Seyîthan Dûrdû yê 40 salî ku li taxa Avzêrkê ya navçeya Serav/Mehmûdî ya Wanê dima, ji aliyê leşkerên Tirk ve hate qetilkirin.
Dûrdû ku serê sibehê saet di 04:00 de ber bi herêma Rêya Laz ve bi hespê diçû, li ser rêya taxa Avûrkê ji wesayita leşkerî ya artêşa Tirk gule lê hate reşandin.
Şahidan gotin, dema ku ji wesayita leşkerî gule hate berdan Dûrdû ji hespê kete xwarê û bi giranî birîndar bû. Li gorî agahiyan Dûrdû yê bi birîna giran demeke dirêj li cihê bûyerê ma û piştre bi alîkariya xelkê herêmê ew rakirin nexweşxaneya dewletê ya Qelqeliyê.
Bêyî ku bigihêje nexweşxaneyê Seyîthan Dûrdû di rê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dûrdû rakirin morga nexweşxaneyê û piştre ji bo otopsiyê anîn Wanê.