Cenazeyên şervanê Hêzên Komandos Serdar (Hisên Hemed El Elî), şervanê Hêzên Erka Xweparatinê Ehmed Elî El Ubeyd û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulqadir Sultan ên ku 6ˈê kanûnê li Dêrazorê, Mergeda û bajarê Hesekê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdên Şedadê hatin veşartin.
Merasîm bi deqeyekî rêzgirtin û torana leşkerî ya Hêzên Erka Xweparastinê dest pê kir.
Piştre rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Şedadê Ebdulmecîd El Etiyê axivî û got: “Em ji bo oxirkirina şehîdên ku ji bo avakirina Rêveberiya Xweser û bilindkirina ala welat canê xwe dane, li vir kom bûne. Ji vê cihî pîroz em silavên xwe ji hemû şervanên li çeperên berxwedanê re dişînin.”
El Etiye piştgiriya xwe bi hêzên parastina herêmê re anî ziman û diyar kir ku dê meşa serkeftinê bidomînin.
Ji rêveberên meclisa PYDˈê ya bajarokê Erîşe Mihemed El Ecûr sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza domandina rêya şehîdan da.
Piştre wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şehîdan bi dirûşman hatin veşartin.