Bi pêşengiya Baroya Wanê ji bo Rojîn Kabaîş a ku winda bû û cenazeya wê 18 roj şûnde hat dîtin li Kampusa YYU ya Wanê meş pêk hat. Rêxistinên pîşeyî yên civaka sivîl û gelek xwendekarên zanîngehê tevli meşê bûn.
Meş ji Yurda Seyyid Fehim Arvasî destpê kir û bavê Rojîn Kabaîş Nîzamettîn Kabaîş jî tevli bû. Pankart ‘Ji bo Rojîn Kabaîş têkoşîn ji bo jinan têkoşîn’ hat vekirin û dovîzên ‘bibin dengê Rojîn’, ‘Rojîn nemir hat qetilkirin’, ‘Ji bo Rojîn edalet’ hat hildan. Her wiha dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘rektor îstîfa’, ‘Rêveberî îstîfa’ hatin berzkirin.
Endama Navenda Mafê Jinan a Baroya Wanê Medîne Turantaylak daxuyanî xwend.
Medîne Turantaylak diyar kir ku rayedarên yurda ku Rojîn Kabaîş lê dima, rayedarên zanîngehê û peywirdarên ewlehiyê yên zanîngehê di bûyerê û neronîkirina bûyerê de berpirsin û got: “Em dixwazin ev jî wek gumanbar dosyayê de cih bigirin. Hewl didin nêrîna ku Rojîn xwekuştiye biafirînin. Di kanalên nûçeyan de jî ev wisa hatiye parvekirin. Lê me der barê vê de jî lêpirsîn kir. Divê bûyerên ku dawî li jiyana jinan tînin nebin mijara magazînê.”
Medîne Turantaylak diyar kir ku daxwaza wan ew e ku DNA’ya du mêran a li ser Rojîn Kabaîş hatiye dîtin bê tespîtkirin û daxuyakirin ku ev ê ji bo ronîkirina tarîtiyê wê bibe gavek.
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz jî daxuyakirin ji roja ewil de şopdarê pêvajoyê ne û got: “Ji bo em bibin dengê Rojîn hatin vir. Rojîn bi guman hat qetilkirin. Mirina wê biguman e. Biryara sînorkirina li ser dosyayê didome. Divê demildest astengiyên li pêş dosyayê bên rakirin û lêpirsînek bi bandor bê meşandin.”
Piştre bavê Rojîn Kabaîş Nîzamettîn Kabaîş axivî û got: “Ez spasiyên xwe ji bo kesên ku ev meş pêk aniye dikim. Ez mafê xwe li yurdê helal nakim. Xwedî li keça min derneketin. Keça min şevekê naçe yurdê û agahî nadin me. Çawa mereq nekirin. Çawa negotin ka xwendekara min? Hûn nehatin şîna Rojîn, we fatîhayek nexwend. We malbat tine hesiband. Ez helal nakim. Dema Rojîn winda bû hûn li ku derê bûn. Bila kujerên wê bên dîtin û darizandin. Bila cezayên giran bibirin em jî rehet razên.”