Duşem, 28 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed û Sultanbeyliyê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Di qonaxa duyemîn a pêvajoyê de em ê daxwazên xwe bipeyivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Em Kurd ji rêveberiya demokratîk re namzet in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navek, du jiyan: Agir Adar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakas: Berdana girtiyên nexweş nabe bibe mijara bazariya polîtîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê li biryargehên partiyên Kurd xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyê 83 salî yê Qendîlê: Hesret û hêviya me azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Feryada dayika Ceylan li dilê min neqişî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolandina gora komî ya Şerfedînê bi dawî bû, pêvajoya tiba edlî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Necîp Çarpaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Çarenûsa Zehra Pîrdehqan û Perwîn Rasiq Qizilbaş nayê zanîn, berpirsiyar Komara Îslamî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji pêşengên artêşbûna jinê: Dr. Jiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Xelfetî çalakiya protestoyî: Hêza we têra me nake
Kurdistan

Li Xelfetî çalakiya protestoyî: Hêza we têra me nake

Siyasetmedarên jin ên ku li Xelfetî di çalakiya protestokirina dagirkeriyê de axivîn peyama, “Hêza we têra me nake. Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê berxwedana li dijî tayînkirina qeyûm di roja şeşemîn de berdewam dike. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) hatin navçeyê û piştevaniya berxwedana xelkê Xelfetiyê dikin. Siyasetmedarên Kurd Gultan Kişanak, Ayla Akat Ata, Sebahat Tuncel, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, Dayikên Aştiyê yên Rihayê û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn.

Jin li ber avahiya DEM Partiya Xelfetiyê li hev kom bûn û heta ber avahiya şaredariyê meşiyan û bênavber dirûşm berz kirin.

LI ÎMRALIYÊ ÊŞKENCEYA TECRÎDÊ BERDEWAM DIKE’

Siyasetmedar Ayla Akat Ata di çalakiyê de axivî û got: “Jin ji bo ku xwedî li îradeya xwe derkevin li vir in. Heta îro me ji qeyûman re got na. Rêveberên vî welatî hê jî fam nekirine. We gotiye ‘zilm’. Em dibêjin ‘berxwedan jiyan e’. Hûn nikarin paradîgmaya me ya azadîxwaz û demokratîk di nav çar dîwaran de tengav bikin. Paradîmgaya me di nava gel de û li her derê ye.”

Ata, diyar kir ku Xelfetî navçeya Rêber Apo ye û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan bi êşkenceya tecrîdê ya hovane re rû bi rû ye. Bahçelî bang li birêz Ocalan kir. Ev xitimîna bi salan gelek tişt ji me girt. Bajarên me û ciwanên me ji me girt. Rê li ber çareseriyê girtin. Heke çareseriyek pêk were divê em ji cihê xelet dest pê nekin. Birêz Ocalan di navbera salên 2013-2015’an de bi hezaran pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kir. Wê demê em çûn û hatin. Ocalan jî careke din diyar kir ku hêza wî ya çareseriyê heye.”

Ata anî ziman qeyûm ne rêya çareseriyê ne û got: “Ev gel ne gelê berê ye. Em êdî digihîjin roniyê. Dest ji xapandina gelê me û gelên Tirkiyeyê berdin. Ji bo çareseriyê bikevin nav hewldanan ne ji bo tayînkirina qeyûman. Em duh hebûn em ê îro jî hebin. Helbet wê qeyûm biçin.”

‘QEYÛM DIJMINÊ JINAN E’

Aktîvîsta TJA’yê Çaglar Demîrel, jî destnîşan kir ku qeyûm ne rewa ne û got ku qeyûm desteserkirina vîna gel e. Demîrel, anî ziman ku Xelfetiyê navçe û cihê rûmetê ye û got: “Ev der warê birêz Abdullah Ocalan e. Ev der navçeya çareseriyê ye. Bi salane em dibêjin tecrîd heye lê we înkar kir. Niha jî we qebûl kir. Navnîşan pirr eşkere û diyar e. Çareserî bi birêz Abdullah Ocalan pêkan e. Qeyûm ne çareserî ne. Çareserî li cem birêz Ocalan e.”

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, jî destnîşan kir ku qeyûm dijminê jinan û xebatên jinan e û got ku bi qeyûm re xeta wan hevserokatiyê dixin hedefa xwe û ew ê tu carî qeyûman qebûl nekin.

Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram, jî anî ziman ku qeyûm li dijî îradeya jinan darbe ye û got: “Sed car jî qeyûm tayîn bikin hûn ê dîsa têk biçin û em ê we têk bibin. Hûn nikarin hêz û qeweta me têk bibin.”

Piştî axaftinan jinan dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kir û daxuyanî bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN RIHA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Meşa li Êlihê: Berxwedana me wê heta têkbirina dagirkeriyê bidome!
Nûçeya Pişt re Jinên Wanê di 25’ê Mijdarê de wê li dijî tecrîdê biherikin qadan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di êrîşa hêzên Şamê ya li ser Siwêdayê de ciwanek birîndar bû

Di êrîşa suîqest a hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser Siwêdayê de ciwanekî 17…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kobanê cenazeyê 8 şehîdan hate veşartin

Gelê Kobanê îro li Pakrewangeha Şehîd Dicle cenazeyê 8 şehîdên ku di sala 2024’an de…

Ji aliyê Stêrk TV

Heyva Sor a Kurdistanê alîkarî li malbatên koçber belav kir

Heyva Sor a Kurdistanê alîkarî li malbatên koçber ên li bajarê Girkê Legê belav kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Îranê li biryargehên partiyên Kurd xist

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şêniyê 83 salî yê Qendîlê: Hesret û hêviya me azadiya Rêber Apo ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Feryada dayika Ceylan li dilê min neqişî’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kolandina gora komî ya Şerfedînê bi dawî bû, pêvajoya tiba edlî destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?