Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hêzên wan ên HATˊê li bajarokê Şedadê yê Hesekê 3 endamên şaneyên veşartî girtin.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
“Di çarçoveya operasyonên hêzên me yên ewlehiyê ji bo serdegirtin û şopandina dosyên şaneyên veşartî û endamên terorîst û têkbirina veşartgehên wan pêk tîne de, 3 endamên şaneyên veşartî yên bi piştgiriya rejîma Sûriyeyê hatin girtin. Dezgeha Ewlekariya Giştî agahî li ser 3 endamên şaneyên veşarî yên bi piştgiriya rejîma Sûriyeyê kom kirine. Bi wê re HATˊê operasyoneke taybet di şeva 27ˊê Nîsanê de li bajarokê Şedadê pêk anî, ew û tiştên li gel wan girtin. Tiştên hatine girtin ev in:
Teqemeniyek bi giraniya 9 kîloyan
Alava kontrolkirina ji dûr ve ji bo teqandinê
2 telefon.
Hêzên me yên ewlekariyê teqez dikin ku ew bi erka xwe ya li hember gelê xwe di şopandina şane û rêxistinên çete de berdewam in heya ku tevahî çeteyan digirin û hemû herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji wan paqij dikin.”