Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de, Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn a Jinan pêşangeha bi navê “Pêşangeha Berxwedana Jinan” li bajarê Qamişlo vekir.
Di pêşangehê de 45 tabloyên 30 hunermendên jin hene. Pêşangeha wêneyan a jinên têkoşer ku jiyana xwe ji dest dane nîşan dide, bala ziyaretvanan dikşîne. Wêneyê Hevrîn Xelef, Jîna Emînî, Jiyan Tolhildan, Asya Enter, Barîn Kobanê, Yûsra Derwêş, Leyman Şiwêş û Avesta Xabûr li ser tabloyê hatin xêzkirin.
Pêşangeh piştî bajarê Dêrik, Qamişlo, Amûdê wê di 20’ê Mijdarê de li Hesekê bi dawî bibe.