În, 11 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Stenbolê şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Welatiyên Amedê: Em xwedî li şehîdên xwe û têkoşîna wan derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mersîn, Edene, Riha û Dîlokê şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa ISIG’ê: Meha Tebaxê herî kêm 226 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nebî Yavûz ê 30 sal û 6 mehan girtî ma, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li navçeyên Amedê bîranînên girseyî: Şehîd namirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Têkoşîn Amed li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 24 şehîdan li Mexmûrê konê sersaxiyê hate vedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Serhedê şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Nebî Yavûz li Nisêbînê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê ji bo şehîdan bernameya bîranînê ya 3 rojî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Şengalê wê konferansa ronakbîriyê bê lidarxistin
Kurdistan

Li Şengalê wê konferansa ronakbîriyê bê lidarxistin

Konferansa Ronakbirî ya Şengalê wê di 17-18’yê Tîrmehê de bi dirûşmeya ‘’Banga Civaka Demokratîk Bersiva 73 Fermana ye’’ were lidarxistin. Ji Şengalê û derveyî Şengalê derdora 150 mêvan beşdarî konferansê bibin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Civaka Êzidî ku nav û nasnameya wê her dem bi ferman û talanan, bi koç û koçberiyê, bi jarî û belengaziyê hatiye binavkirin û naskirin îro roj hewl dide xwe ji vê hebûna ku bi mirinê hatiye pêçandin rizgar bike. Ji bo vê jî, civaka Êzidî îsal 11.salvegera fermanê bi xebateke pir girîng û dîrokî pêşwazî dike da ku bersiva hemû ferman û talanan bide. Piştî Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û taybet peyama Ronesansa Êzidiyan, di nav civaka Êzidî û gelê Şengalê de ji bo hebûna azad nîqaş, nirxandin û lêgerînên nû destpê kirine.

Ji bo rê li ber nîqaşên Ronesansa Êzidiyan were vekirin, çarçoveyeke rast a nîqaş û nirxandinan were diyar bikin, rê û rêbazên guncav werin tesbît bikin, ev 3 mehin li Şengalê amadekariya konferanseke dîrokî tê kirin. Konferansa Ronakbirî ya Şengalê ya bi dirûşmeya ‘Banga Civaka Demokratîk bersiva 73 Fermana ye’ wê di 17-18’yê Tîrmehê de li Şengalê were lidarxistin. Konferans ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan a Şengalê ve, tê lidarxistin. Wê ji derveyî Şengalê û ji nav Şengalê derdora 150 nivîskar, siyasetmedar, akademisyen, hunermend, oldar, kesayetên civakî, tevgerên jin û ciwanan beşdarî konferansê bibin. Mêvanên ku nikarin werin Şengalê jî wê bi rêya online nêrîn û peyamên xwe bigihînin konferansê.

Li Şengalê, li stargeha pîroz a Êzidiyan lidarxistina vê konferansê ji niha ve coş û kelecaneke mezin di nav gel de, her wiha di nav beşdarên konferansê de pêş xistiye. Ev axa pîroz ku ne dûr, 10 sal berê di destê çeteyên DAIŞ’ê de bû, ew Şengala ku li sûk û bazarên Rojhilata Navîn li pey keç, jin û zarokên xwe yên wenda ketî, ew Şengala ku hemû qube û silavgehên wê hatibûn hilweşandin, ew Şengala ku hê jî li benda vekirina bi dehan gorên komî ye; îro roj xwe gihandiye wê hêz û taqetê ye ku ji bo hebûna azad a Êzidiyan mazûvanî li nîqaşên Ronesansê, li nîqaşên vejînê bike. Yanî ji fermanê ber bi vejînê, ber bi ronesansa Rojhilata Navîn dimeşe.

DI NAV 2 ROJAN DE 9 MIJARÊN ESASÎ WERIN NÎQAŞKIRIN

Konferansa ku wê 2 rojan berdewam bike xwedî navorekeke têr û tijî ye. Bi giştî di 9 sernavan de wê hem paşeroja civaka Êzidî, hem rewşa wê ya di roja me de hem jî siberoja wê di çarçoveyeke çandî-dîrokî-civakî de were nirxandin.

Roja yekemîn a konferansê wê bi peyama Rêveberiya Xweser a Şengalê destpê bike. Piştre sînevîzyonekî girêdayî têkoşîna civaka Êzidî û berxwedana Şengalê were temaşekirin. Dîsa peyamên hem sazî û kesayetên li derveyî Şengalê hem jî peyamên ji nav Şengalê yên ji bo konferansê werin xwendin. Piştî axaftin û peyamên destpêkê wê di 10 mijarên cûda de nîqaş werin meşandin. Di her mijarek de, komîsyonek wê gotara xwe pêşkeş bike, mêvanên ku nekarîne beşdarî konferasnê bibin wê bi rêya online gotarên xwe pêşkeş bikin. Piştî pêşkeşkirina gotaran, wê beşdarên konferansê jî bi pirs û nirxandinên xwe beşdarî her mijareke konferansê bibin.

Mijarên ku wê di roja yekemîn a konferansê de werin nîqaşkirin ev in;

-Di Herikîna Dîrokê de Hebûna Civakî ya Êzidiyan

-Di Çarçoveya Çand-Bawerî û Felsefê de Êzidî û Ezdatî

-Weke Cewher û Bermahiya Civakê Heqîqeta Jinan Bi Jineolojî Ronîkirin

-Di Nav Talan û Qirkirinê de Rastiya Welat-Welatparezî û Ekolojî

-Zîhniyeta Fermanê, Rastiya Qirkirina Fîzîkî û Çandî

Mijarên ku wê di roja duyemîn a konferansê de werin nîqaşkirin ev in;

-Di Civaka Êzidî de Parastina Cewherî û Çanda Berxwedanê

-Di Ronesansa Êzidiyan de Xebatên Zanistên Civakî

-Ronesans, Ciwan û Ciwantî

-Banga Aşitî û Civaka Demokratîk / Pêngava Ji Rêber Apo re Azadî Ji Şengalê Re Xweserî

Li derveyî van mijaran, dibe ku hin peyam û gotarên taybet jî bigihîn konferansê.  Her wiha di açrçoveya nîqaş, nirxandin û pêşniyaran de dibe ku hin biryarên girîng jî di konferansê de werin girtin. Konferansa Ronakbirî ya Şengalê wê bi xwendina encamnameyê bi dawî bibe.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Eda Kalafat: Dengê Rêber Apo hêz da me
Nûçeya Pişt re ‘Gava hatî avêtin berpirsyariyeke giran dide me û civakê!’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêxistinên hiqûqî: Bila 8’ê Adarê bibe çiraya aştiyê

Sazî û rêxistinên mafên mirovan ên li Sûriyeyê gotin, “Divê qanûnên Sûriyeyê li gorî peymanên…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Navnîşana çareseriyê Îmraliye

Di çalakiyên "Deng bide azadiyê" de ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyên siyasî li dijî êşkenceyê di greva birçîbûnê de ne

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Xarpêtê tên girtin li dijî êşkence û muameleya xirab 6…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li navçeyên Amedê bîranînên girseyî: Şehîd namirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Têkoşîn Amed li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çalakiya ji bo şervanê ku piştî hate revandin hat qetilkirin: Bila hesab bê pirsîn!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo 24 şehîdan li Mexmûrê konê sersaxiyê hate vedan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?