Li gorî daxuyaniya ku roja Yekşemê ji aliyê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ve hate dayin, di şeva 8-9’ê Cotmehê li Kendava Adenê di encama qezayê de, keştiyek ku ji Cibuti diçû Yemenê noqî binê avê bû.
Li gorî gotina mirovên sax man, keştiya ku nêzî 350 kes tê de bûn li nêzî Guhere ya li bakurê bajarê Obock ê Cibutiyê noqî binê avê bû.
IOM diyar kir ku di vê trajediyê de herî kêm 109 kesan jiyana xwe ji dest dan, ku 15 ji wan zarok bûn.
Ji qezaya keştiyê zêdeyî 80 kes rizgar bûn, hemû jî welatiyên Etiyopyayê bûn.
Hate ra gihandin ku tîmên IOM’ê li gel rayedarên xwecihî li herêmê ne û ji bo alîkariya lezgîn bidin mexdûran kar dikin.
IOM got, “Bandora zêde ya xizanî, bê ewlehî û guherîna avhewayê, li gel nearamiya li Rojhilata Navîn jî dibe sedem ku gelek mirov ji neçarî dest bi vê rêwîtiyê bike.”

