Şemî, 31 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meral Beştaş: Di pêvajoyê de xitimîneke cidî heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê Roja Kobanê ya Cîhanê: ‘Parastina Kobanê, parastina mirovahiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolîn: Aktîvîteyên fîzîkî ji mêran behtir bi kêrî jinan tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê malbatên girtiyan banga tehliyeyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    14 girtiyên Kurd rû bi rûyê xeteriya darvekirinê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê binpêkirinên mafên Kurdan: Tedawiya girtiyekî hat astengkirin, 4 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li mamosteyê zanîngehê birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtin û zextên rejîma Îranê berdewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûrat Karayilan ji malbatên şehîdan ên Şengalê re peyamek şand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E û KON-MED’ê li dijî qirkirina jinan pêngava têkoşîna civakî da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Di şexsê hevala Bêrîtan de em bûn xwedî nasnameya jin a berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Qamişlo û Reqayê protesto: Em kujerên jinan qebûl nakin
Jin

Li Qamişlo û Reqayê protesto: Em kujerên jinan qebûl nakin

Jinan nerazîbûn nîşanî hebûna kujerên jinan a di rêveberiya Şamê de dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Sibat 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li bajarê Qamişloyê bi pêşengiya Kongra Star bi sedan jinan li dijî beşdarbûna çeteyê qatilê Sekrerata Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevîn Xelef, Hatim Ebû Şeqra di kongreya li Şamê de, meşiyan.

 

Di meşê de wêneyên Hevrîn Xelef û ajokarê wê Ferhad Remedan hatin bilindkirin ku 12’ê Cotmeha 2019’an de li ser rêya M4 ji aliyê çeteyê Ehrar El Şerqiye Hatim Ebû Şeqra ve hatibûn qetilkirin. Her wiha pankartên bi nivîsên “Cihê qatilên jinan di Sûriyeya demokratîk de nîn e”, “Qatilên jinan nûnertiya me nakin”, “Na ji qetilkirina jinan re” jî hatin vekirin û bê navbera dirûşmên  “Bijî berxwedana YPJ’ê”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Berxwedan jiyan e” hatin berzkirin.

Piştî meş rawestiya, dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa axivî û got: “Qatil çawa cihê xwe di desthilata Şamê de digirin? Em qebûl nakin ku qatilên ku axa Sûriyeyê qirêj dikin cihê xwe di desthilata nû de bigirin.”

Sûad Mistefa diyar kir ku çete Ebû Şeqra bi kemînekê keça wê bi awayekî hovane qetil kir û wiha domand: “Bi vê yekê xwestin tirsê bixin dilê jinên pêşeng. Lê ev sûc û kiryar meşa azadiyê ya jinan têk nabe. Jinên Kurd, Ereb û Suryan dibêjin: em li vir in, em hemû Hevrîn in. Em koletiyê qebûl nakin û qatilên jinan li Sûriyeyê qebûl nakin.”

Sûad Mistefa pirsa çawa El Colanî xwe kiriye serokê demkî yê Sûriyeyê bêyî ku li biryara gel vegere kir û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Desthilata ku destê wê di xwîna jin û Sûriyeyiyan de heye û bûye piyon di destê Erdogan de, nûnertiya me nake. Em desthilata ku Rêveberiya Xweser nas nake, qebûl nakin. Heya gelê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê derveyî mala xwe bin em ê desthilata we nas nekin.”

Endama Koordînasyona Kongra Star Şêraz Hemo jî axivî û banga parastina mafên jinan kir.

Şêraz Hemo îşaret bi vê yekê kir ku divê rola jinan di hemû qadên siyasî, aborî, civakî û çandî de di avakirina Sûriyeya siberojê de hebe. Her wiha bang li hemû jinan kir ku li hemberî vê zihniyetê dengê xwe bikin yek.

REQA

Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Reqayê jî bi heman armancê daxuyaniyek da. Daxuyanî li Parka Şehîd Hevrîn Xelef bi amadebûna endamên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Jinan a Sûriyeyê hat dayîn.

Berdevka Nivîsgeha Jinan a Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Fatima El Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de beşdariya çete Hatim Ebû Şeqra di şahiya siyasî ya li Şamê de hat şermezarkirin û hate diyarkirin ku “Ev yek bêheqiyek li edaletê û bêrêziya li xwîna sivîlan e. Di heman demê de berdewama tevkariya bi kujer û sûcdaran re ye.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bêyî hesabpirsînê ji sûcdaran aştî pêk nayê û bang hat kirin ku divê çete sewqî edaletê werin kirin û li gorî qanûnên navneteweyî werin darizandin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev peyam hate dayîn “Em soz didin şehîdan ku em ê heya avakirina Sûriyeke bi îradeya jina azad û pirreng têbikoşin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê TAJÊ têkildarî hikûmeta nû ya Sûriyeyê daxuyanî da
Nûçeya Pişt re Xelkê Reqayê şehîdê xwe spart axê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Perwerdeya bi paradîgmaya neteweya demokratîk

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdeyî 860 hezar xwendekar bi zimanê dayikê perwerdeyê dibînin. Ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Perspektîfa aborî û tecrûbeyên kooperatîfan a Rêveberiya Xweser a Rojava -ll

Perspektîfa aboriyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser modeleke civakparêz, ekolojîk…

Ji aliyê Stêrk TV

IFJ’ê nerazîbûn nîşanî girtina rojnamevanan da

IFJ’ê nerazîbûn nîşanî girtina 7 rojnamevanên ku ji bo bîranîna hempîşeyên xwe yên ji aliyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Qehreman Rojava: 1’ê Mijdarê encama berxwedana dîrokî ya şehîdan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Meral Beştaş: Di pêvajoyê de xitimîneke cidî heye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Îranê binpêkirinên mafên Kurdan: Tedawiya girtiyekî hat astengkirin, 4 Kurd hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Leşkerên Tirk li ser sînor êşkence li 3 jinan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?