Şemî, 30 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Şemiyê di cejnê de hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûray Turkmen: Berpirsiyariya meseleyê bes ne ya DEM Partiyê ye, ya hemû derdoran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Engîn Sever: Divê rast nêzî Mafê Hêviyê bibin, em ê li qadan bin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Çorûmê: DEM Partiyê ji bo aştiyê banga rûbirûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amed, Êlih, Colemêrg û Rihayê aqûbeta windayan hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya Waisi yê hatî darvekirin, ji bo zarokan hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bê komînbûyîn bê rêxistinbûyîn e bê rêxistinbûyîn jî perçebûn e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna li Gimgimê didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    KCÊ-E’yê ji bo Festîvala Çanda Êzidxanê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li ser fikrên Rêber Apo Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî destpê kir
Jin

Li ser fikrên Rêber Apo Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî destpê kir

Li Şengalê li ser fikir û pêşniyarên Rêber Apo Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî tê lidarxistin. Bi sedan jin tevlî komxebatê bûn û rola jinan a di veguherîna civakî de dinirxînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Tebax 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Li Şengalê li Geliyê Kersê Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî bi beşdariya du sed jinên Êzidî û Ereb destpê kir. Komxebata ku bi dirûşma ‘Bi rêxistin û têkoşînê em ê bibin pêşengên civaka demokratîk û azad’ tê lidarxistin, xwe dispêre fikir û pêşniyarên Rêber Apo yên li ser ronesansê ku ji civaka Êzidî re kiribû.

Komxebat ku bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) pêktê, bi deqîqeyek rêzgirtin destpêkir û bi axaftina vekirinê ya Berdevka Dîplomasiyê ya TAJÊ Sûham Şengalî dewam kir.

Sûham Şengalî destpêkê xêrhatina mêvan û dayîkan kir û komxebatê li hemû beşdaran pîroz kir. Sûham Şengalî di destpêka axaftina xwede qurbaniyên fermanê û berxwedana Şengalê jî bi bîranî û wiha dewam kir: “Bi pêşengiya Rêber Apo, li welat û derveyî welat gelek guhertinên mezin çêdibin. Em di vê komxebatê de bi navê jinên Êzidî û civaka Êzidî silav ji Şengalê heya Îmraliyê dişînin. Yê hişt Êzidî xwe li ser axa xwe rêxistin bike û bijî, Rêber Apo bû. Di serdema nû de Rêber Apo bareke giran da ser milê jinên Êzidî û pêşengiyê da wê. Wê bi pêkanîna ronesansa li Şengalê bikarin, pêşengiyê ji hemû gelên Rojhilata Navîn re bike.”

Sûham Şengalî di beşa dawî ya axaftina xwe de îşaret bi girîngiya azadiya fizîkî ya Rêber Apo kir û got: “Bawer dikim emê di vê komxebatê de nîqaşên girîng bimeşînin û jin wê pêşengiyê ji guhertinên civakî re bikin. Pêvajoya ku em têre derbas dibin, girînge ku em pêşengiyê jêre bikin. Em dixwazin weke jinên Êzidî bi awayeke azad diyalog bi Rêber Apo re bikin û pêre azad bijîn. Em daxwaza azadiya fizîkî ya Rêbertiyê dikin û emê bibin parçeyeke girîng ya têkoşîna azadiya Rêber Apo. Vê komxebatê di serî de li Rêber Apo û jinan pîroz dikin.’’

Piştî axaftina Sûham Şengalî peyama Rêber Apo ya ji bo Êzidiyan bi şêwazê sînevîzyon tê temaşekirin.

Wê di komxebatê de 3 semîner werin dayîn.

Semînera Yekemîn: Sosyolojiya jinên Êzidî
a-Di dîrokê de jinên Êzidî
b-Bandora zihniyeta cinsiyetperestiya li ser jin û civakê

Semînera Duyemîn: Bandora fermanan li ser jinên Êzidî
a-Ferman û piştî fermanan rewşa jinên Êzidî
b-Bandora koçberî û jiyana li kampan
c-Piştî fermanê jin çawa xwe birexistin kirin û parastin

Semînera Sêyemîn: Di ronesansa civaka Êzidî de rola jinên Êzidî
a-Banga aştî û civaka demokratîk em ê çawa fêm bikin
b-Banga aştî û civaka demokratîk  û rola jinên Êzidî

Her wiha dê di komxebatê de peyamên ku ji derveyî Şengalê hatine jî werin xwendin û temaşekirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Artêşa Îsraîlê li nêzî Şamê operasyona bejahî pêk anî
Nûçeya Pişt re TJK-E’yê ji bo rawestandina cezayên îdamê bang kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DYE’yê pêkanîn danî ser “kes û komên nêzî Îranê” yên li Iraqê

Hikumeta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) biryar da ku li ser hin kes û komên…

Ji aliyê Stêrk TV

Arkaş: Em ê bi hev re bi ser bikevin

Çetîn Arkaş got, “Em bi hev re di wateya rast de dikarin bibin EM. Mîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Aqûbeta Kasim û Alpsoy hate pirsîn

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Kasim û Halîl Alpsoy pirsîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Amed, Êlih, Colemêrg û Rihayê aqûbeta windayan hate pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Sûriyeyê bi deh hezaran DAÎŞ’iyan fîrar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nameya Waisi yê hatî darvekirin, ji bo zarokan hate weşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Dema wezîfeyê ya Tom Barrack qediya

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?