Bîranîna 26 gerîlayên YJA Star û HPG’ê yên ji bajarên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîsê ku di demên cuda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, li bajarê Qamişloyê di roja duyemîn de ye. Bîranîn li Stadyûma Heysem Kiço pêk tê.
Malbatên şehîdan bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’, ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd’ û wêneyên zarokên xwe hatin qada bîranînê. Her wiha gelê herêmê diherike stadyûmê.
Îro gel û saziyên bajarên din ên Rojava û bajarê Qamişloyê, kesayetên olî, xwendekar û mamoste serdana konê bîranînan dikin û ji hêla malbatên şehîdan ve tên pêşwazîkirin.
Wê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), li ser navê pêkhateya Ereb, Kongra Îslama Demokratîk, Kongra Star, meclîsên bajarên Dêrik, Dirbesiyê, Girgê Legê, Çilaxa, Hesekê axaftin bên kirin. Her wiha li ser navê eşîrên Ereb ên Til Hemîsê jî dê axaftinek bê kirin.
Her wiha wê sînevîzyona ‘Çiyayên Azad’ bê nîşandan. Di dawiyê de wê wesîqeyên şehadetê yên şehîdan bên xwendin û radestî malbatan bêne kirin.

