Piştî hilbijartinên serokatiyê yên ku 28’ê Tîrmehê li Venezuelayê hatin lidarxistin, li welêt krîzeke nû çêbû.
Li gorî daxuyaniya otorîteya hilbijartinê, Nicolas Maduro ji sedî 52’yê dengan wergirt û ji bo dema sêyemîn jinûve hate hilbijartin. Lê belê li gorî hejmartina muxalefetê, namzetê muxalîf Edmundo Gonzalez Urrutia ji sedî 67’ê dengan wergirtiye.
Piştî ku li encamên hilbijartinê hatin eşkerekirin, li welêt protesto destpê kirin û bûyerên tundiyê qewimîn. Di nava 2 rojan de 11 sivîl û leşkerekê jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 1.200 kes hatin binçavkirin.