşkerên Îsraîlî hatin kuştin, 130 jî birîndar bûn.
ARTÊŞA ÎSRAÎLÊ: DI NAVA HEFTEYEKÊ DE 440 ŞERVANÊN HÎZBÛLLAHÊ HATIN KUŞTIN
Artêşa Îsraîlê roja Şemiyê daxuiyaniyek da û îdîa kir ku ji ‘destpêkirina operasyona bejahî’ û vir ve 440 şervanên Hîzbûllahê hatin kuştin. Ji dawiya meha Îlonê û vir ve Hîzbûllah têkildarî windahiyên xwe daxuyanî neda.