Li gorî agahiyan, teqîn li febrîqeya Oba Makarna ya li navçeya Hendek a Sakaryayê rû da.
Piştî teqîna ku ji ber sedemeke nediyar rû da, agir bi febrîqeyê ket.
Gelek tîmên arkujî û ambûlansê gihîştin cihê bûyerê. Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 20 kes birîndar bûn.